Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xizmetguzarî baştir dibin û xelkê Felûca divegerin

Ala Husên li Bexdayê

Xelkê Felûca vedigerin bajarê xwe piştî ku xizmetguzarî di demeke kurt de hatine misogerkirin û jiyan vedigere rewşa asayî. [Wêne ji aliyê fermandariya polîsê Enbarê ve]

Xelkê Felûca vedigerin bajarê xwe piştî ku xizmetguzarî di demeke kurt de hatine misogerkirin û jiyan vedigere rewşa asayî. [Wêne ji aliyê fermandariya polîsê Enbarê ve]

Di heman dema ku malbatên aware dest bi vegerê bo malên xwe li Felûca dikin, dezgehên hikûmetê li bajar vegeriyan ser karên xwe û dibistan dest bi tomarkirina xwendekaran bo sala nû ya xwendinê kirin, ku hefteya borî li Iraqê destpê kir.

Ji 17ê Îlonê ve, bi sedên malbatên aware rojane vedigerin Felûca di rewşeke tedbîrên ewlekarî yên tund de ji bo piştrastbûn ku tu endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi dizî derbasî bajar nabin.

Felûca di dawiya Hezîranê de weke rizgarbûyîneke tam hat ragihandin piştî operasyoneke yek-mehî ji aliyê hêzên Iraqî ve bi alîkariya êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî, lê xelkê tenê vê dawiyê dest bi vegerê bo bajar kirin, ku heta rêjeyeke mezin bi kêrî niştecîbûnê nedihat bi sedema wêrankariya mezin û mayînên çandî ji aliyê DAIŞ ve.

Xizmetguzarî êdî berdest in

"Jiyan li Felûca hêdî hêdî vedigere rewşa asayî," qayimeqam Sayir Îsawî ji Diyaruna re got.

Rêveberiyên av û elektirîkê deriyê xwe vekirine û karkerên wan vegeriyane ser kar, û dibistan xwendekaran tomar dikin ji bo sala nû ya xwendinê, wî got.

Kar berdewam e ji bo çakirina dadgeha Felûca, hevdem ajansên ewlekarî ewlehiyê li kolanan diparêzin, wî got jî.

Di herdu hefteyên borî ji Îlonê bêtirî 2,000 malbatên aware vegeriyane , wî got, anî ziman jî ku pêla vegerê dê berdewam be ku hêdî hêdî zêde bibe.

"Em niha rojane bi sedên malbatên aware werdigrin piştî ku me di rojên destpêkê de tenê bi dehan werdigirtin," Îsawî got.

Xelkê aware ne tenê vedigerin taxên bakurî yên Felûca, lê belê niha divegerin taxên başûrî jî piştî ku ji hemû paşmahiyên şer hatin paqijkirin û xizmetguzarî hatin vegerandin, wî anî ziman.

Lê belê, Îsawî got, hîn karekî bêtir pêwîst e ji bo vegeandina asta berê ya xizmetguzariyan piştî hemû wêrankariya ku bajar rastî wê hat di sê salên borî de.

Vegera xelkê dê proseyê "bileztir bike", wî got jî, "ji ber ku bajar tenê bi karînên xelkên xwe yê vegeriyayî dikare were avakirin".

Cîgirê serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbar Falih Îsawî pesnê hemû hewlên xwecihî û navdewletî ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê bo Felûca da.

Rola vê yekê di vegera hêdî hêdî ya jiyanê bo bajar de hebû, wî ji Diyaruna re got.

"Bajarekî mezin weke Felûca, ku hejmara xelkê wê nêzîkî 400,000 kesan e, hîn bi hewceyî piştgiriya hikûmetê û destpêşxeriyên navdewletî yên bêtir e daku vegere rewşa asayî," Îsawî got.

Tedbîrên ewlekarî

"Rewşa ewlekarî li bajar bi temamî aram e û gelekî ji beşên din ên Enbarê baştir e" û herwiha ji deverên din ên welat, fermandarê polîsê Felûce eqîd Cemal Cumeylî got.

"Polîsan yek binpêkirineke ewlekarî ya b jî tomar nekiriye û yekîneyên ewlekarî li ser ferzkirina hukmê qanûnê û desthilata dewletê bi hemû hêza xwe kar dikin," wî ji Diyaruna re got, û bang li "malbatên ku hîn venegeriyane bajarê xwe kir ku di demeke herî zû de vegerin".

Hêzên ji Firqeya 1ê ya artêşa Iraqî, sê fewcên hawarçûnê yên polîsê Enbarê û endamên polîs ên xwecihî berpirsyarên ewlekariya nav bajar in, wî got.

Hêzên heşda eşayirî niha li derdora Felûca hatine bicihkirin, wî got, lê "dibe ku di demeke nêzîk de rê ji wan re bê dayîn ku di nav bajar de bicih bibin, di guhertineke çaverêkirî ya [plana] bicihkirina ewlehî de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500