Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên êlên Enbar 4 lîderên DAIŞ kuştin

Xalid Ta'î

Hêzeke hevbeş ji endamên polîsê Enbar û şervanên êlan dest bi êrîşekê li ser cihên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Amiriyat Felûca dikin. [Wêne ji Arif Cenabî, fermandarê bingeha polîsê Amiriyata Felûca]

Hêzeke hevbeş ji endamên polîsê Enbar û şervanên êlan dest bi êrîşekê li ser cihên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Amiriyat Felûca dikin. [Wêne ji Arif Cenabî, fermandarê bingeha polîsê Amiriyata Felûca]

Hêzên eşîretan li parêzgeha Enbarê, bi piştgiriya artêşê û balafirên hevpeymaniya navdewletî, çar lîderên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li nêzîkî nahiya Bexdadî di dawiya meha borî de kuştin.

Şervanên ketîbeya 3ê ya hêzên heşda eşayirî li nahiyê ew "emîr" di 21ê Îlonê de kuştin, lîderê hêzên eşîretan li nahiyê û serokê encumena şaredariyê Malallah Ubeydî ji Diyarina re got.

"Du ji wan lîderan ji nasnameyên biyanî bûn, lê belê herduyên din Iraqî bûn û em baş wan nas dikin," wî got.

"Me çavdêriya tevgerên wan dikir bi rêya cavkaniyên xwe yên îstixbaratî û cavdêrîkirinê," wî got, anî ziman ku ew di dema lidarxistina civînekê de li girava Dulab li nêzîkî Bexdadî hatin kuştin.

Armancgirtina fermandarên pilebilind ên DAIŞ

Şervanên eşîretan, bi hevahengî û serperiştiya hêzên ewlekarî û bi piştgiriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî, karîn "bi nehênî û bi kûrahî derbasî giravê bibin, bigihin cihê armanc û herçar terorîstan bikujin û dest deynin ser çekên wan", Ubeydî got.

"Terorîstên armanckirî fermandarên bilind ên DAIŞ bûn û bi awayekî rasterast berpirsên rêvebirina operasyonên serbazî û darayî yên rojavayê parêzgeha Enbarê bûn," wî anî ziman.

Mirina wan gurzeke mezin li dijî DAIŞ e û dê "pişta wê bişkîne", wî got, anî ziman ku "hêzên eşîretan piştrast kirin, bi rêya pêkanîna vê erkê taybet, ku ew dikarin rûbirûyî terorê bibin û lîderên wê bikin armanc".

"Şervanên me niha bûne xwedî karînên bilind ên şerkirinê û beşdarbûna wan [di şer de] xwedan bandoreke mezin e di alîkarîkirina hêzên ewlekarî de li ser bidestxistina serkeftinê," wî got jî.

Hêzên êlan, artêş û polîs paqijkirina girava Bexdadî ji DAIŞ bi temamî qedandin, wî got.

"Me devera ku ji bajarokê Berwana heta bi nahiya li ser Firat dirêj dibe û taxa Bakir li rojhilatê Bexdadî dorpêç kiriye," wî got. "Me hemû rê girtin û hemû asêgehên DAIŞ û landikên terorê wêran kirin."

"Em di halê êrîşkirinê de ne û em hemû bi kelecan in ji bo bidawîanîna hebûna DAIŞ li parêzgeha xwe," wî got jî.

Hevahengiya ewlekarî

Operasyona kuştina herçar lîderên DAIŞ "bi hevahengiya hevbeş navbera êlan, rêvebirina Fermandariya Operasyonên Giravê, ketîbeya 7ê ya artêşê û balafirên hevpeymaniyê de" hat pêkanîn, berdevkê Fermandariya Operasyonên Serbazî yên Hevbeş emîd Yehya Resûl got.

"Şervanên êlan li nahiya Bexdadî agahiyên wan ên pêşwext li ser cih û tevgerên van lîderan hebûn," Resûl ji Diyaruna re got.

Tu birîndar di rêzên hêzên Iraqî de nebûn, wî got.

Beşdarbûna şervanên êlan di rizgarkirina operasyona girava Bexdadî de "nayab" bû, Resûl got jî. "Hêzên me karîn kontrola xwe li ser devereke nêzî 35 kîlometrên ducar deynin ku di nav de gund jî hebûn, bi dehên terorîstan bikujin, û gelek bombeyên bidestçêkirî biteqînin."

Ev ne cara yekemîn e ku lîderên DAIŞ ji aliyê hêzên Iraqî ve tên armancgirtin, Recih Berekat Eyfan, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê, got.

"Lê cudahiya vê operasyonê ew e ku lîderên DAIŞ ên di rêza yekemîn de li rojavayê Enbarê kir armanc ku ew berpirsên rêvebirina şer li wan eniyan bûn," wî ji Diyaruna re got.

Operasyonê hişt ku çekdarên DAIŞ yên li deverê mayî birevin bajarokên Enah û Rewahê, ku ew hîn di destê girûpê de ne, wî got.

Hêzên eşîretan piştrast kirin ku piştgiriya wan ji hêzên ewlekarî yên Iraqê re girîng e û ku "ew mişt îrade ne ji bo şikandina terorê li deverên xwe", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Qehremanên Amiriya berxwedanê!

BERSIV BIDE