Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraq rêkarên nû ji bo rêgirtin li fînansekirina terorê dide pêş

Xalid Ta'î

Kabîneya hikûmeta Iraqî bûzkirina malûmlikên girûpên terorîst di rûniştina 18ê Îlonê de pejirand. [Wêne ji bal Bîroya Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî ve]

Kabîneya hikûmeta Iraqî bûzkirina malûmlikên girûpên terorîst di rûniştina 18ê Îlonê de pejirand. [Wêne ji bal Bîroya Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî ve]

Hikûmeta Iraqî gaveke nû ber bicîanîna Qanûna Dijî Sipîkirina Pereyan û Dijî Fînansekirina Terorîzmê ya 2015an avêt bi rêya pejrandina bûzkirina malûmilkên darayî yên girûpên tundrew.

Tedbîra nû, ku di civîna 18ê Îlonê ya kabîneya hikûmetê de hat pesendkirin, hatiye standin ji bo birîna çavkaniyên fînansekirina girûpên tundrew û rêgirtin li çalakiyên wan ên tawankarî.

Ev biryar li gorî Qanûna Dijî Sipîkirina Pereyan û Dijî Fînansekirina Terorîzmê ya sererastkirî hejmar 39ya sala 2015an e, şêwirmendê Serokwezîr Muder Mihemed Salih ji Diyaruna re got.

Qanûn, ku di Îlona borî de kete warê cîbecîkirinê de, hatiye derxistin jibo sazkirina "lîsteyekê ji biryar û zagonên ku berengariya tevgera fînasekirina nerewa bi standard û rêkeftinên navdewletî dikin", Salih got.

"Li gorî qanûnê, niha erkên Iraqê li pêş civaka navdewletî hene jibo standina hemû tedbîrên parastinî û pratîkî jibo qedexekirina fînasekirina terorîstan," wî got.

"Herwiha, divê ew ji ber vê yekê hevahengiyê ligel welatên cîhanê bike jibo pevguhertina agahî û ezmûnê," wî got, anî ziman ku ev yek dê alîkariyê di berengarbûna sipîkirina pereyan de û bikaranîna wan di çalakiyên terorî û tawanên rêkxistî de bike.

Ev gava dawî "cidîbûn û xwesteka Iraqê ya pêşxistina karê hevbeş ligel hemû welatan û ajans û dezgehên navdewletî jibo li pey çavkaniyên fînansekirina kesayet û girûpên terorîst bikeve nîşan dide," wî got.

Girûpên tundrew pereyan bi aweyê dayînan anjî bi awayên din ên neqanûnî dikin tevgerê de, wî got, da zanîn jî ku destdanîn ser van pereyan alîkariya hewlên navdewletî yên zuhakirina çavkaniyên wan ên fînasekirinê dike û rê li ber kiryarên wan ên tawankarî digre.

"Hêzên Iraqî serkeftinên girîng li dijî terorîstan bi dest xistine û karîn bandora wan kêm bikin û wan ji gelek bajaran derxînin," wî got. "Bi biryara xwe ya vê dawiyê, hikûmet îradeya Iraqê ya şerê li dijî terorîzmê piştrast dike, bi rêya her yek ji hêza çekan û kanalên qanûnî."

"Biryareke xurt û rêgirdar"

Pêngava hikûmetê "biryareke xurt û rêgirdar e ku bandorên wê yên girîng li ser ewlekariya navxweyî û navdewletî heye", Parlementerê Iraqî Iskender Witwit, ku di komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parlementoyê de kar dike, got.

"Berengarbûna sipîkirina pereyan bi rêya çavdêrîkirin û dûvçûna hesabên bankî yên nerastî û danûstanên bazirganî û çalakiyên gumandar yek ji tedbîrên girîng ên pêwîst e ji bo jinavbirina çalakiya terorî," wî ji Diyaruna re got.

Girûpên tundrew bi giranî pişta xwe bi "pereyên qirêj" girê didin ji bo fînasekirina çalakiyên xwe û garantîkirina berdewambûna xwe ya herêmî û cîhanî, wî got, anî ziman jî ku qanûna nû dê wan ji dahatên ku dibe bibin çavkaniyeke sereke ji fînasekirina wan re bêpar bike.

"Biryar herwiha rê dide dûvçûn û bûzkirina hemû malûmilkên wan kesên ku bi awayekî qanûnî hatiye piştrastkirin ku destê wan di terorîzmê de heye," Witwit got, ji civaka navdewletî jî xwest ku piştgirî bidin Iraqê û hevahengiyê ligel wê bike ji bo alîkarîkirina wê di berengarbûna sipîkirina pereyan û fînasekirina terorê de.

Alaveke sereke di şerê li dijî terorîzmê de

"Biryara hikûmetê ya ku gelekî dihat çaverêkirin alaveke girîng di şerê li dijî terorîzmê de ye", Parlementerê Iraqî Ebdulselam Malikî, ku di komîteya aborî ya parlementoyê de kar dike, got.

Ev biryar "gaveke girîng e di rêya rast de", wî ji Diyaruna re got, bi taybet ku ligel serkeftinên serbazî yên berdewam li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê tê.

"Ev biryar berengariya çavkaniyên fînansekirina terorê û tevgera neqanûnî ya pereyan dike, û pereyên ku [DAIŞ] ji diziya samanê petrolê yê welat û diziya milkên giştî yên dewletê di heyama dagirkirina bajaran de bidest xistiye bûz dike," wî got.

"Divê em hemû karînên xwe yên niştîmanî bikar bînin ji bo piştrastbûn ji bicîkirina vê biryarê û vekirina şerekî aborî yê demdirêj li dijî terorîstan ji bo bêparkirina wan ji hemû alavên ku ew bi hewceyî wan in daku bimînin û çalakiyên xwe berdewam bikin," Malikî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500