Nûçeyên Iraqê
Civak

Dorpêça Medaya berdewam e û şênî mîna "hestûyên meşyayî ne"

Nîhad Topalyan li Bêrûtê

Jinek û zarokek li gundewarên bajarokê Sûrî yê dorpêçkirî Medaya roja 11'ê Çileyê Paşîn dimeşin piştî xelaskirina wan ji dorpêçê. [Lû'ey Bişara / AFP]

Jinek û zarokek li gundewarên bajarokê Sûrî yê dorpêçkirî Medaya roja 11'ê Çileyê Paşîn dimeşin piştî xelaskirina wan ji dorpêçê. [Lû'ey Bişara / AFP]

Ev du sal in ku hêzên rejîma Sûrî û Hizbulah bajarokê Medaya dorpêç kirine, û hiştine ku şêniyên bajarok rastî kêmbûyîneke berçav a xwarinê, derman û guhdayîna bijîşkî ya girîng bên.

Zêdetir ji 60 hezaran ku piraniya wan zarok in ji birçîbûnê û kêmxwariniyê di herdu salên borî de mirine, xebatkarên pijîşkî li Medaya ji Al-Mashareq re gotin.

"Ev zêdetirî du salan e ku em li di dorpêçeke bi temamî de jiyan dikin û ji ber nebûna mirinê [em hîna sax in]," Emîna Yûsiv el-Şema ku xelkê Medaya ye ji Al-Mashareq re got.

"Rê nayê dayîn ku xwarin derbasî Medaya bibe; ji ber ku keskahî, fêkî û goşt gelekî bûha ye em bi tenê birinc û savarê dixwun," wê got.

Rojekê, dora mehekê berê, keça Emîna a 22 salî Nisrîn tûşî azara zik bû dema ku wê firavîn dixwar. Piştî ku êş dijwartir bû, malbatê ew bire nexweşxaneya meydanî û tehlîlên taqîgehê diyar kirin ku kêmxwarinî û kêmbûyîna kalisyum pê re çêbûye.

Derman û xizmetguzariyên pijîşkî yên sînordar ku li bajarokê dorpêçkirî nikarîn rewşa wê baştir bikin û bilez xerabtir bû. Aliyekî laşê wê felc bû û karînên dîtin, axiftin û gudarîkirinê ji dest dan.

Nisrîn yek ji 18 haletên metirsîdar bûn ku ji aliyê Heyva Sor ve bi çavdêriya Netewên Yekbûyî 19'ê Tebaxê ji Medaya hatin derxistin.

"Aniha keça min bi tena xwe li nexweşxaneyeke Şamê ye," Emîna got, da zanîn ku doktoran bi telîfonê ew agahdar kiriye ku zehmet e Nisrîn rihet bibe.

"Ne ji dorpêçê be, dê hemû îlac û derman berdest bane û dê Nisrîn li keça xwe ya şeş salî Rîmas miqate bane," Emîna got. "Lê ew aniha navbera jiyan û mirinê de ye."

Rewşa şepirze

Muhmed Derwîş, xwendevanekî pijîşkiya diranan e û berpirsê nexweşxaneya meydanî ye li Medaya, got ku rewşa wê gelek şepirze ye.

40,000 kes di dorpêçê de li bajarokê ku pêwistiyên bingehîn lê peyde nabin jiyan dikin, wî got, û bûhayên xwerinan gelekî bilind in, lewra jî gelek nexweşî peydabûne û bela belavbûne û bi dehên xelkê her meh dimrin.

"Şêniyên Medaya bûne hestûyên ku ji ber kêmbûyîna vêtamînan, hesinan û protînan di laşên wan de bêhedef li kolanan dihejin," wî ji Al-Mashareq re got.

"Me 500 nexweş hene ku kêmbûyîna kalisyom bi wan re heye, 75 ji wan zarokên di temenê derketina diranan û destpêkirina meşê de ne," wî got. "Me dermanên qerebûkar dane wan, lê ne bes in."

Derwîş, ku nekarî ji ber dorpêçê sala dawîn a xwendina xwe biqedîne, nexweşxaneya meydanî bi du xwendevanên din ên bijîşkî re damezrandiye, wan jî ji ber dorpêçê xwendina xwe neqedandiye.

"Me dît ku divê em radeya herî kêm a guhdayîna bijîşkî peyda bikin," wî got, anî ziman jî ku nexweş li Medaya bi hewcedarî doktorên pispor in." Ji ber ku ew tune ne, me bi rêya medya civakî têkilî bi pisporan re danî daku haletên zehmet ku em bi xwe bikaribin tedawî bikin ew tedawî bikin."

"Dorpêça em tê de jiyan dikin kiryarekî ne mirovî ye û li gorî tu konseptekê nayê pejrandin," Derwîş got. " Welatî [yên bajarok] ji her tiştî bêbeş in."

"Çima dê zarokên me ji birçîbûnê û nebûna îlacan bimrin?" wî got.

"Ez nema dikarim zarokên mirî di nav destên xwe de hilgirim," wî got, dema di anî bîra xwe zaroka herî dawî mir temenê wê şeş demjimêr bû, ew ji ber nebûna derman û înkûbator mir.

Serhişkiya Hizbulah

Doktor Ehmed Ebdul Wehab, 24 salî, got ku ji ber serhişkiya Hizbulah rewşa Medaya "gelekî trajîdî ye".

"Em karmendên pijîşkî rastî zehmetiyên mezin tên di alîkarîkirina birîndaran û kesên ku pirsgirêkên wan ên tendurustî hene, ji ber kêmbûna dijwar a alavan," wî ji Al-Mashareq re got.

Ebdul Wehab, damzrênerê Tora Sûrî ya Hawarçûnê ye û Elsîrac bo Geşpêdan û Guhdayîna Tendurstî ye, got ku wan hewil da ku Nisrîn el-Şema tedawî bikin, lê ew ji ber dermanên berdest "bêçare" bûbû.

"Bi tenê me karî em heroj çar caran kortîzon bidin Nisrîn, tevî ku em dizanin ku [di rewşa normal de] divê her şeş mehan em yek carî wî dermanî bidin," wî got.

Piştî ku me karî em wê û 18 kesên din ji Medaya derbixin, wî got, "Em hewil didin ku roniyê biavêjin ser haletên din ên ku pêwistî bi veguhestina wan bo nexweşxaneyên ku îlac li wan peyda dibe heye."

"Karên parastinên me li gorî mezinbûna vê trajîdyaya em rastî wê dibin kêm e," wî got. "Kesin hene her kêliyê rastî metirsiya li ser jiyanê tên."

Tevî hertiştî, dê xelkên Medaya li ber xwe bidin, wî got. "Rast e em ji ber buhayên bilind ên xwarinê û ji ber birçîbûnê dinalin, lê her dê serên me bilind bin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500