Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tîmên agirkujandinê yên Iraqî agirê bîrên neftê li Geyara vedimrînin

Xalid el-Tayî

Dumana reş ya agirên bîrên neftê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" vêxistibû asmanê Geyara li parêzgeha Mûsilê tijî dike. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî ve].

Dumana reş ya agirên bîrên neftê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" vêxistibû asmanê Geyara li parêzgeha Mûsilê tijî dike. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî ve].

Ev du hefte ne ku tîmên endazyarî yên Iraqî ji bo vemirandina agirên di şeş bîrên neftê de li Geyara kar dikin, ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) agir bi wan xist dema ku hêzên rizgarker li deverê meha borî pêşve diçûn.

Ji dema ku hêzên Iraqî dîsan kontrola bajarokê parêzgeha Nînewe roja 23yê Tebaxê vegerandin tîmên endazyarî yên Wezareta Neftê gelek kar ji bo vemirandina agirên ku asman bi ewrên dumana reş girtibûn dikin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Dema çekdarên dawî yên DAIŞ ji bîrên û saziyên neftê yên Geyara hatin derxistin wezarat hat daku kontrola agir bike, berdevkê wezaretê Asim Cihad ji Diyaruna re got.

"Piştî ewlekirina deverê, tîmeka endaziyarî û teknîkî ya şareza ji Kompanyaya Nefta Bakûr bi westayên xwe çûn cihên agirê ku bi çend deverên neftêketiye û asman bi dûmana reş girtiye," wî got.

Tevî rewşa kar a xeternak, wî got, tîmê "kar bi awayeke baş kir û karî piştî hewilên mezin agirê şeş zeviyan vemirîne".

Tîmê karî ku nehêle neft bimeşe taxên niştecihbûyî û agir ji bo rêjeyeke berfireh belav nebe, wî zêde kir.

DAIŞ parçeyên zeviyan li Geyara kolaye û mişt nefta xav kiriye, wî got, û "tiştek ku weke çiravên neftê diyar bûn" çêkirin daku belavbûna agir bilez be û zererên zêdetir çêbin.

Hîn agir li sê zeviyan ku li deverên pevçûnên ligel çekdarên DAIŞ bûn hene, wî got, da zanîn jî ku tîmên wezaretê li bendê diman û dema ev dever hatin ewlekirin yekser wan ji bo vermirandina agir kar kir.

Wezaret dixwaze ku planekê ji bo nûavakirin û tamîrkirina hemu zeviyên ku ziyan di şewatê de dîtine amade bike, wî got, bal jî kişand ku Geyara yek ji girîngtirîn zeviyên neftê yên Iraqê ye.

Pêşiya êrîşa DAIŞ, wezaratê kar ji bo pêşxistina Geyara û zêdekirina karîna berhemdayîna wê dikir, Cihad got.

Çêkirina agir ji bo astengîkirin li pêşveçûna Iraqiyan

DAIŞ agir bi zeviyên neftê xist "daku astengî li pêşveçûna hêzên me bike û rê nede topavêj, hêzên asmanî û hevpeymaniya navdewletî ku armanca cihên wan bikin", berdevkê Fermandariya Operasyonên Nînewe emîd Fîras Beşar el-Sebrî got.

"Lê ew yek ji terorîstan re çênebû û me karî dîsan wan bişkînin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên ser bi Fermandairya Operasyonên Nînewe parastina tîmên endaziyriyê dikin ku ew berpirsên vermirandina agir in û alîkariya karên wan kirin, wî got, bal jî kişand ku dora 85% ji agir aniha di bin kontrolê de ye.

Hêzên ewlekairyê 100 bombeyên bidestçêkirî ku DAIŞ di kolan û avahiyên giştî de çandibûn rakirin û bi awaeyekî ewle 40 otomobîlên bombekirî teqandin û heft malên bomberêjkirî paqij kirin.

"Jiyan li Geyara êdî dîsan normal dibe," el-Sebrî got. "Bingeha polîsan careke din vebû û bingeh pêşve diçe."

Rêxistinên mirovî û yên hawarçûnê derbasî bajarok bûn û dest bi pêşkêşkirina alîkairyê ji niştecihan re milbimilê hêzên Iraqî kirin, wî anî ziman jî.

Bombeyên bidestçêkirî û hewilên vermirandina agirê

Hejmara mezin a bombeyên bidestçêkirî û mînan li devera ku agir bilind bûbû yek ji zehmetirîn astengî bû ku rastî hewilên vermirandina agirê bû, cîgirê parêzgerê Mûsilê Hisên Elî Hacim ji Diyaruna re got.

"Terorîstan li derdora zeviyan teqemenî çandin û lazim bû ew beriya destpêkirina proseya vermirandina agir bên hilgirtin, daku tîma vermirandina agir û tevgera wesayit û alavên wan ewle be," wî got.

Yekîneyên endaziyarî yên serbazî hevahengî ligel tîmên Wezareta Neftê kirin daku kar bilez bikin, bi taybet ji ber ku agir bi mesafeta bi dirêjahiya 20 kîlomitran ji çar-rêya Geyara heta bi gundê Hûd belav bûbû.

DAIŞ siyaseta erda şewitî bikar tîne, Hacim got, zelal kir jî ku dema girûpê hest bi dawiya xwe kir, çekdarên wê karên têkdanê kirin, cihên giştî û taybet wêran kirin.

"Beriya derbasbûna hêzên ewlekariyê, wan Geyara di bi neftêde hiştibû ew jî bi valakirina herî kêm 300 tonê neftê li ser parçeyên mezin ên zeviyan," wî got. "Dever tije çiravên neftê bû."

Agir ewrên ji dûmanên reş ên ku asmanê Geyara tarî kiribûn çêkir û dîtin ji bo çend rojan tune bû, wî anî ziman jî.

Niştecihên deverê ku dora 300,000 kesî ne bi zehmetî nefes dikişandin, wî got, û bang li desthilatan kir ku hemu corên karên parastinê bikin ji bo parastina xelkê Nîneweyê ji girûpê û karên wan ên bêhêvî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500