Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞa revyayî dibîne ku ew li Enbarê bi çekên xwe tê armancgirtin

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî pişkinînê li veşargeheke çekan ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Felûca li pey xwe hiştine dikin. [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî pişkinînê li veşargeheke çekan ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Felûca li pey xwe hiştine dikin. [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Ji ber ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) erdê ji dest dide û ji eniyên şer li parêzgeha Enbarê li Iraqê direve, gelek caran çekdarên wê çek û alavên xwe li pişt xwe dihêlin, berpirsên serbazî û yên parêzgehê ji Diyaruna re gotin.

Hinek ji van çekên destjêberdayî ketin destê şervanên heşda eşayirî de, ku ew niha wan bikar tînin ji bo derxistina girûpê ji deverên xwe, di gavekê de ku berpirs dibêjin ku ew nîşanderê guhertineke berçav di hevsengiya hêzan de ye.

Ji ber ku li parêzgeha rojavayî ya Iraqê rastî şikestinê tên , çekdarên DAIŞ "direvin û gelek cureyên çek û cebilxaneyê li pey xwe dihêlin", fermandarê heşda eşayirî li navçeya Bexdadî Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re got.

"Gelek komên heşda eşayirî li Enbarê îro şervanên xwe bi çekên DAIŞ biçek dikin bi agahdarbûn û qebûlkirina hêzên ewlekarî yên hikûmetê li parêzgehê," wî got.

Di dema şerê rizgarkirina Girava Bexdadî de , Sermermed got, hêza wî dest danî ser gelek otombîlên pîkab ên biçûk ku DAIŞ ji bo veguhestina çekdarên xwe ew bikar tanîn, ligel cureyên cuda ji kilêşan û tifingan.

Yekîneyekê dest danî ser otombîleke zirxî ku dixuye ku çekdarên DAIŞ bi rêya sînorî ji Sûriyê anîbûn daku di şerê li Iraqê de bikar bînin, wî got jî.

Ev çek bo cebilxaneya heşda eşayirî hat zêdekirin bi qebûlkirina hikûmetê, wî got, da zanîn jî ku hikûmet bi erkê xwe radibe di biçekirina mêrên êlan bi cebilxane û sûtemeniyê.

Hêzeke rêxistî û yekgirtî

Heşda eşayirî, ku li kêleka hêzên Iraqî şerê DAIŞ dike, "hêzeke rêxistî ye û xwedan fermandariyeke yekgirtî ye", cîgirê fermandarê heşda eşayirî ya Enbarê Lîwa Ehmed Bîlawî got.

Nêzîkî 10,000 çekdar bi fermî di heşda eşayirî de cih digrin û mûçeyan ji hikûmetê werdigrin, wî ji Diyaruna re got, ligel gelek xwebexşên din ku ew hîn li benda navnivîsînê ne.

Hikûmet van hêzan bi çekên sivik û navînce biçek dike û alavên din ji wan re peyda dike, di nav de otombîlên sivik ji bo veguhestina çekdaran bo çeperên cuda, wî got.

Hêzên heşda eşayirî herwiha çekan ji hevpeymaniya navdewletî ya ku li Iraq û Sûriyê şerê DAIŞ dike werdigrin, bi agahdarbûn û qebûlkirina hikûmeta Iraqê, wî got, ligel piştgiriya serbazî di dema şer de.

Li gorî encumena parêzgeha Enbarê, tu guman tune ye ku ev çek dê di bin kontrola dewletê de û di xizmeta wê de bimînin.

Şervanên heşda eşayirî "ew xwebexşên ku xwe terxan kirine bo berevanî li parêzgeh û welatê xwe ne, û û ew dê tenê bi berpirsyarane çekan bikar bînin", endamê encumenê Taha Ebdulxenî ji Diyaruna re got.

Derbarê nîgeraniyên ku dibe ku DAIŞ hewl bide çekên xwe yên destbisergirtî vegerîne, wî got ku "DAIŞ dê qet nikaribe careke din li parêzgehê xwe biçek bike û şer bike".

Wî banga zêdekirina hejmara çekdarên heşda eşayirî li parêzgehê kir ji bo piştrastbûn ku ew dikarin erdên rizgarkirî bigrin, ku rojane berfirehtir dibin ji ber pêşketina ku ji aliyê hêzên Iraqî ve tê pêk anîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500