https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2016/09/07/feature-02

×
×
Ewlehî |

Çavdêr: Destêwerdana Îranê şerê li dijî DAIŞ li Sûriyê qels dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîre

image

Şervanekî Kurd awêneyekê bikar tîne ji bo çavdêrîkirina tevgera hêzên dijmin di dema şerê li bajarê Hesekê yê bakurê Sûriyê de. [Wêne ji rûpela Roj Ava ya li ser Facebookê]

Pevçûnên dawî navbera milîsên bi piştgirya Îranê de yên ser bi rejîma Sûriyê ve ne û hêzên Kurdî li bajarê Hesekê yê bakurê Sûriyê şerê li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) asteng dike, çavdêran ji Diyaruna re got.

Di naverasta Tebaxê de, pevçûn li bajar navbera Asayiş -- hêzên ewlekariyê yên Kurdî -- û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên ser bi rejîmê ve derketin, ku roleke sereke ya fermandarê Hêza Quds Qasim Silêmanî di derketina şer de hebû.

Şer di 16'ê Tebaxê de tundtir bû dema ku balafirên rejîmê cihên di destê hêzên Kurdî de li bajar ji bo cara yekemîn bombebaran kirin.

Êrîşên asmanî, topbarankirin û operasyonên nîşangiran li deverên niştecîbûnê bûn sedema ketina bi dehên qurbaniyan ku ew jî bû sedema koçberiyeke bikom ber bi Amûdê û Qamişlo ve.

Pevçûnên wisa destkeftên li ser erdê yên Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG û YPJ) û hêzên hevpeyman ku li dijî DAIŞ li bakurê Sûriyê bi dest dixin hêdî kirin, berpirs û çavdêrên li ser erdê ji Diyaruna re dibêjin.

Nearamiya îroyîn herwiha rê ji êrîşên DAIŞ re vekir, wan got, weke teqîna xwekujî ya roja Duşemê (5'ê Îlonê) li Hesekê ku tê de zilamekî li ser matorsîklekî şeş şervanên Asayişê û du sivîl kuştin.

Helwesta rejîmê ya dijminkarî li Hesekê ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin, çavdêr dibêjin, tînin ziman jî ku rejîma Îranê dixwaze krîza Sûriyê kûrtir bike daku piştrast be ji karîna xwe ya bandorkirina li ser karûbarên Sûriyê.

Astengkirina şerê li dijî DAIŞ

Di demekê de ku YPG, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û komên opozîsyonê yên hevpeyman girîngiyê didin şerê DAIŞ, rejîma Sûriyê û Hêzên Berevaniya Niştîmanî hejmarek pirsgirêkan li Hesekê çêdikin, efserê YPG Ferhad Xoce ji Diyaruna re got.

Rêveberiya Hesekê û hêzên Asayişê hewl didin ku van pirsan çareser bikin ji bo xwedûrxistin ji dijminkariyeke zêdetir bi rejîmê re, ku ew beşekî ji Hesekê kontrol dike, wî got.

"Hêzên Kurdî xwe ji êrîşkirin li ser rejîmê û hêzên ser bi wê ve bi dûr dixin ji ber ku li gelek bereyan şerê DAIŞ li bakurê Kobanî dikin û naxwazin ku bereyên nû vekin," wî got.

Lê "dema ku milîsa ser bi rejîmê ve hewl da ku ber bi deverên Kurdî ve li Hesekê pêş bikeve di 17ê Tebaxê de rewş teqiya, ligel topbarankirina ji erdê ve û êrîşên asmanî ku bi dehên kesan kuştin û birîndar kirin".

"Hêzên Kurdî karîn gelek cihên rejîmê kontrol bikin, û ziyanên mezin gihandin wan ji aliyê can û alavan ve," Xoca got, anî ziman jî ku YPG û hêzên Asayişê deverên bin destê rejîmê bi temamî dorpêç kirin.

