Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Malbat ji ber birçîbûnê û tundutûjiyê li Hewîceya jêr destê DAIŞ direvin

Xalid Ta'î

Xelkê Hewîce bi basan diçin kampa Leylan a awareyan li Kerkûkê daku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" birevin. [Wêne ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve]

Xelkê Hewîce bi basan diçin kampa Leylan a awareyan li Kerkûkê daku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" birevin. [Wêne ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve]

Bi sedên malbatan rastî hemû cureyên metirsiyê tên daku ji birçîbûnê û hovîtiya hukmê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bajarê Hewîca li parêzgeha Kerkûkê birevin.

Roja 2ê Cotmehê, hêzên ewlekariyê yên Iraqî pêşwaziya bêtirî 500 sivîlan kirin, piraniya wan jin û zarok bûn, li devera Mekteb Xalid a derdora Kerkûkê, berpirsan ji Diyaruna re gotin.

"Ev koçberiya bikom a dawî ya malbatên ji Hewîcaû deverên derdora wê ye, ku ev bêtirî du salan e ku di bin kontrola DAIŞ de ne, Emar Sebah, berpirsê rêveberiya Koç û Koçberan li Kerkûkê got.

Piraniya kesên ku direvin berê xwe didin Mekteb Xalid û herwiha bajarên Daqûq û Dibis, ku li wir ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên pêşwazîkirin û alîkariya lezgîn ji wan re tê pêşkêşkirin, wî ji Diyaruna re got.

"Her dema ku digihin, em xwarin û vexwarinê pêşkêşî wan dikin û herwiha guhdana awarte pêşkêşî birîndar û nexweşan dikin, berî veguhestina wan bo kampên awareyan li parêzgeha Kerkûkê," wî got.

Piştre navên wan derbasî databêzekê tên kirin ji bo wergirtina alîkariya darayî, pêdivî û alîkariya mirovî, Sebah got jî.

"Xwarina embarkirî û pêdiviyên hawarçûnê ji bo 5,000 malbatan li cem me hene û em bi temamî amade ne ji derketina her rewşeke awarte re," wî got.

"Rev take bijarde bû"

Ebû Ebdulla, yê 59 salî, yek ji sedên sivîlan bû ku roja 2ê Cotmehê ji Hewîca reviyan Mekteb Xalid.

Ew rastî "geşteke zehmet û tije-metirsî" hatin, Ebû Ebdulla, yê ku xwest ji ber sedemên ewlehî bernavekî bikar bîne got.

Hîna, "malbat revê û xistina jiyana xwe di xeterdariyê de çêtir ji mayîna li bajar û mirina ji birçîbûnê dibînin", wî ji Diyaruna re got. "Tiştek ji bo xwarinê li cem me nema. Heta xwarinên weke genim û birinc jî yan tune ne yanjî gelekî buha ne."

Ebû Ebdulla got ku buhayê telîsekî şekir ê 50-kîlo milyonek dînarên Iraqî ne ($860); kîloyeke çay bi 150,000 dînaran ($129) e; kîloyek pîvaz bi 6,000 dînaran ($5) e û sabûnek bi 30,000 dînaran ($25) e.

"Şertûmercên me yên jiyanê kambax bûn," wî got. "Elektirîk, ava vexwarinê, derman û tu xizmetên giştî li cem me nebûn."

Derbarê tawanên DAIŞ, tu roj derbas nedibû ku tê de xelk neyên bi darvekirin anjî girtin, wî got.

"Terorîstan malên me dibirin û dest didanîn ser milkên me bi rêya gefxwarina bi kuştinê," wî got.

"Bi darvekirin, celdkirin û recimkirina qurbaniyên DAIŞ li bazar û meydanên giştî dihatin bicihkirin û xelkê nikarîbûn tiştekî li hember hovîtiya terorîstan bikin," wî got.

"Rev take bijarde li pêşiya me bû daku em xwe ji vê dojehê xilas bikin, heta eger jidestdana jiyanê qelenê vê yekê be," wî got jî.

Şertûmercên zehmet

Hejmara malbatên ku ji Hewîca reviyane Kerkûkê ji dema dagirkirina DAIŞ ji bajar re di 2014an de nêzî 20,000 kesan e, Parlementerê Iraqî yê Kerkûkê Xalid Mefrecî got.

Piştî şikestinên DAIŞ li Geyara û Şerqat, girûpê guvaşên xwe li ser xelkê Hewîca zêde kirin, wî ji Diyaruna re got.

"Gelek malbatên reviyayî ku ez bi wan re axivîm behsa îdamkirinên bizdêner û taktîkên tirsêner dikirin ku DAIŞ li dijî sivîlan bikar tîne û heta li dijî endamên xwe jî yên ku ji şer direvin bikar tîne," wî got.

Wan herwiha behsa rewşa mirovî ya "kambax" li nava bajar ji encama kêmbûna xwarinê û buhayên giran û nebûna guhdana tenduristî dikir, Mefrec got.

"Take nexweşxaneya li bajar ji bo dermankirina terorîst û malbatên wan hatiye terxankirin," wî got jî.

"Tu bijarde li pêşiya xelkê ji bilî reva di tariya şevê de nemaye, ku bi rojan û di rêyên sext re dimeşin daku xwe ji dûvçûna DAIŞ ji wan re dûr bixin," wî got. "Tevî vê yekî jî, gelek malbat an hatine girtin anjî bûne qurbaniyên mayînên [DAIŞ ên çandî].

Şênî çaverê ne

"DAIŞ îro li Hewîca qels e," Mefrecî got, anî ziman jî ku vegerandina kontrola li ser bajar "dê derbeyeke mezin li terorîzmê bide".

Şêx Enwer Asî, ku serperiştiya hêzên êlan ên rizgarkirina Hewîca dike, got ku hêzên wî amade ne ji şerê rizgarkirina bajar re.

"DAIŞ xelkê me dikuje û îşkence dike û her tiştî ji wan didize, heta bi nan jî," wî got. "Şertûmercên wan ên jiyanê her roj xirabtir dibin ji ber zordariya van terorîstan."

Asî ji Diyaruna re got ku hêzên êlan amade ne ku beşdarî şer bibin her dema ku çira kesk ji hêzên ewlekariyê yên Iraqî bibin.

"Em dê yên yekem bin ku derbasî bajar bibin," wî got, da zanîn ku, "Hejmarên baş ên xwebexşan li cem me hene û tiştê em bi hewceyê wê ne ji bo şikandina terorîstan çekên bêtir in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500