Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî amadekariyên "derxistina DAIŞ" ji tevahiya Enbarê temam dikin

AlaHusên li Bexdayê

Serbazên Iraqî ala Iraqî li serbanê avahiyekê li Hît li parêzgeha Enbar bilind dikin piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Serbazên Iraqî ala Iraqî li serbanê avahiyekê li Hît li parêzgeha Enbar bilind dikin piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî û şervanên heşda eşayirî amadekarî temam kirine daku êrîşî deverên dawî yên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê bikin, berpirsên serbazî yên Iraqî ragihandin.

Her dema ku bajarokên Rawa, Anah û Qayim ên li beşê rojava ji Enbarê werin rizgarkirin, dê were ragihandin ku parêzgeh bi temamî ji DAIŞ vala ye, wan ji Diyaruna re got.

Rawa û Anah dikevin jora Çemê Firatê, lê Qayim dikeve ser sînorê Sûriyê û ji aliyê DAIŞ ve ji bo vehewandina lîderên bilind tê bikaranîn û civînên girîng li wir tên lidarxistin ji ber cihê wî yê stratejîk ê nêzîkî sînorê rojhilatî yê Sûriyê.

"Yekîneyên serbazî ji Firqeya 7ê ya artêşa Iraqî û hêzên Cezîra û Badiya amadekariyên xwe yên ewlekarî û lojistîk temam kirine ji bo rizgarkirina bajarokên li rojavayê Enbarê ji destê DAIŞ," fermandarê Firqeya 7ê lîwa Numan Zewbeyî ji Diyaruna re got.

DAIŞ êrîşî Rutba dike

Roja Yekşemê (23ê Cotmehê), çekdarên DAIŞ dest danî ser hin beşên Rutba, ku bajarokekî dûr e lê stratejîk e li parêzgeha Enbarê ye li nêzîkî sînorê Urdunê. .

DAIŞ ji nişka ve dest danî ser ofîsa qayimeqam berî ku hêzên ewlekariyê li hemberî bisekinin û wê paş ve vegerînin, lê hîn li hinek taxên bajarok mabûn, li gorî AFP.

"Wan xelk girt -- sivîl û polîs -- û ew bi dar ve kirin," eqîdekî artêşa Iraqî ji AFP re got, da zanîn ku "herî kêm pênc kes hatin bidarvekirin" roja Yekşemê.

Lîwa Rukin Îsmaîl Mehelawî, serokê Fermandariya Operasyonên rojavayê parêzgeha Enbarê, bidarvekirin piştrast kirin lê got ku hêzên Iraqî kontrol vedigerandin destê xwe.

"Yekîneyên serbazî ji firqeya 8ê ya (artêşê) û ketîbeyek ji Fermandariya Operasyonên Enbarê çûn Rutba, li wir hatin bicihkirin ji bo paqijkirina cihên ku DAIŞ li bajar kontrol kir," wî got.

Êrîşa li ser Rutba tê dîtin weke hewleke nû ya DAIŞ ji bo dûrxistina baldanê û çavkaniyên serbazî yên Iraqî ji Mûsilê , ku asêgeha wê ya girîng a dawî li welat e.

Hewlên yekgirtî

Piştî rizgarkirina Gola Sersar di Adarê de û ewlekirina rêya navbera Beycî û Hedîsa, hêzên Iraqî niha amade ne ku êrîşî asêgehên dawî yên DAIŞ li Enbarê bikin, wî got.

"Hejmara endamên DAIŞ ên ku van bajarokan kontrol dikin li ba hêzên Iraqî ne girîng e, ji ber ku rijd in ku wan ji nav bibin û wan derxin derveyî sînor," wî got.

Operasyon dê ji aliyê hêza asmanî ya Iraqî û balafirên hevpeymaniyê ve werin piştgirîkirin, wî got, anî ziman jî ku "hêzên heşda eşayirî dê erdê li deverên rizgarbûyî bigrin".

Operasyona rizgarkirina van bajarokan dê nêzîk destpê bike, fermandarê heşda eşayirî li navçeya Bexdadî Şêx Qeterî Semermend ji Diyaruna re got.

"Şervanên êlan dê roleke girîng di şer de bilîzin, di nav de êlên Cuxeyfa, Elbû Nimir û Elbû Mehel, û heşda ku nû hatiye avakirin li deverên rojavayî Rawa û Anah," wî ji Diyaruna re got.

Hevahengiyeke astbilind ligel hêzên ewlekarî heye, wî got, da zanîn jî ku hêzên Firqeya 7ê çek û alavan pêşkêşî şervanên heşdê dikin.

"Erk navbera herdu aliyan de hatine parvekirin, ku hêzên artêşê berpirsyarên êrîşkirina ser bajaran in û şervanên heşdê berpirsyarên girtina erdê ne," wî got.

Vehewandina xelkê aware

"Hikûmeta xwecihî ya Enbarê pilaneke giştgîr daniye ji bo wergirtin û vehewandina malbatên ku dibe ji wan deveran aware bibin piştî destpêkirina operasyonan," endamê encumena parêzgehê Fehd Raşid ji Diyaruna re got.

Pilanên vehewandina awareyan weke yên ku li deverên din li parêzgehê weke Remadî û Felûca hatine bicihkirin, wî got, anî ziman ku "berpirsên xwecihî niha bûne xwedî ezmûneke hêja di vî warî de".

"DAIŞ dê nikaribe bêtir li wan bajaran li berxwe bide ji ber daketina morala çekdarên wê," wî got.

"Ji ber vê yekê, dê şerekî wêranker li wir çênebe û pilanên vegerandina aramiyê û nûkirina wan bajarokan dibe ku gelekî ji yên li beşên din ji [Enbarê] asantir bin," Raşid got.

Ji ber ku bajarok dikevin nêzîkî sînorê bi Sûriyê û Urdun re, hêzên Iraqî "divê kar ji bo ewlekirina van sînoran bikin ji bo rêgirtin li hewlên derbasbûna bi dizî ya terorîstan ji welatên cîran", wî got.

"Sînorên navdewletî yên ku Enbarê bi welatên cîran ve girê didin dikevin ser rûberên berfireh ji erdê û bi hewceyî hêzên mezin û piştgiriya navdewletî ne daku bi awayekî guncav werin ewlekirin," wî got jî.

Herifîna DAIŞ li Felûca, Seqlawiya û Remadî gurzeke mezin li girûpê da li Enbarê, wî got, ji ber ku 70% ji çekdarên wê li van bajaran hatibûn bicihkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500