Hêzên Kurdî ber bi deverên di destê rejîmê de pêş ketin, di nav de "çargoşeya ewlekarî" û taxên rojava yên Neşwa Rojhilat, Giwêran û Zuhûr, wî got.

Tirseke mezin heye ku şerên navbera hêzên Kurdî û rejîmê de li çend deverên din belav bibin, wî got jî, bi taybet li Qamişlo, ku tundutûjî lê îsal zêde bûye.

Piştgiriya ku Feyleqa Supaya Pasdarên Şoreşger a Îslamî ya Îranî dide rejîma Sûriyê, "û rastiya ku wê dehf didin ku tevlî van rûbirûbûnan bibe dê bandorê, bi awayekî yan yekî din, li ser şerê ku YPG û HSD li dijî DAIŞ dikin bike", Xoca got.

"Her şerekî din ji aliyê van hêzan ve, ku ew ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve tên piştgirîkirin, dê hewlên îroyîn qels bike," wî got, anî ziman jî ku hinek hêzên ku şerê DAIŞ dikin dê pêwist bibe ku biçin bereyên nû.

Çareseriyeke bilez ji şerên li Hesekê re girîng e, wî got, daku YPG û HSD nekevin "şerê betlandinkirinê", lê vegerin cihên xwe li bereyên pêşîn li dijî DAIŞ.

"Ne xema Îranê ye ku DAIŞ û girûpên din bên derxistin," Xoca got. "Bi vî awayî, Sûriyê dê pêketî bimîne û destêwerdana Îranê, ligel kontrola wê ya temam li ser rejîmê û deverên ew wan ku kontrol dike, dê weke xwe bimîne."

Li Hesekê demeke alozdar

Rewş li parêzgeha Hesekê aloz bûye, û hewlên berdewam ji aliyê rejîmê û milîsên ser bi wê ve ji bo derxistina provakasyonan li hember gelê Kurd hene, çalakvanê civakî û endamê Encumena Aştiya Niştîmanî Emar Salih ji Diyaruna re got.

"Ev provakasyon ji aliyê xelkê xwecihî ve, ku li gorî pêkhateya etnîkî ya deverê Ereb, Kurd û Siryan bi hev re dijîn hatin redkirin," wî got.

Topbarankirin û nîşangirkirina dawî ne tenê li ser navendên serbazî bû weke ku rejîmê îdia dikir, wî got, lê taxên niştecîbûnê jî ku girûpên etnîkî yên deverê, ne tenê Kurd, tê de dijîn jî li xwe girtin.

"Ev dijminkariya rejîmê ji hemû Sûriyan re nîşan dide," wî got, anî ziman jî ku hewl berdewam in ji bo rawestandina şer û gihiştin bi agirbestekê.

Hevdem, jiyan ji xelkê Hesekê re zehmettir bûye, Ocalan Şêxê, karkerê hawarçûnê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê got, û ji Diyaruna re anî ziman ku elektirîk di dema şer de hat qutkirin, û trafîka ber bi bajar ve hat rawestandin.

"Vê yekê kêmbûna hinek pêdiviyên xwarinê yên girîng ji jiyana rojane re çêkir, û vê yekê hişt ku xelk ji bajar derkevin," wî got, texmîn jî kir ku bi dehên hezaran Ereb û Kurd reviyan, gelek ji wan bipêyan.

"Rêxistinên hawarçûnê hewl didin ku madeyên sereke ji awareyan re peyda bikin, ku piraniya wan aniha li malên taybet hatine bicihkirin," wî got, anî ziman jî ku eger rewş xirabtir bibe, kampên dê awarebûnê bibin girîngiyek.

Herî kêm 60 kes di pevçûnan de hatin kuştin, wî got, di nav wan de 30 sivîl û hejmarek ji zarokan. Herî kêm 200 sivîl û serbaz birîndar bûn, û gelek ji wan di rojên pêş ên şer de ji ber topbarankirin û nîşangiriya bêserûber hatin şewihandin.

Tu vê mijarê diecibînî?
4
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha