Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êdî jiyana normal li Geyara nûrizgarbûyî vedigere

Ala Husên li Bexdayê

Şêniyên bajarokê Geyara yê parêzgeha Nînewa pêşwaziya hêzên Iraqî li bajarên xwe dikin û kêfxweşiya xwe bi şikandina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" nîşan didin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniyê ya Iraqî vê]

Şêniyên bajarokê Geyara yê parêzgeha Nînewa pêşwaziya hêzên Iraqî li bajarên xwe dikin û kêfxweşiya xwe bi şikandina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" nîşan didin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniyê ya Iraqî vê]

Piştî jiyana bêtirî du salan di bin dorpêça "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de, şêniyên bajarokê Geyara yê li başûrê Nînewa dîsan rotîna rojane jiyan dikin û alîkariya hêzên Iraqî di vegerandina aramiyê de dikin.

Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî meha borî rizgarkirina temam a devera berhemhênera petrolê ragihand, û rizgarkirina Geyara weke "gaveke girîng ber bi bidestxistina armanca mezintir a vegerandina Mûsilê ve," wesif kir.

Di demekê de ku hêzên hevbeş ên artêşê û ajansa dijeterorê rêya xwe ji bo nav kolan û taxên Geyara di 25ê Tebaxê de çêkirin, şêniyan ew bi silav û şahiyan pêşwazî kirin.

"Kêfa şêniyan û hêzên ewlekariyê kêfa serkeftinê ye, ya ku em îro dikarin li ser rûyên hem xort û hem bitemenan bibînin," serokerkanê fermandariya operasyonên taybet ên artêşa Iraqî eqîd Felah Fadil ji Diyaruna re got.

"Em ji xelkê xwe re li Iraqê dibêjin ku serkeftina li tevahiya welat nêzîk e," wî got. "Mûsil ne dûrî Geyara ye û dê di demeke nêzîk de ji DAIŞ were rizgarkirin."

"Xelk destpêkê bitirs bûn ji ber ku wan texmîn nedikir ku hêzên ajansa dijeterorê di demeke kurt a wisa de derbasî bajar bibin," lîwa Hazim Kerîm got, anî ziman jî ku çekdarên DAIŞ tenê di du rojan de ji Geyara hatin derxistin.

"Lê dema em derbasî navenda bajar û kolana sereke bûn, şêniyan bi silav û çepikan em pêşwazî kirin," wî ji Diyaruna re got.

Xelk alîkariya hêzên Iraqî dikin

Iraqî bilezûbez alîkarî ji hêzên rizgarker re pêşkêş kirin, û dest bi dayîna agahiyên ewlekarî yên nirxdar derbarê cihê bombeyên bidestçêkirî, malên bombekirî û xaniyên ewle kirin, Kerîm got.

Ev xaniyên ewle weke baregehên berê yên DAIŞ û weke cihê hewandina çekdarên biyanî yên girûpê dihatin bikaranîn, wî got.

Sivîl "me ber bi avahiyên ku endamên girûpa terorîst berî ku birevin derveyî bajar li wir hatibûn bicihkirin rêber dikin", wî got.

Hêzên Iraqî, bi piştgiriya xelkê xwecihî û agahiyên ewlekarî, 15 endamên DAIŞ ku li bajar mabûn girtin, wî got, lê belê bi dehên din reviyan devera Hûd, li bakurê Geyara.

"Piştgiriya xelkê ji hêzên ewlekarî re nayê bawerkirin," Muqedem Elî Husênî, fermandarê fewca dijeterorê ya Necef ku di operasyona rizgarkirinê de beşdar bû, got.

Hinek berê hêzên Iraqî didin cihê endamên mayî yên DAIŞ, wî ji Diyaruna re got, û hinekên din paşmahiyên girûpê radikin, nîşanên wê jêdikin û silogan û sembolên wê li ser dîwarên avahiyan bi boyaxê reş dikin.

Hejmareke mezin ji karmendên hikûmetê roja piştî vegera Geyara vegeriyan ser kar, wî got jî, daku xizmetguzariyên av û elektirîkê bi bilez dubare li bajar misoger bibin.

Şêniyên din alîkariya hêzên Iraqî û tîmên endazyarî yên Wezareta Petrolê di vemirandina agirên ku DAIŞ li bîrên petrolê yên Geyara pêxistin berî rizgarkirina deverê dikin, Husênî got.

"Ev hemû asta daxwaza Iraqiyan a avakirina welatê xwe bin ala dewleta Iraqî û parastina artêşa Îraqî de diselmîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500