Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Sûrî êrîşa DAIŞ li ser zemawendeke Hesekê şermezar dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Nîşana li derveyî hola Senabil a zemawendan li nêzîkî bajarê Hesekê yê Sûriyê ziyana ku gihayî wî cihî ji encama êrîşeke xwekujî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 3ê Cotmehê de dibêvirîne. [Wêne ji rûpela Facebook a Hesekê hatiye wergirtin]

Nîşana li derveyî hola Senabil a zemawendan li nêzîkî bajarê Hesekê yê Sûriyê ziyana ku gihayî wî cihî ji encama êrîşeke xwekujî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 3ê Cotmehê de dibêvirîne. [Wêne ji rûpela Facebook a Hesekê hatiye wergirtin]

Êrîşeke xwekujî ya kujêner a "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ku zemawendek li nêzîkî bajarê Hesekê kir armanc nîşan dide ku girûp tenê çeteyên tawankar in ku dixwazin xwîna her kesê li dijî xwe birjînin, şêniyan got.

Bikaranîna nûciwanekî ji aliyê girûpê ve ji bo pêkanîna êrîşa li ser holeke dawetan a Kurdî di 3ê Cotmehê de, ku di encamê de 37 kes mirin û bi dehan birîndar bûn, belgeyeke din e li ser rêznegirtina wê ji jiyana mirovan re ye, berpirs û şahidhalan ji Diyaruna re gotin.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, 11 zarok di nav kuştiyên êrîşê de bûn, ku DAIŞ bi rêya ajansa xwe ya nûçeyan Amaq girte stûyê xwe.

DAIŞ xortan ji rê dibe

"Tevî tedbîrên ewlekarî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayişê ve li deverên bakurê Sûriyê ku ji DAIŞ tên rizgarkirin, tawankariya girûpê hişt ku bi dizî derbasî gundên aştîxwaz bibe ji bo terorkirina sivîlan," efserê Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) Ferhad Xoca got.

Li gorî şahidhalan, wî ji Diyaruna re got, "êrîşkarê xwekuj ciwanek bû ku temenê wî ne bêtirî 15 salan bû, dibe ku ev yek sedema wê yekê be ku bikaribe bigihe hola şahiyan û tawana xwe pêk bîne".

Dê ji nûciwanekî re asan be ku bi dizî derbasî holê bibe di şertûmercên wisa de bêyî ku balê bikşîne, wî got jî, û bikaranîna DAIŞ ji ciwanan re şermezar kir.

girûpê artêşeke mezin ji zarokan bi bin navê "Eşbal el-Xîlafe" ava kiriye ji bo pêkanîna êrîşan ji ber kêmbûna çekdarên DAIŞ ji encama operasyonên serbazî yên ku li dar in, Xoca got.

Ev êrîş tawankariya DAIŞ li ser çend astan piştrast dike, wî got jî, tekez jî li ser "girîngiya rûbirûbûn û jinavbirina [girûpê] ji deverên ku hebûna wê li wan heye li Sûriyê û Iraqê ji bo rawestandina xwînrijandinê kir".

Jin û zarok di nav miriyan de

Wênegirê zemawendê Welîd Mihemed got ku ew mijûlî girtina wêneyên zemawendê bû dema ku wî hest bi teqîneke mezin kir, AFP ragihand.

"Min dît çawa gelek kes dimrin -- zarokên biçûk, kesên bitemen," wî got.

Her yek ji zava û bûkê bi silamet in, lê bav û birayê zavê di êrîşê de hatin kuştin, kesûkarekî got.

"Birînên zava sivik in, û ew ligel hevjîna xwe ya nû li mala kesûkarekî dimînin. Ew naxwaze tu kesî bibîne," wî got. "Bi rastî ew rastî şokê hatine."

Mihemed Kesar, stranbêjê şahiyê, bi zehmetî hewl dida ku negirî dema ku behsa kêliyên piştî êrîşê dikir.

"Ez hîn şokbûyî me. Zarok û jin jî hebûn," wî ji AFP re got.

Hejmara kuştiyan a destpêkî 22 kes bûn, ligel nêzîkî 100 birîndaran, Heval Ebas, birînpêçekî bi Heyva Sor a Kurdî re, got.

Lê belê, hejmara kuştiyan bo 37 kesan bilindbû ji ber ku "birînên hinek ji birîndaran gelekî metirsîdar bûn ji ber parçeyên teqînê yên di laşê wan de", wî ji Diyaruna re got.

Hejmareke mezin ji birîndaran hîn guhdana bijîşkî li nexweşxaneyên herêmê werdigrin, wî got, bi taybet li bajarên Hesekê, Qamişlo û Amûdê, lê belê çar haletên xeterdar bo nexweşxaneya Duhokê li Kurdistana Iraqê hatin veguhestin.

Yek ji birîndarên ku bo Duhokê hat veguhestin mir, wî got.

Yekgirtî li dijî terorîzmê

DAIŞ xelkê Hesekê kirin armanc weke tolhidanekê ji "redkirina wan ji hebûna wê re li ser erdên xwe", endamê Encumena Aştiya Niştîmanî Emar Salih ji Diyaruna re got.

Êrîşkarên xwekuj berî niha gelek êrîş li deverê pêk anîne, wî got, lê êrîşa dawî ya "herî kirêt di nav wan hemûyan de bû".

Zemawend ji aliyê malbateke Kurd a navdar ve hat lidarxistin, wî got, û dihat çaverêkirin ku hol û deverên derdora wê gelekî qerebalix bin.

"Xelkê herêma Hesekê ji hemû pêkhate û etnîkan in," wî got, da zanîn jî ku ew li dijî terorîzmê ne, "ku e cudahiyê navbera Ereb û Kurdan de nake".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500