Di jêrzemîna tarî de ya Hotêla Menbic, Ehmed Osman bi cur'et li odeya ku wî 32 roj tê de girêdayî bi zincîran derbas kirin dinêre, cihê ku ew ji aliyê rêxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve dihat îşkencekirin dinêre.
"Lingên me qet nedigihan erdê. Carinan wan zincîr dihildan û tanîn xwarê" daku bihêlin êş zêde bibe, Osman li hotêla ku bûbû zindan û ji aliyê DAIŞ ve li bajarokê Menbic li Sûriyê dihat birêvebirin ji AFP re got.
"Heta piştî demekê ji serbestberdana me, me nedikarî bimeşin nejî balê bidin tu tiştî," wî got.
Di Tebaxê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) -- hevpeymaniyeke şervanên Kurd û Ereban e -- bajarokê ku dikeve bakurê welatê ku ji ber şer hatiye wêrankirin vegerandin.
Di demên baştir de, Hotêla Menbic a pênc-qatî berê kesên biyanî û Sûrî jî, yên ku dihatin ji bo bênvedanên dawiya hefteyê derbas bikin vedihewandin.
Lê di herdu salên desthilata xwe li Menbic, DAIŞ hotêl kire zindaneke bizdêner ji her kesê ku têgihiştina tund a şerîeta Îslamî ji aliyê girûpê ve binpê bike.
Osman, Erebekî Sûrî di sihsaliya xwe de ye, sê meh li wir di dawiya 2015an de derbas kir piştî ku ew bi hevahengiya ligel çekdarên li dijî DAIŞ hat tometbarkirin.
Xwendekarê berê yê wêjeya Fransî hat berdan piştî kêmbûna delîlên li dijî wî -- û yekser tevlî HSD bû.
Bi liberkirina cilên HSD, Osman ligel AFP vegeriya hotêlê, ku ew gelekî rastî zereran hat di êrîşên asmanî de yên ku piştgiriya êrîşa HSD dikirin.
Ew hêdî hedî derbasî avahiyê bû, û li aliyan dinerî weke ku çaverê dikir ku çekdarekî DAIŞ xwe hilbavêje û wî dîsa bikşîne zîndanê.
Mayina neçarî ya di hucreyên biçûk de
Qata xwarê ya hotêlê ji aliyê cîhadiyan ve hatibû veguherîn bo alozgeheke binerdê ya xwedan şaneyên tarî û hucreyên îşkencekirinê.
"Roja xîlafetê hilhat," nameyeke bidest-neqişandî li ser dîwar xwend.
"Helbet me tu roj li vir nedidît," Osman bi dilşewatî got.
Destbest hîn bi deriyên hesinî yên reş ên hucreyan ve daleqandî ne, ligel derzên nerûpêk di dîwaran de ku rê didan zindankeran ku çavdêriya zindaniyan bikin.
Dîwarê qermîdê pirteqalî bo hucreyên takekesî hatibûn veguhertin, û cilên bitoz-nuxumandî û botlên plastîk hîn li ser erdê avêtî bûn.
Di odeyekê de, botlên ku metrekê dirêj bûn û 50 santîman fireh bûn di dîwar de bûn.
Ev der "ew cih bû ku zindanî çend rojan tê de diman heta ku mukur bên", Osman, ku bi xwe çend roj di derzeke berfireh de hatibû guvaştin got.
Wî got ku girtiyan dikarîbûn tenê bênvedanên kurt bibin daku di dema wan de diviyabû di navbera xwarin û nimêjê de bibijêrin -- û kesên ku taştê li şûna temamkirina nimêja sibehê bijartiba lêdan dixwar.
Osman detê xwe bi qulên zingargirtî li ser dîwarekî spî dirêj kir.
"Ev der cihê daleqandinê bû, li wir wan em didaleqandin," şervanê bireh got.
"Wan li her cihê laşê me, li serên me, li bedena me dixist.... Wan em dikirin tekereke mezin de û piştre li me didan."
Hîn, Osman xwe bişens dibîne -- ji ber ku wî karî sax derkeve û aniha bi tendirustiyeke baş e.
"Hinek bo şeş mehan li hewayê qaleqandî man. Ew ji ber celteyên xwînê êdî nema dikarin bimeşin," wî got.
Hinekên din ku ligel wî zindankirî bûn ji aliyê DAIŞ ve hatin bi darvekirin.
"Wan her tometa ku dixwestin derxistin û xelk serjê dikirin," Osman got.
"Çawa diwêrin ku xwe weke dewleteke Îslamî bidin nasîn?"