Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî rênimayên selametiyê didin xelkê Mûsilê beriya şer

Hesan Ubeydî li Bexdayê

Hêzên Iraqî di otombîlên serbazî de ne li rojhilatê parêzgeha Selahedîn a Iraqî, li başûrê Hewîca, di 10ê Cotmehê de, wan dever paqij kir weke amadekariyekê ji bo vegerandina bajarê Mûsil ê li bakur, ku dawî bajarê Iraqî yên di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de ye. [Mehmûd Samirayî/AFP]

Hêzên Iraqî di otombîlên serbazî de ne li rojhilatê parêzgeha Selahedîn a Iraqî, li başûrê Hewîca, di 10ê Cotmehê de, wan dever paqij kir weke amadekariyekê ji bo vegerandina bajarê Mûsil ê li bakur, ku dawî bajarê Iraqî yên di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de ye. [Mehmûd Samirayî/AFP]

Desthilatên Iraqî rênimayên selametiyê yên hûr ji xelkê Mûsilê derxistin re beriya destpêkirina operasyonên rizgarkirina bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Lîsta ku ji 32 şîretan pêk tê, û ji aliyê Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Sêşemê (11ê Cotmehê) hat derxistin, rênima û şîretên selametiyê derbarê xwedûrxistin ji cih û komên DAIŞ, mayîna li malê, parastina milkên giştî û taybet û piştgiriya hêzên ewlekariya Iraqî pêk tên.

Fermandariyê bang li xelkê kir ku "di dema êrîşên asmanî de û piştî wan herî kêm 30 xulekan xwe dûrî kombûnan bikin," û otombîl û telefonên mobîl "tenê di dema pêwîstiya gelekî girîng de" bikar bînin, û heta ku bikaribin li malên xwe bimînin.

Gerek xelkê "li qatên zemînî yên avahiyan bimînin; bimînin nêzîkî dîwanan û dûrî navenda odeyan; xwe dûrî bikaranîna asansoran bikin û li serbanan nesekinin", li gorî rênimayan.

Wan şîret da ku "bo bêtirî 25 metran ji hêzên serbazî bi dûr bin, û tu tevgerên bilez an yên jinişkave nekin".

Wan herwiha daxwaz ji xelkê kir ku "her agahiyeke bisûd li ser veşargehên DAIŞ" û girtina her devereke rizgarkirî bidin hêzên ewlekarî, û ew şîret kirin ku tu dengoyên ku ji aliyê DAIŞ tên belavkirin bawer nekin.

Rênimayan daxwaz ji xelkê kir ku şelîta perdekirinê ya bi şiklê X bi pencereyan ve bikin ji bo rêgirtin li belavbûna caman ji hejînên ku ji encama êrîşên bi bombe yan bi rokêtan çêdibin.

Daxwaz ji wan jî kir ku butlên xazê jêbikin û wan ji malê derxin, û ronahiya yedek û radyoyên ku bi betariyan kar dikin bihêlin ji bo şopandina rênimayên ku dê fermandarî di dema şer de biweşîne.

"Bombebarankirin dê qet bimebest sivîlan neke armanc," fermandariyê got.

Parastina sivîlan

"Rênimayên, ku bi baldarî hatine danîn ji bo parastina canên sivîlan, bi du awayan hatine belavkirin," fermandarê operasyonên Nînewa Lîwa Necimedîn Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Ew bi berdewamî li ser radyoya Mûsilê li ser frekansa 98.7 FM tên weşandin, û belavok jî li ser bajar tên avêtin," wî got.

"Em dixwazin piştrast bin ku ew li gorî nameyê dimeşin," wî got, da zanîn jî ku, "Tiştê girîng ji me re ew e ku welatî dûrî endam û cihên DAIŞ bimînin û li gorî rênimayan bimeşin."

Rênimayên bêtir dê bên derxistin her dema ku hêzên bejahî bikevin navenda bajar de, Cibûrî got jî, bang li xelkê kir rênimayan radyoyê bişopînin.

"Em dixwazin ji xelkê Mûsilê re bêjin 'Em haj we hene û em dê xwîna xwe bidin daku bişirînê vegerînin ser ruyên we û bajarê we rizgar bikin'," wî got.

Dema ku bi rêya Skype ji Diyaruna re axivî, welatiyê Mûsilê yê 37 salî yê bi navê Xalid Obeydî, ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber sedemên ewlehî, got ku ew çaverêyî gihiştina hêzên Iraqî yên yekem in, "lê tirs derbarê mirina sivîlan di şer de heye, ji ber ku DAIŞ dixwaze me weke mertalên mirovî bikar bîne ".

"Me dest bi ewlekirina malên xwe li dijî teqînan û guleyan kiriye û em hêvîdar in ku ev yek bes be," Ubeyd got.

"Em li gorî rênimayên ku di daxuyaniya hêzên Iraqî de hatine dimeşin," wî got jî, hêviyên xwe jî nîşan dan ku pêwendiyên li bajar vegerin bimînin daku xelk bikaribin hêzên rizgarker derbarê tevgerên DAIŞ agahdar bikin.

"DAIŞ gêjbûye û bitirs e, weke ku ji tevger û hewlên wê ji bo danîna bingehên nû xuya dike," welatiyê Mûsilê Ebû Saedî, yê 40 salî, ku wî jî xwest ku bernavekî bikar bîne got.

"Pirsgirêk niha ew e ku DAIŞ xwe di taxên niştecîbûnê de vedişêre, û malbatan dixe di metirsiya mirina ji encama bombebarankirinê de," wî ji Diyaruna re got.

Destpêka êrîşê "ew dem e ku herkes li bendê" ye, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê serkeftinê bide we, neviyên Elî mîrê bawermendan û seydayê mirovan!

BERSIV BIDE