Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ rastî berxwedaneke cemawerî ya zêde li nêzî Mûsilê tê

Xalid Taî

Hêzên Iraqî ber bi bakur ve pêşve diçin piştî rizgarkirina bajarê Geyara. [Wêne ji bal Yekîneya Dijeterorê ya Iraqî ve]

Hêzên Iraqî ber bi bakur ve pêşve diçin piştî rizgarkirina bajarê Geyara. [Wêne ji bal Yekîneya Dijeterorê ya Iraqî ve]

Piştî du salan ji azarkêşîna li jêr desthilata tund a "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), xelkê nahiya Hemam Elîl li başûrê Mûsilê li dijî girûpê serî hildane, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Di dawiya Tebaxê de, piştî ku hêzên Iraqî Geyara ya li başûrê nahiyê rizgar kirin, xelkê Hemam Elîl dest bi zêdekirina pêkanîna êrîşên tolhildêr ên li dijî çekdarên girûpê kirin.

Di bersivdayînê de, DAIŞ tedbîrên tund li ser xelkê nahiyê ferz kirin, bi dehan digirtin û ew dixistin zindanan de yanjî ew bi bêserûber îşkence dikirin, berpirsên xwecihî gotin.

Serhildana li dijî DAIŞ

"Piştî şikestina wê ya mezin li Geyara, DAIŞ îro rastî serhildanekê ji aliyê xelkê xwecihî ve tê, ku ji ber serkeftinên artêşê hatine handan ku çekan hilbigrin û li dijî terorîstan bisekinin," serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Mihemed Îbrahîm got.

"Xelkên hêrisbûyî dest bi bersivdayîna DAIŞ kirin ji ber tawan û binpêkirinên ku wê di herdu salên borî de li dijî wan pêk anî," wî ji Diyaruna re got.

Di dawiya Tebaxê de serhildêran zincîrek ji êrîşên çekdar ên ku kombûnên DAIŞ kirin armanc pêk anîn û di encamê de şeş çekdarên girûpê mirin, wî got, ev yek tolhildaneke tund bû ji DAIŞ re.

Îbrahîm got ku di baweriya wî de "pêşketina berdewam a hêzên ewlekariyê ber bi Hemam Elîl ve dê serhildana şêniyan xurtir bike û dê wê veguherîne nerazîbûneke cemawerî ya mezin, weke ku li Geyara çêbûbû".

Li Geyara, wî got, xelkê hêrsdar bingehên DAIŞ şewitandin û çekdarên girûpê girtin her bi derbasbûyîna yekîneyên serbazî yên destpêkê bo nav bajar.

"Em çaverê dikin ku dîmena serhildanê xwe dubare bike," wî got. "Xelkê Hemam Elîl dê nêzîk kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina deverê ligel birayên xwe yên di artêşê de nîşan bidin, û ala Iraqî dê li ser avahî û malên bajêr bê bilindkirin."

"Di heman demê de, gerek hemû tedbîrên parastinê yên girîng bên standin ji bo rêgirtin li ber tu kiryarên kînedar ên terorîstan li dijî xelkê û milkên giştî bikin," Îbrahîm got.

Piştgiriya mezin ji hêzên Iraqî re

Xelkê nahiya Hemam Elîl bi temamî amade ne ku piştgiriya hêzên rizgarker bikin, rêveberê nahiyê Xelef Cibûrî got.

"Hemû welatî îro amade ne ku piştgiriya artêşê û hêzên polîsan bikin, û dibe ku şoreşeke giştî ya berfireh li nahiyê çêbibe dema ku hêzên rizgarker bigihin," wî ji Diyaruna re got.

Xelkê gelek zehmetî li ser destê DAIŞ kişandin, wî got, weke ku bi rêya siloganên nû ku li ser dîwarên bajar rojane tên nivîsandin xuya dibe, ku karên girûpê şermezar dikin û soza tolhildanê didin.

Weke hevokên "roja te nêzîk e" û "mirin ji DAIŞ re", wî got.

"Xelk li benda gihiştina artêşê ne daku dest bi serhildana xwe ya mezin li dijî terorîstan bikin," Cibûrî got.

Niha, wî texmîn kir, tenê bi dehên endamên DAIŞ nahiyê kontrol dikin, ji ber ku yên din "an di şerê rizgarkirina Qeyara de hatine kuştin an jî reviyane bajarê Mûsilê".

Hêza lawazbûyî ya DAIŞ

"Ew zilamên DAIŞ ên mayî êdî nikarin xalên kontrolê li deverê deynin ji ber ku gelekî kêm in û ditirsin ku bibin armanceke xuya ji balafirên artêşa Iraqê û hevpeymaniya navdewletî re," wî got.

Tenê çend saet ji artêşa Iraqê re mane ku ji Geyara bigihe nahiyê, Cibûrî got, da zanîn ku ew li gorî "pilaneke serbazî ya ku baş hatiye danîn" dimeşe.

"Rewşa giştî li Hemam Elîl germ dibe, ji ber ku xelk nema jiyana bin kontrola DAIŞ tehmûl dikin û dixwazin ku bilez ji vê kabûsê xilas bibin," endamê encumena parêzgeha Nînewa Elî Xudeyir got.

"Ez piştrast im her dema ku artêş bigihe wê derê, xelkê dê derseke ku nayê jibîrkirin bidin zilamên DAIŞ û şerê rizgarkirina bajarê xwe di demeke kurt de û bi kêmtirîn zerer yekalî bikin," wî ji Diyaruna re got.

"Bi nêrîna min, DAIŞ îro tiştek ji dema borî ye, ji ber ku piraniya dever û bajarên ku dagir kiribûn ji dest daye, herwiha çekdar û fermandarên xwe yên meydanî yên xurt, û êdî tu hêza wê ya berçav li ser zemînê tune ye," Xudeyir got.

"Bîdawîbûna wê tenê meseleya demê ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500