Nûçeyên Iraqê
Topic/Entertainment_Culture/sectionlead

Pêşangeheke wêneyan qehremaniya hêzên Iraqî berceste dike

Xalid el-Ta'î

Kerîm el-Ebûdî, sekreterê Sendîkaya Wênegirên-rojnamevaniyên Iraqî, li tenîşt yek ji wêneyên xwe li pêşangehekê li Wezareta Neftê ya Iraqî rawesta ye. [Wêne: Kerîm el-Ebûdî]

Kerîm el-Ebûdî, sekreterê Sendîkaya Wênegirên-rojnamevaniyên Iraqî, li tenîşt yek ji wêneyên xwe li pêşangehekê li Wezareta Neftê ya Iraqî rawesta ye. [Wêne: Kerîm el-Ebûdî]

Li hola boneyên çandî di avahiya Wezareta Nefê ya Iraqî de, komek ji wênegirên Iraqî karê xw yê ku rastiya hêzên ewlekarî di şerê li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê"(DAIŞ) jiyan dikin wesif dike nîşan didin.

Wêne rojnivîsên leşkerên Iraqî li eniyên şer, qehremaniya wan û çîrokên xwegorîkirina wan nîşan didin.

Kerîm el-Ebûdî, sekreterê Sendîkaya Wênegirên-rojnamevaniyên Iraqî ku yek ji beşdarên pêşawngehên bû, got ku çalakî însiyatîveke hevbeş bû nevbera sendîkaya wî û Wezareta Neftê de "ji bo piştgirîkirina hêzên ewlekariyê di şerê nehiştina çeteyên DAIŞ de".

Pêşangeha ku roja 12'ê Tebaxê hat vekirin, 50 wêneyan ku ji aliyê gelek wênegirên rojnamevaniyên Iraqî yên ku di saziyên rojnamevanî yên navxweyî û navdewletî de dixebitin hatine girtin himbêz dike, el-Ebûdî ji Diyaruna re got.

Leşker û rojnamevan şerê DAIŞ dikin

Wêna didin bê çawa hêzên ewlekarî yên Iraqî "bi mêrxasî şer dikin [û ew] ji mirinê natirsin", wî got.

"Wêne aliyên mirovî jî yên jiyana rojane ya şerkeran û çawaniya li peyxwehiştina wan ji zarok û malbatên xwe re û bersivdayîna wan ji banga welat re nîşan dide," wî got.

Pêşangeh nameyeke piştgirî û rêzgirtinê ji leşkerên me yên ku rûbirûyî "dijminên mirovahiyê" dibin re ye, wî got.

"Lenzên kamîrên me çekên me ne yên ku ew wan di şerkirina li hember DAIŞ de bikar tînin û bi wan moralê hêzên xwe bilind dikin," wî got.

"Medya nîvê şer e û em weke rojnamevan dibînin ku filmkirina destaneyên leşkerên me û parastina wan ji nifşên pêşerojê re erkekî me yê niştîmanî ye," el-Ebûdî got.

"Hemû qurbanîdayînên me dê nemir bibin û çarenivîşa terorîstan jinavçûyîn e," wî got.

Girtina kêliyên dîrokî

Sebah Erar, cîgirê serokê Sendîkaya Wênegirên Medyayî, got ku pêşangeh bê hampa ye û belgeyên girtî li dor qonaxeke krîtîk a dîroka Iraqî li xwe digre.

"Pêşangeha me roniyê diavêje ser serketinên mezin yên artêşa me û hêzên ewlekariyên me û xebatên şervanên me ji bo derkirina terorîstan ji bajaran, xilaskirina sivîlan û parastina deverên rizgarbûyî," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku yek ji armancên organîzekirina vê çalakiyê, tekezîkirin e ku wêngegiran "destên xwe dixin destên hêzên xwe yên wêrek de daku pişta DAIŞ bişkînin".

"Em dixwazin ku ev rûpel ji dîroka welatê me bi wêneyan, dengan û gotinên derbrîner bê belgekirin," Erar got, bal kişand jî ku rêxistina wî dest bi pêkanîna tîmeke wênegiran kiriye daku ew rizgarkirina Mûsilê belge bikin.

Sazkirina yekîtiya niştîmanî

Pêşangeh yek ji gelek çalakiyan e ku ji aliyê Wezareta Neftê bi hevahengiya bi rêxistinên kultûrî, rojnamevanî û medayayî re hatine organîzekirin ku ew çalakî fokesê li ser piştgirîkirina hêzên ewlekariyê û sazkirina yekîtiya niştîmanî di rûyê terorîzmê de dikin, peyvdarê wezaretê Asim Cîhad got.

Wênegirên vê pêşangehê "seredana eniyên şer kirine, bi heyamên dirêj ligel şervanan jiyan kirina û bi kamîrên xwe dîmen ji nava pevşûnan veguheztine", wî got.

Roja 26'ê Tebaxê pêşangeh bo cadeya Mutenebî li Bexdayê hate veguheztin û dê li wir jî "li baregehên tevahiya kompaniyên me li hemû parêzgehan li seranserê welat bê nîşandan", wî got.

Cîhad tekez kir ku wezaretê, bi rêya toreke çalakiyên kultûrî, "hewil dide ku ew xwedan rolekî baş be di peydakirina piştevaniya tektîkî û moralî de ya ji bo hêzên Iraqî û di rûbirûbûyîna aydyolojiya terorî de [ligel] tekezîkirin li ser hevjiyankirina bi aştiyane".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500