Nûçeyên Iraqê
Topic/Iraq/sectionlead

Hikûmeta Iraqî Felûca ji paşmahiyên şer paqij dike

Xalid Ta'î

Tîmên paqijkirinê yên hikûmetê kolanên Felûca ji paşmahî û bermahiyan paqij dikin piştî şikestina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji bal Weqfa Sunî]

Tîmên paqijkirinê yên hikûmetê kolanên Felûca ji paşmahî û bermahiyan paqij dikin piştî şikestina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji bal Weqfa Sunî]

Hikûmeta Iraqî qonaxa yekem ji pilana xwe ya rakirina paşmahiyên teqîner ên şer ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li pey xwe hiştiy ji kolanên Felûca temam kir.

Di encama van hewlan de, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re gotin, bi hezarên bombeyên bidestçêkirî, otombîlên şewitî û paşmahî ji kolanên bajarê li parêzgeha Enbarê hatin rakirin ji bo vekirina rêya vegerana xelkên aware bo warên xwe.

Tîmên Iraqî herwiha li malan geriyan daku piştrast bin ku teqemenî di wan de tune ne.

Tîmên serbazî û yên şaredariyê çakirina neh taxan li beşê bakur ji bajar temam kirin weke amadekarî ji vegera xelkê aware re, endamê encumena parêzgeha Enbar Mihemed Yasîn got.

Ev tax Hey Eskerî 1 û 2, Şurta, Dubat, Muelimîn, Wehde, Hurda Muhemediya, Cuxeyfî û Şarî Cedîd in, Yasîn got.

Piştî ku bajar ji DAIŞ hat rizgarkirin, wî ji Diyaruna re got, hêzên ewlekarî û rêveberiyên hikûmetê yên pêwendîdar pilaneke ji bo rakirina hemû paşmahiyên şer danîn.

Ligel paqijkirina kolanan û rakirina cebilxaneya neteqiyayî, wî got, plian ji çakirina Felûca û vegerandina xizmetguzariyan pêk tê weke amadekariyekê bo wergirtina malbatên vegeriyayî.

Qonaxa yekem a pilana çakirinê temam bûye, wî got, û taxên bakurî yên diyarkirî niha "ji teqemeniyan baş ewlekirî ne, xizmetguzarî li wan peyda dibin, û amade ne ku xelkê aware werbigrin".

Qonaxa duyem ji planê dê girîngîdan bi hewlên paqijkirin û jinûavakirinê li başûrê Felûca be, Yasîn got.

"Wesayitên rakirina bermahiyan ji wezaretên Avakirin, Pîşesazî, Petrol û rêveberiyên şaredariyê [yên bajar] li deverên başûrê Felûcae dest bi kar kirin," wî got.

"Em hêvîdar in ku proseya nûkirina bajar bi tevahî di heyama mehekê de temam bibe û dê her tişt ji welatiyên ku dixwazin vegerin amade be," wî got.

Şêniyên aware vedigerin warên xwe

Operasyonên vegerandina xelkê bo Felûca di destpêka Îlonê de destpê kirin, Yasîn got, bi vegerana bo deverên Kerma, Seqlawiya, Nesaf û Hasî li gundewarên bajar piştî ku ew ji mayîn û teqemeniyan hatin paqijkirin.

"Di rojên bê de, em dê dest bi vegerandina kesên aware bo navenda bajar bi karwanan bikin," wî got.

Hevdem, qayimeqamê Felûca Îsa Sayir ji Diyaruna re got ku hewlên jinûavakirina bajar bi lezeke xurt didomin.

"Em baş pêşketine weke beşekê ji pilana nûkirina Felûca, û nêzîkî nîvê taxên bajar ji bo vegera şêniyan amade ne," wî got.

Hêzên artêşa Iraqê û rêveberiyên hikûmetê hemû teqemeniyên ku DAIŞ li pişt xwe hiştin rakirine û rêyên sereke û yên lawekî dubare vekirine, wî got jî.

"Me herwiha dest bi şandina avê ji malan re, çêkirina xetên elektirîkê û veguhêzerên ku zerer gihaye wan, nûkirina rêyan û sektorên din ên xizmetguzariyê, û amadekirina dibistanan ji bo wergirtina zarokên awareyan kiriye," Sayir got.

Karê nûkirinê li taxên bakurî hat temamkirin, wî got, û malbatên aware li deverê dest bi vegera bo warên xwe dikin.

Li beşên başûrî yên bajar, hêzên ewlekariyê hîn kar li ser pûçkirina bombeyên bidestçêkirî dikin, wî got.

Hewlên berdewam

Her dema ku taxek ji teqemeniyan tê paqijkirin, ew yekser ji bermahiyan tê paqijkirin û jêrxaneya ku zerer gihiştiyê wê tê çakirin, Sayir got.

Piştre, xelkê aware bo vegerê tên vexwendin.

"Operasyonên vegerandina awareyan bo gundewarên Felûca berdewam in," wî got, ji ber ku tîmên xwecihî deveran bêtir ewle dikin.

Hikûmeta Iraqî hemû hewldanên xwe dike ji bo bilezkirina dubara avakirina Felûca û asankirina vegera xelkê wê, endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan Ubeydî ji Diyaruna re got.

"Paşmahî û teqemeniyên ku terorîstan li pey xwe hiştin gelek in, û dê demeke dirêj pêwîst be ji bo rakirina wan û çakirina jêrxaneya ku zerer gihaye wê," wî got. "Lê bi hewlên hevbeş ên hêzên ewlekariyê û sektorên hikûmetê, me gelek astengî û zehmetî derbas kirin."

Karekî mezin ji bo ewlekirina xizmetên ewlekarî û sereke li û derdora Felûca hatiye kirin, ku rola wî ya rasterast bi vegera xelkê aware heye, Ubeydî got.

"Em hêvîdar in ku dê hemû rêxistin û welat li seranserê cîhanê alîkariya me bikin ji bo temamkirina operasyonên dubare avakirinê li bajarên me û rolekê di peydakirina pêwistiyên xelkê vegeriyayî de bilîzin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500