Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Selahedîn rê li vegera malbatên çekdarên DAIŞ digre

Xalid Tayî

Xelkê Selahedîn kêfa xwe bi şikestina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li parêzgeha xwe di Nîsana borî de nîşan didin. [Wêne ji Casim Cebaram, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgehê]

Xelkê Selahedîn kêfa xwe bi şikestina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li parêzgeha xwe di Nîsana borî de nîşan didin. [Wêne ji Casim Cebaram, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgehê]

Malbatên endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku piştgiriya kurên xwe di tevlîbûna wan bo grûpê de dê rê ji wan re neyê dayîn ku vegerin deverên xwe li parêzgeha Selahedîn bo demeke ne kêmî 10 salan, encumena parêzgeha Selahedîn 30ê Tebaxê ragihand.

Biryar cemidandina malûmilkên her kesê ku bi tevlîbûna DAIŞ hatiye tawanbarkirin jî lixwe digre, di nav de milkên niştecîbûnê, yên çandiniyê û xanûber û otombîl, endamê encumena parêzgeha Selahedîn Herdan Lefta got.

Ev tedbîr piştî şêwirên dûrûdirêj hat ku di çend civînên encumenê yên îsal de hatin behskirin, ku di wan de nûnerên ajansên ewlekariyê yên corbicor beşdar bûn, wî ji Diyaruna re got.

"Biryar dixwaze ku rê li vegera kesên ku terorîstan vedişêrin bigre ligel rêgirtin li hewlên derbasbûna bi dizî ya çeteyên DAIŞ di bin her bergî de ji bo têkdana ewlehiya wê û çêkirina metirsiyê li ser selametiya xelkê," Lefta got.

Ev tedbîr li ser malbatên ku xwe ji kurên xwe yên ku tevlî DAIŞ bûne bêrî kirine, xeber dane desthilatên ewlekarî yan jî ku soz dane ku wan xweyî nekin nayê bicihkirin, wî got.

Herwiha bang li desthilatên dadgehkirinê jî kir ku endamên DAIŞ ceza bikin, dozên li dijî wan bilez temam bikin û cezayên dadmend tenê ji bo tawanên ku pêk anîne bidin wan, wî got.

"Ligel vê gavê em dixwazin aramiya parêzgehê biparêzin û wê ji zererê dûr bixin," wî got. "Kes naxwaze vegere wan rojên reş dema ku DAIŞ çarenivîsa xelkê kontrol dikir."

"Terorîzm tişteke ji dema borî ye û niha çavên me li nûavakirina deverên me ye," wî anî ziman jî.

Destnîşankirina malbatan

Komîteyeke hevbeş ji endamên encumena parêzgehê û ajansên ewlekariyê dê bê pêkanîn ji bo destpêkirina proseyên destnîşankirina terorîstan û endamên malbatên wan, Casim Cebara, serokê komîteya ewlekariya encumenê, got.

"Em dê databêsekê ya hemû malbatên ku endamên wan tevlî DAIŞ bûne û yên ku hatiye piştrastkirin ku alîkariya wan kirine, destek dane wan û ew veşartine çê bikin," wî ji Diyaruna re got. "Ev dê nikaribin vegerin deverên xwe li parêzgehê û niha rastî cezayên qanûnî tên."

"Bi rêya standina van tedbîrên ewlekarî, encumen dixwaze ku ewlekariyê li parêzgehê xurttir bike," wî got.

"Hiştina [vegera van malbatan] dê me vegerîne çargoşeya yekem û şaneyên veşartî yên terorîstan vegerîne," wî anî ziman jî.

Belavbûna bilez a endamên DAIŞ li Selahedîn piştî ku grûpê Mûsil di sala 2014an de dagîr kir encama şaneyên veşartî li parêzgehê bû, parlementerê Iraqê yê Selahedînê Bedir Fehil got.

Biryara encumenê dê li ser endamên malbatê yên rasterast bê bicihkirin -- bav, dayik û xwîşk û bira, wî ji Diyaruna re got.

Parastina ewlehiyê

"Niha ku parêzgeh ji terorîstan hatiye rizgarkirin, berpirsên xwecihî dixwazin ku rê li ber wan bigrin ku ti derfetekê îstixlal bikin daku cihê lingê xwe çêbikin ji bo têkdana aramiyê û berdewamkirina çalakiyên xwe yên tawankar li deverên ewle," wî got.

Çarenivîsa endamên DAIŞ û endamên malbatên ku piştgirya wan kirine niha "di bin destê hêzên ewlekarî û dadgehê de ne", Fehil got.

"Cihê terorîstan an jî malbatên wan li parêzgeha me tune ye." niştecihê Tikrîtê Hesen Cibûrî got.

"DAIŞ em aware kirine, deverên me wêran kirine û hemû tiştên heram helal kirine," wî ji Diyaruna re got. "Em naxwazin ku ti kesê ku pêwendiya wî ligel terorîstan hebe vegere."

Biryara encumenê gaveke gelekî girîng e "ji bo misogerkirina dewambûna aramî û ewlehiyê li parêzgehê", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500