Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq xalên kontrolê yên Bexdayê kêm dike

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî deverê ji serdankerên mezargeha Îmam Kazim re li Kazimiya Bexdayê ewle dikin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî deverê ji serdankerên mezargeha Îmam Kazim re li Kazimiya Bexdayê ewle dikin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî dest bi rakirina xalên kontrolê yên ewlehî yên hundirîn ji hejmarek ji kolananê Bexdaya paytext kirine, di gavekê de ku pispor wê weke nîşaneke karîn û karê îstixbaratî yên pêşketî dibînin.

Bi dehên xalên kontrolê yên ewlehî ev bi salan e ku li Bexdayê hatine danîn, û serbaz anjî polîs li ser wan disekinin, weke hewlekê ji bo rêgirtin li ber êrîşên ku ji aliyê girûpên tundrew yên mîna "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve tên pêkanîn.

Ligel astengkirina trafîkê, xalên kontrolê biserneketin ku êrîşên li paytextê bidawî bikin, pisporan got.

Fermandariya Operasyonên Bexdayê vê dawiyê dest bi rakirina xalên kontrolê yên ewlehiyê ji hejmarekê ji kolanên sereke yên bajar kirin, fermandarê Firqeya Piyade ya 6ê lîwa Ehmed Salim ji Diyaruna re got.

"Firqeya Piyade ya 6ê, ku di çarçoveya Fermandariya Operasyonên Bexdayê de kar dike, heta niha bêtirî 25 xalên kontrolê ji çend cihên diyarkirî li paytextê rakirine, û ew kirine cihên ewlehî yên demkî yanjî bi temamî xwe ji wan xilas kirine," wî got.

Bêtirî 75 kolanên sereke û lewekî dubare hatine vekirin, wî got, anî ziman jî ku ev gav li ser bingeha xwendina hûrbîn a rewşa ewlekarî li van deveran pêk hat.

Hêzên ewlekarî di dema bê de dê li şûna vê yekê girîngiyê bidin karê îstixbaratî ji bo rawestandina girûpên tundrew ên tundutûj û rêgirtin li ber êrîşên tawankarî, Salim got.

Îstixbaratên pêşketî

Operasyonên li ser bingeha agahiyên îstixbaratî gelek êrîşên terorî li paytextê pûç kirine û gelek can parastine, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Operasyona îstixbaratî ya pêşwext a herî sereke vê dawiyê pûçkirina hewleke DAIŞ a teqandina kamyoneke bombekirî li devera Kadimiya ya Bexdayê bû di dema serdaneke olî de bo mezargeha el-Îmameyn el-Cewadeyn," wî got.

"Hêzên rêveberiya îstixbarata serbazî karîn, bi rêya çavkaniyên bawerpêkirî, bigihin cihê kamyona bombekirî," Resûl got.

Yekîneyeke îstixbaratî dever ewle kir -- parkek li Dora li başûrê Bexdayê -- û ajovan girt, wî got, û tîmên endazyarî yên Fermandariya Operasyonên Bexdayê madeyên teqîner pûç kirin.

Lêpirsîna polîsan ligel ajovan bû sedema girtina tora li pişt êrîşa pilankirî, Resûl got, da zanîn jî ku wan da pey xwekujê ku dixwest xwe biteqîne û ew di teqekirinekê de kuştin.

Di operasyoneke ewlehî ya din de, hêzekê ji rêveberiya îstixbarata serbazî kamyonek li parêzgeha Diyala girt ku ji bo veguhestina çek û teqemeniyan bo Bexdayê hatibû amadekirin, Resûl got jî.

Kamyon bi kemiyeke mezin ji topên hawin, rokêt û kemberên bombekirî barkirî bû, wî got.

Piştgirî ji rakirina xalên kontrolê re

Endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Bexdayê Saed Metlibî ji Diyaruna re got ku ew piştgiriya rakirina xalên kontrolê yên ewlehiyê li Bexdayê dike.

Bêtirî 170 xalên kontrolê li seranserê paytextê hene, wî got, di nav de xalên kontrolê yên sereke li navenda bajar û hinekên din li derdorê.

"Divê girîngî bi pişkinînên li dergehên paytextê bê dayîn li şûna danîna xalên kontrolê li nava bajêr," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500