Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Awareyên Iraqî bi hejmarên mezin vedigerin warê xwe

Xalid Ta'î

Xelkê Enbarê ku vê dawiyê vegeriyane malên xwe piştî ku ew ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hatibûn awarekirin, sarkeran werdigrin daku azara ya bi besedema germê sivik bike. [Wêne ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve]

Xelkê Enbarê ku vê dawiyê vegeriyane malên xwe piştî ku ew ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hatibûn awarekirin, sarkeran werdigrin daku azara ya bi besedema germê sivik bike. [Wêne ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve]

Zêdebûneke berçav di hejmara malbatên ku ji kampên awarebûnê derdikevin û vedigerin malên xwe çêbûye piştî zincîrên serkeftinên hêzên Iraqî li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), hikûmeta Iraqî got.

Mehmûd Selman, yê 36 salî, ji Diyaruna re got ku malbata wî ya ku ji heft kesan pêk tê bêtirî salekê ji mala xwe ya li taxa Camiya ya Remadî aware bûbû.

Ew berî mehekê vegeriyan, û dibêje ku niha ew dilrehet e.

"Em di tuneleke tarî de bûn û em jê derketin," wî got. "Me rûpela terorîsmê tewand û em ji êşa awarebûnê xilas bûn."

"Niha, bi tenê em dixwazin ku bi aramî û serbilindî bijîn, û em ji bo jinûavakirina bajarê xwe û parastina wî ji terorîstan bi hev re kar bikin," wî got jî.

Li gorî Wezareta Koç û Koçberan, herî kêm 160,000 malbatên aware vegeriyane deverên rizgarbûyî li parêzgehên Selahedîn, Diyala, Enbar û Nînewa.

Dema ku krîza awarebûnê di Hezîrana 2014'an de destpê kir, bi dagirkirina DAIŞ ji Mûsilê re, bi sed hezarên malbatan neçar bûn ku birevin penagehên ewle.

Di naverasta 2015'an de, hêzên Iraqî çend dever ji DAIŞ vegerandin û çend hezar malbatên aware dest bi vegerê kirin.

Cîgirê Wezîrê Koçberiyê Casim Atiya ji Diyaruna re got ku hejmara kesên vegeriyayî yên navên wan hatine tomarkirin nîv milyon derbas kiriye, ji eslê 3.5 milyon welatiyên ku ji aliyê hikûmetê ve weke aware hatine tomarkirin.

"Vegera bêtir li Selahedîn û Diyala ye, ku hêzên serbazî karîn beşên mezin ji wan herdu parêzgehan rizgar bikin û wan ji mayîn û teqemeniyan paqij bikin, ku ew astengiya herî mezin ya li pêş vegera malbatên bêtir e," wî got.

Berdestbûyîna xizmetguzariyan

Piştî ku operasyonên ewlekirina her devereke rizgarbûyî tê temamkirin û xizmetguzariyên sereke tên peydakirin, Atiya got, wezaret planeke ji bo asankirina tedbîrên veguhestin û tomarkirina kesên vegeriyayî destpê dike daku wan tevlî programên alîkariya mirovî bike ku ew dê alîkariya wan di jinûpêgihandinê de bike.

"Programên ku ji aliyê wezaretê ve hatine danîn, bi hevahengiyê ligel rêxistinên mirovî, ji peydakirina alîkariyên hawarçûnê û yên darayî pêk tê daku ew handana kesên vegeriyayî bike ku jiyaneke normal bijîn," wî got.

Ev yek herwiha alîkariya di nûavakirina malê de û peydakirina derfetên kar li xwe digre ji bo baştirkirina şerûmercên jiyana kesên vegeriyayî, wî got jî.

"Hejmarên zêde ji welatiyên ku vedigerin malên xwe bêhêzbûna karînên terorîstan û lawazbûna bandor û metirsiya wan tênin ser ziman," Mihemed Reşîd, serokê Rêveberiya Koçberiyê ya Enbarê got.

Heta niha, wî ji Diyaruna re got, 51,613 malbat vegeriyane bajarên rizgarbûyî li Enbarê, û "ev hejmar bi berdewamî zêde dibin, ji ber ku em vegera navbera 400 heta bi 600 malbatan bo malên xwe rojane tomar dikin".

Remadî di pêşengiyê de ye, wî got jî, bi vegera nêzîkî 38,000 malbatan.

"Malbatên vegeriyaî yên din ji bajarên Hît, Hedîsa, Bexdadî û Xalidiya ne," wî got.

Di 10'ê Tebaxê de, Wezareta Koç û Koçberan 3,000 pakêtên hawarçûnê, di nav de xwarin, cil,sarker û kelûpelên navmalê yên din, li ser malbatên ku vedigerin Remadî û Xalidiya belav kirin, Reşîd got.

Xurtbûyîna tegera vegerê nîşan daketina hêza DAIŞ e

DAIŞ li Enbarê diherife û bidawîbûna hebûna wê li parêzgehê nêzîk bûye, Reşîd got.

"Em dê bi hemû karîna xwe kar bikin daku hemû kesên aware vegerin deverên xwe û jiyana xwe ya normal bijîn," wî got jî.

"Vegera kesên aware bo parêzgeha Diyala bi berdewamî û bilez pêk tê," rêvebera Rêveberiya Koç û Koçberan a Diyala Îbtîhal Deynî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku 42,000 malbat vegeriyane malên xwe yên li Saediya, Miqdadiya, Celewla û Mensûriya.

Xelkê hinek bajarokan, weke Şerwîn, bi temamî vegeriyane, wê got, anî ziman jî ku "ev nîşana kêmbûna metirsiya terorîsmê ye û vegera sîmayên ewlehî û aramiyê ji deverên rizgarbûyî re ye".

"Hewlên me yên ji bo xizmetkirina kesên vegeriyayî û awareyan didomin," wê got jî. "Em dê her tiştê ku pêwîstiya wan pê hebe bidin wan ji aliyê pêdawîstî, hewcehî û ximzetguzariyên hawarçûnê daku karûbarên jiyana xwe birêve bibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500