Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Jiyan li Şerqata rizgarbûyî edî vedigere rewşa asayî

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî ala Iraqî li ser banê nexweşxaneya giştî ya Şerqat bilind dikin piştî derxistina çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bajar di Îlonê de. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniyê]

Hêzên Iraqî ala Iraqî li ser banê nexweşxaneya giştî ya Şerqat bilind dikin piştî derxistina çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bajar di Îlonê de. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniyê]

Bi tenê çend roj derbas bûne ji dema ku hêzên Iraqî bajarê Şerqat ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, û jiyan lê êdî vedigere rewşa asayî.

Xwendinê vê hefteyê dîsa destpê kir, karmendên dewletê vegeriyane ser kar, bazar bi kelecan û çalakî ne, û xizmetguzariyên avê û yên bijîşkî hatine vegerandin, xelkê ji Diyaruna re got.

Di 22ê Îlonê de, artêşê û hêzên eşîretan Şerqata li parêzgeha Selahedîn di operasyoneke "bilez" de rizgar kirin, qayimeqam Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

"Operasyona rizgarkirinê taybet bû ji ber ku gelek dem nexwar û nebû sedema pêleke mezin a awarebûnê," wî got. "Piraniya malbatan li malên xwe man weke ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn şîretkirin."

Êdî tirs nema

Ziyanên kêm gihane dezgehên giştî, Dewdeh got, anî ziman ku 162 dibistanên bajar, nexweşxaneya giştî, navendên tendirustî û rêveberiyên şaredariyê hemû di rewşeke baş de ne û pêwîstiya wan bi nûkirineke giştî tune ye.

Dezgehên ku ji aliyê terorîstan ve hatin teqandin di heyama piştî dagirkirina bajar de berî du salan ev in: bingeha polîs, avahiya şaredariyê, kolêja perwerdeya bingehîn û dibistana amadeyî ya pîşesazî, wî got.

Gelek sektorên hikûmetê beriya niha dest bi operasyonên nûavakirinê kirine.

"Me dest bi karakirina bingeha avê ya Şerqat bi karîna tam kiriye û niha ava vexwarinê digihe hemû deverên bajêr," wî got.

"Herwiha karekî xurt jibo çakirina xetên tora elektirîkê heye û di heyama çend rojan de em dê bikaribin elektirîkê bikşînin hemû malan," wî got jî.

Hevdem, polîs û hêzên berevaniya sivîl vegeriyane ser karê xwe bi pêşkêşkirina parastinê ji welatiyan re, û tîmên bijîşkî û karmendên sektora xizmetguzariyê jî vegeriyane ser kar.

"Jiyan bilez vegeriya rewşa asayî," Dewdeh got. "Bazaran û dikanan dîsan deriyên xwe vekirine û xelk vegeriyane ser kar û karûbarên xwe yên rojane bêyî ku ji tadayî û zordariya terorîstan bitirsin."

Kêfa xelkê piştî rizgarkirina bajarê wan "nayê wesifkirin", wî got.

"Xelkê dorpêçkirî pêşwaziya hêzên xwe yên ewlekarî bi kêfxweşî û silavan kirin, û terorîzma ku bûbû barek li ser milê wan bû tiştekî ji dema borî," wî got.

Şêniyên aware vedigerin

Bêtirî 12,000 malbatên Şerqat ji bajar reviyabûn navendên awarebûnê li nêzîkî Tikrîtê ji naverasta Hezîranê ve, piştî ku DAIŞ asta zordariya xwe zêde kiribû ji ber ku hêzên Iraqî nêzîktir dibûn.

Ji wan, nêzîkî 500 malbat vegeriyane bajar, Dewdeh got, anî ziman ku di baweriya wî de leza vegerê dê hêdî hêdî zêdetir bibe.

"Niha ewlehî û aramiyeke rêjeyî li Şerqat heye, ku hêzên ewlekarî û şervanên êlan ên Ketîbeya 51ê taxên bajar bi temamî kontrol dikin," Şêx Casim Cebara, serokê komîteya ewlekarî di encumena parêzgehê de, got.

"Niha, hêzên me li pey dijmin dikevin li aliyê rojhilat ji Şerqat bi rêya Çemê Dîcle re. Ew belav bûne û hewlên xwe yên çavdêrîkirinê li wê derê zêde kirine ji bo rêgirtin li her hewlên derbasbûyîna bi dizî ji aliyê terorîstan ve," wî ji Diyaruna re got.

Tîmên endazyariya serbazî herwiha bêtirî 400 bombe û mayînên ku ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatine çandin dema ku paşve vekişiyan rakirine, wî got, anî ziman ku "Şerqat niha bi temamî ji teqemeniyan ewle ye".

Misogerkirina xizmetguzariyan

Madeyên hawarçûnê û berhemên petrolê diherikine bajar, li gorî Cebara, û xetên tora elektirîkê hatine çêkirin û kar li navendên tendirustiyê dîsa destpê kiriye.

Hêzên ewlekarî dest bi tomarkirina malbatên vegeriyayî û piştrastbûn ji agahiyên wan di databêseke ewlekarî de kirine ji bo rêgirtin li hewlên derbasbûyîna bi dizî ji aliyê endamên DAIŞ ve, wî got.

"Xelk niha di bin sîwana zagonê de dijîn û rojên wan hêdî hêdî vedigerin rewşa asayî," wî got jî.

Hêzên ewlekariyê "serkeftineke mezin" li Şerqat bidest xistin, endamê encumena parêzgehê Herdan Lefta got.

"Şerê rizgarkirinê û serkeftina bilez nebû sedema tu ziyanên canî di nav sivîlan, hêzên rizgarker de anjî di jêrxaneyê de, vê yekê hişt ku ew bibe yek ji şerên herî paqij," wî ji Diyaruna re got.

Niha divê girîngî bi hewlên nûavakirinê bê dayîn, Lefta got.

"Di vê qonaxê de, em bi hewceyî her yek ji aliyên hikûmî û navdewletî ne ji bo jinavbirina paşmahiyên DAIŞ û vejandina parêzgehê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500