Nûçeyên Iraqê
Ol

Artêşa Rizgarkirina Şîe ya Îranê dibe sedema hêrseke herêmî

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

Kesekî Iraqî ji milîseke Îranî yê ku tiştek li serê werdaye ku wêneyên serkêşê Îranî yê bilind, Ayetulah Alî Xamineyî, û melayê Şîe yê dawî Ayatulah Sadiq el-Sedir li ser in. Li gorî ragihandinan mîlîsên li Iraq û Yemenê bi piştgiriya Feyleqê Pasdarên Îranî di yek pêgehê de tên yekirin bi navê Artêşa Rizgarkirina Şîe. [Ehemed el-Rubeyî/AFP]

Kesekî Iraqî ji milîseke Îranî yê ku tiştek li serê werdaye ku wêneyên serkêşê Îranî yê bilind, Ayetulah Alî Xamineyî, û melayê Şîe yê dawî Ayatulah Sadiq el-Sedir li ser in. Li gorî ragihandinan mîlîsên li Iraq û Yemenê bi piştgiriya Feyleqê Pasdarên Îranî di yek pêgehê de tên yekirin bi navê Artêşa Rizgarkirina Şîe. [Ehemed el-Rubeyî/AFP]

Di hevpeyvînekê de ku 18'ê Tebaxê Ajansa Nuçeyên Maşreg a li Tehranê, ajanseke Pasdaranên Îranê, belav kiriye Emîd Mihemed Elî Felekî pêkanîna Artêşa Rizgarkirina Şîe (ARŞ) bi fermandariya fermandarê Hêza Quds lîwa Qasim Suleymanî ragihand.

Çêkirina ARŞ dê nerehetiyên tayifgerîî zêde bike û ewlehiya herêmê bixe metrisiyê de, ji ber armanca wan hilgirtina nasnameya neteweyî ji Şîeyan e û birîna têkiliyên wan ên ligel endamên tayifên din ên ku civakê pêk tênin e, zanayên olê û çavdêrên ji herêmê ji El-Meşariq re dibêjin.

Felekî, fermadarekî xanenişînbûyî yê Pasdarên Îran ye ku li Sûriyê ligel Fewca Fatimiyûna Efganî hatibû erkdarkirin, dibêje ku hêza nû ji çekdarên Îranî û biyanî, bi taybetî yên Efganî pêk tê.

Hebûna hêzên bi ku ji aliyê Pasdarên Îranî ve tên piştgirîkirin li Iraq, Sûriyê û Yemenê heye, wî got, û ew bi "yek artêş" wesf kirin.

Di hevpeyvîna bi Ajansa Nûçeyên Maşreg re, Felekî îtraf kir ku girûpên Efgan, Pakistanî, Iraqî û Sûrî bi fermandariya Pasdarên Îranî li Sûriyê bi çend navên corecor şer dikirin.

Ev yek daxuyaniyên Sûrî û Îranî yên berê ku red dikin ku girûpên Pakistanî û Efganî li Sûriyê şer dikin dideriwîne.

Tektîkên dabeşkirina Pasdarên Îranî

Çêkirina ARŞ "dê bandoreke nerênî li ser herêmê û cîhanê bike û nerehetên herêmî zêde bike", bi taybet li welatên ku ew dikare cihê lingê xwe li wan çêbike, Fethî el-Seyid, lêkolînerekî pispor di karûbarên Îranî de li Navenda Rojhilata Navîn bo Lêkolînên Herêmî û Stratîjîk, got.

Çend sal in ku Pasadarên Îranî "artêşa xwe ji bo herêma Erebî dişînin û gelek girûp li cîhanê bi navên corecor çêkirine, bi piranî di bin sîwaneke olî-tayfgerî de [... bi armanca] zêdekirina milmilaniya tayfgerî", wî got.

Daxuyaniya ARŞ dê rastî reaksiyoneke neyînî ya cidî li herêmê were, el-Seyid pêşbînî kir.

Rûbirûbyîna tektîkên dabeşker ku Pasdarên Îranî bikar tîne tenê bi zêdekirina hoşyariyê di nav ciwanên ji hemu tayife û olan de ye û bi "nîşandana metodên ku Pasdar bikar tîne daku bi dizî derbasîherêmê bibe û hemu girûpên civakî bi aliyê xwe ve bikşîne", wî got.

"Pasdar dixwazin bi rêya provakisyonkirina dabeşbûna teyifgerî û zêdekirina hestên olî Parçeparçebûnê çebikin, herwiha çekirin û fînanskirina [mîlîsan], û bikaranîna rewşên aborî yên xirab û hestên nebûna dadweriya civakî, ligel sorkirina berdewam li dijî hukmetên heyî," el-Seyid anî ziman jî.

Zanayên olê avakirina rêxistinên serbazî yên tayifgerî red dikin

"Em hemu corên rêxistinên hizbî û leşkerî yên ku li derveyî çarçoveyeke zagona dewletê û ewlehiya wê û saziyên wê yên serbazî pêk tên red dikin, bi taybetî ew ên ku destêwerdana karên dewletên din dikin," Şêx el-Seyid Elî Emîn, melayekî Şî'î yê Lubnanî, got.

"Em hemu corên navên mezhebî û tayfgerî yên van rêxistinan red dikin ji ber ku ew pevçûnên bi karakterke tayfgerî lidar in zêde dikin û ew yek kîneweriya di navbera xelkên yek netweyê de gur dikin, û bi tenê dijminê milet ku dixwaze wî pûç bike û paşê wî kontorl bike qezencê dike," wî got.

Daxuyaniya Îranê ya çêkirina hêza nû hewileke din e ji bo gurkirina pevçûna tayfgerî , Şêx Haşim Elmcêhid, melayekî Şîe ji herêma Ehsa ya Erebîstana Siûdî, got.

"Daxuyanî dê asta nerehetiya ku niha heye bilindtir bike û mixabin eger heye ku bikaribe heta wê astê zêde bike ku bibe teqîna hemu herêmê," wî ji El-Maşareg re got.

Wî rejîma Îranê bi despêkirina "agiran derveryê sînorên xwe ji bo kontrolkirina çekên tayfî li herêmê" tawanbar kir, bal jî kişand ku daxuyaniya ARŞ dê behaneyekê bide girûpên tundrew ku ew ciwanên Sune tejnîd bikin.

Ew dê rola dîndaran a serxistina dengê aqil zehmetir bike, wî got.

Dîndarên Şîe baş zanin ku armancên rejîma Îranî çi ye û dê kar ji bo sekinandina tejnîdkirina ciwanên Şîebikin, wî zêde kir, tevî ku egereke mezin heye ku ew rastî guvaşa şaneyên ser bi Pasdaran ve bên.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500