Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bi awayekî bê serûber şêniyên Babê binçav dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîre

Sivîlên Sûrî ji Babê li parêzgeha Helebê direvin piştî ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" kontrola xwe li ser bajar tundtir kir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Al-Bab Al-Hedes]

Sivîlên Sûrî ji Babê li parêzgeha Helebê direvin piştî ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" kontrola xwe li ser bajar tundtir kir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Al-Bab Al-Hedes]

Piştî şikestina wê li bajarê Menbic li bakurê Sûriyê, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dest bi nîşandana hêza xwe li bajarê Bab ê nêzîk kiriye, şêniyên bajêr û çalakvan ji Diyaruna re dibêjin.

Li nav û bajarê li parêzgeha Helebê û derdora wî, endamên DAIŞ zilam û xortan bi awayekî bêserûber digrin, bi taybet ên Kurd, û wan dibin cihên nenaskirî, wan got.

Herwiha, wan got, DAIŞ dest daniye ser piraniya malên şêniyên ku ji deverê reviyane, û wan weke cihên hewandina endamên xwe yanjî cihê hewandina malbatên wan bikar tîne.

Tengavkirina şêniyan

DAIŞ li Babê teng dike piştî ziyanên ku gihiştine girûpl li Menbicê , çalakvanê medyayî Tariq Ehmed, rêveberekî rûpela Facebookê ya Al-Bab Al-Hedes, ku nûçeyên herêmî û pêşketinên serbazî belav dike, got.

Girûpê berê xwe daye Kurdan bi taybetî, wî ji Diyaruna re got, ku dibe ku ew bê sedem werin girtin.

DAIŞ dixwaze hejmara herî zêde ji Kurdan kom bike daku weke mertalên zindî bikar bîne dema ku şerê rizgarkirina bajar destpê bike, wî got, anî ziman jî ku piraniya kesên ku li deverê dimînin cotkar in anjî malbatên ku pereyên wan ên jibo revê tune ne.

Li gorî Ehmed, girûp êrîşî gundên li derdora Babê dike û girtinên bêserûber pêk tîne, di hin haletan de tevahiya kesan digre, ji ber ku hin gund ne bêtirî 200 kesan in.

"Di hin haletan de ew tenê civakên cotkariyê yên biçûk in," wî got. "Ti kes bi temamî nizane girûp berê girtiyan dibe ku derê."

Endamên DAIŞ digrin ser malan û li telefonên zîrek digerin, wî got jî, piştî girtina kafêyên enternetê li bajêr û qedexekirina mohletdayîna peydakerên înternetê.

Grûpê herwiha li xelkê qedexe kiriye ku satelîtan bikar bînin, wî got, û digre ser malan daku li resîverên satelîtan bigere.

"Vê yekê hiştiye ku Bab û gundewarên wê ji cîhana derve nîv-qutkirî bin, ji ber ku tu kes li hundir ji nûçeyên cîhana derve agahdar nabe, û hejmareke gelekî kêm [li derve] dizanin çi li hundir diqewime," wî got.

Hebûneke mezin a DAIŞ li Babê

Berpirsên serbazî yên li deverê dibêjin ku hebûneke mezin a endamên DAIŞ li Babê heye.

Piştî ku DAIŞ ji Menbic vekişiya, bi sedên çekdarên wê berê xwe dane Babê, ku li wir tevlî bi dehên din ên ku ji Ra'î ya nêzîkî sînorê Tirkiyê hatine bûn, fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê Ebû Îbrahîm, ku navekî kod bikar tîne ji ber ku li ser selametiya xwe ditirse, got.

Hejmarek ji tabûrên opozîsyonê ku li jêr ala Artêşa Azad şer dikin vê dawiyê DAIŞ ji Ra'î derxistin.

Ebû Ibrahîm ji Diyaruna re got ku di baweriya wî de hejmara mezin a çekdarên DAIŞ li Babê "nîşana nêzbûyîna şerên tund e" eger nîşana derbasbûna bajar hat dayîn.

Sivîlên ku ji aliyê girûpê hatine revandin dê bibin asteng li pêş her operasyoneke serbazî "û helbet dê girûp berê xwe bide wê yekê ku wan weke mertalên zindî bikar bîne ji bo dirêjkirina şer anjî ji bo ewlekirina vekşiyana endamên xwe", wî got jî.

Ev yek berî niha di şerên Menbic de rû da , wî got.

DAIŞ sîxurên xwe li seranserê Bab bicih kirine ji bo komkirina agahiyan ji bo girtina wan kesên ku revên ji deverê organîze dikin anjî pêwendiyê ligel cîhana derve dikin, wî got.

"Îdamkirin li bajar û gundewarên wî li dijî kesên gumanlêkirî bi pêwendîkirinê ligel her hêzeke dijberî DAIŞ tên lidarxistin, ku ew kes bi kafirbûnê tên tometbarkirin," Ebû Îbrahîm got.

Cezaya kafirbûnê bi piranî îdamkirin e, "li gorî wan qanûnên ku DAIŞ danîne", wî got.

Hewlên hewandina awareyan

"Tîmên Heyva Sor hewlên xwe ji bo hewandina awareyên ji bajarê Babê û gundewarên wê berdewam dikin, û kamp ji hejmarên mezin ên welatiyên ku ji DAIŞ direvin re ava kirine," Azad Dudekî, ku serokê tîma Heyva Sora Kurdî ya ku li kantona Efrînê kar dike, got.

Ew kar li ser peydakirina çadir herwiha xwarin û pêdiviyên bijîşkî li nêzîkî Efrînê dike, wî ji Diyaruna re got.

Kampên sereke tije ne, wî got, lê belê kampên nû hewceyî karekî bêtir in ji aliyê jêrxane û xizmetan ve mîna peydakirina ava vexwarinê.

"Hinek rêxistin hewl didin pêdiviyên sereke weke sebetên xwarinê ku her du hefteyan carekê tên belavkirin peyda bikin," wî got. "Lê belê gelek malbat li devera navbera gund û gundewarên Efrînê de belav bûne, ev yek jî erkê hewandina wan û peydakirina alîkariyê ji wan re zehmet dike."

Derbarê rewşa bijîşkî, Dudekî got ku Heyva Sor hejmarek ji bingehên sabit li kampên mezin ava kiriye, û tîmên gerok jî birêve dibe ku ew serdana deverên ku aware lê kom bûne dikin û derman û vaksînan pêşkêşî wan dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500