Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî malbatên Enbarê ji dorpêça DAIŞ rizgar dikin

Xalid el-Ta'î

Xelkên navçeya Bexdadî li rojavayê Enbarê silavê li endamên hêzên Iraqî dikin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqî vê]

Xelkên navçeya Bexdadî li rojavayê Enbarê silavê li endamên hêzên Iraqî dikin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqî vê]

Artêşa Iraqê, bi piştgiriya hêzên êlên Enbarê, vê dawiyê operasyonek pêk anîn ji bo rizgarkirina nêzîkî 45 malbatên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine dorpêçkirin li beşê rojava ji parêzgehê, berpirsên xwecihî gotin.

Di 13'ê Tebaxê de, hêzên ewlekariyê "pêngaveke rizgarkirinê ya pêşwext" pêk anîn, serokê encumena şaredariya navçeya Bexdadî Şêx Mal Alah Barzan Obeydî ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekariyê raport û bangên lihewarhatinê ji xelkê navçeyê wergirtin derbarê dorpêça DAIŞ ji 45 malbatan re li cihekî "nêzîkî 20 kîlometran li rojhilatê navçeya Bexdadî li gundê Mehbûbiya li devera Girava Bexdadî", wî got.

"Di bersivê de, yekîneyên serbazî û hêzeke êlan yekser tevgeriyan, ev malbat bo deverên ewle hatin derxistin û kontrola xwe li ser deverê berfirehtir kirin bêyî ku dayîna tu qurbaniyan," Obeydî got.

DAIŞ xwe amade dikir ku êrîşî Mahbûbiya bike, wî got jî, û dixwest gundiyan bigre daku wan weke mertalên mirovî bikar bîne.

Bi vê livênê, wî got, girûpê dixwest rê li hewlên serbazî yên niha ji bo ewlekirina Girava Bexdadî û gundên din li navçeya Hît tên dayîn bigrin.

"Hevahengî ser asteke bilind navbera hêzên serbazî, polîs û êlan de heye ji bo pûçkirina her hewleke DAIŞ ji bo çêkirina metirsiyê li ser jiyana welatiyan anjî wan weke rehîne bikar bînin daku bandorê li pêvajoya şerê niha bikin," Obeydî got.

Operasiyona rizgarkirina malbatên Mehbûbiya -- ku nêzîkî 300 kesan bûn, di nav wan de gelek jin û zarok hebûn -- ji aliyê hêzeke Lîwaya 7'ê ya ser bi Fermandariya Operasyonên Cezîra û Badiya ya artêşa Iraqî hat pêkanîn, bi piştgiriya zilamên êlan, cîgirê qayimeqamê Hît Muhened Zebar got.

"Terorîstan ew xelk dorpêç kiribûn û dixwestin êrîşî wan bikin û wan weke mertalên zindî bihêlin anjî komkujiyekê derheqê wan de pêk bînin," wî ji Diyaruna re got. "Lê destêwerdana hêzên ewlekariyê bilez bû û karîn wan di demê guncav de rizgar bikin."

Rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya DAIŞ

"Piştî serkeftinên ku wan di rizgarkirina Girava Xalidiya de bidest xist, hêzên ewlekariyê dixwazin Girava Bexdadî bi temamî ewle bikin, ji gundên bakur û rojhilatê Hît, heta bi bajarokê Berwana li navçeya Hedîse," Zebar got.

Pilan ji bo nehiştina metirsiya derbasbûna bi dizî ya DAIŞ bo nav hemû deverên rizgabûyî re ye û bo jinavbirina girûpê bi temamî ye, wî got jî.

Bidawîhatina hebûna endamên DAIŞ li Enbarê "jênerev" e, wî got, ji ber ku "ew li her cihî tên armancgirtin û rastî gurzên berdewam tên li ser destê hêzên ewlekariyê û zilamên êlan".

Heta niha çend operasiyonên din ji bo rizgarkirina sivîlan li parêzgehê hatibûn pêkanîn, Ehmed Humeyid Şerqî, endamê komîteya ewlekarî ya Encumena Parêzgeha Enbarê anî ser ziman.

"Hêzên ewlekariyê karîn di destpêka vê mehê de, di dema pêşdeçûyîna xwe de ji bo rizgarkirina deverên Girava Xalidiya, Bubalî, Bualî, Casim û Terabîş, gelek malbatên ku ji aliyê DAIŞ ve dorpêçkirî bûn an jîli deverên şer asê mabûn ewle bikin," wî ji Diyaruna re got.

"Jiyan û selametiya xelkê di berîtiyên girîngiyên hêzên me de ne yên ku îro gurzên giran li terorîstan didin û deverên bêtir û cihên stratejîk li Enbarê ji wan distînin," Şerqî got.

Herî dawî, wî got jî, hêzên Iraqî kontrola xwe li ser dergehê sînorî yên Welîd ligel Sûriyê, ku damerekî sereke ye ji DAIŞ re ji bo zêdekirina xwe bi çek û çekdaran misoger bike, vegerandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500