Beşdarbûna Iranê li Sûriyê krîz dirêj kiriye, aloziyên tayifgerî zêde kiriye û rê da girûpên terorî derbasî erdên Sûrî bibin, ku qelenê cengê li ser xelkên Sûrî ji aliyê kûştî û birîndaran ve û ji aliyê xesarên aborî ve zêde kiriye, pisporan ji Diyaruna re got.
"Beşdarbûna artêşa Îranê li Sûriyê ji destpêka cenga Sûriyê ve di sala 2011'an de diyar bû," Fethî el-Seyid, lêkolînerekî pispor di karûbarên Iranî de li Navenda Rojhilata Navîn A Lêkolînên Herêmî û Stratejî, got.
"Dema em behsa destêwerdana Îranî dikin, mebesta me tevlîbûna rasterast a endamên Îranî ye yanjî destêwerdana ji aliyê milîsên girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşger ên Îslamî", yên herî diyar di nav wan de jî Hizbulaha Libnanî ye, wî ji Diyaruna re got.
Îran girûpên şer belav kiriye, ku ji Îraniya û netweyên din jî pêk tên, wî got, daku protestvanan serkut bike heta pêşiya ku krîz bibe cengeke berfireh.
"Mezintirîn nîşan ji vê yekê re, tevî înkarkirina Îran û mîlîsên peywendîdar, ragihandina navên endamên Hizbulah ên mirî ku li Sûriyê hatine kuştin," el-Seyid got.
Mînakên berçav mirina Hesen Elî Semaha di sala 2011'an de, ku yek ji çekdarên yekem ên parityê ye ku li Sûriyê miriye, li xwe digirin, û şîniya wî li bajarokê Kerek li herêma Zehle li rojavayê Lubnanê hat danîn; û mirina Mihemed Hisên el-Hac Nasif di sala 2012'an de, ku bi Ebû Ebas tê naskirin, yek ji binavûdengtirîn fermanderên li Sûriyê ye.
Hizbulah îşaret nekir ku çekdarên wê li Sûriyê hene heta sala 2013'an di gotareke emîndarê giştî Hesen Nesrela de.
Ev destêwerdan bi awayekî mezin krîza li Sûriyê kûrtir kir, el-Seyid got.
"Armanca sereke a destêwerdana Îranî diyar bû, ew jî jibo veguherîna tevgera cemawerî ya Sûriyê bo pevçûnên çekdar bi sirûştiyeke tayifgerî bi rêya çêkirina fitnekê di nabvera tayifa Sunî ji alekî ve û tayîfa Elewî û Şîa ji alekî din ve, bi awayekê ku gelê Sûriye bû dîlê vê siyasetê," wî got.
Efserên Feyleqê Pasdarên Şoreşger ên Îslamî serperiştiya operasiyonên Sûriyê dikin.
"Şerên berdewam li deverên [seranserê] parêzgeha Helebê û nêzîkê bajarê Helebê bi taybet piştgiriya bêdawî ku Îranê jibo hêzên artêşa Sûriyê pêkêş dike diyar kir," Salih el-Efîsî, efserekî Artêşa Azad ya Sûrî li bajarê Helebê, got.
Gelek ji eniyên şer, mîna eniyên Xalidiye û Benî Zeyd li Helebê, ji aliyê hêza Quds a Îranê û hêzên Hizbulah ve tên parastin, yên ku tevgerên wan ên li ser erdê ji aliyê odeyên operasyonên serbazî ve tên rêvebirin û ji aliyê efserên Îranî ve tên çavdêrîkirin, wî got.
Wî anî ziman jî ku ev girûp ji aliyê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ve hatine dîtin û gelek ji wan hatine girtin.
"Eger destêwerdana Îranî û aliyên serbazî yên ne-Sûrî ku ligel xwe anîne daku şerê hêzên opozisyonê bikin nebûye, niha ev sê sal bûn ku Sûriyê aram bûbû û şer qediya bû", el-Efîsî got.
Çend mîlîsan di bin serperiştiyarî û piştgiriya Pasdarên Îranî de hatin pêkhatin û niha Pasdarên Îranê li gelek deveran li seranserê Sûriyê hatine bicihkirin, wî got, ji sînorê Lubnanî ve heta bi kenarên deryayî û Şamê, heta bi Hema û Helebê.
Tiştê balkêş, li gorî el-Efîsî, hebûna gelek neteweyan e, weke Lubnanî, Iraqî, Efxanî û Pakistaniyan.
Wî got ku girûpên ku Feyleqê Pasdarên Şoreşger ên Îslamî piştgiriya wan dike li wir hene, di nav de Feyleqa Bedir, Lîwaya Ebû Fedil el-Ebas û Asayib Ehl el-Heq, û heta bi girûpên Yemenî jî li nêzîkî Şamê hatine dîtin û bi Ensarulah xwe binav dikin.
Peywendiya Îranê ligel girûpên terorîstan
"Destêwerdana rasterast a Îranê di cenga Sûriyê de amadebûna girûpên tekfîrî û girûpên terorîstan zêdetir kiriye, ew jî hincetekê dide Îranê daku hebûneke wê li Sûriye hebe daku şerê girûpên ku wê ji welatên corecor anîne bike," Samî xêt, lêkolînerekî ji Nevenda Al-Şerq ji bo Lêkolînên Herêmî û Stratêjî, got.
"Her kesê çavdêrî û û şopandina ji nêz ve a pêvajoyab bûyerên li Sûriye bike dê dibîne ku girûpên terorî yên navdewletî, bi taybetî Qaîde, zêdebûne .Hevdem ligel raportên ku amaje bi destêwerdana Îranê dane," wî got.
Di encamê de, ev yek hişt krîz bibe rûbirûbûneke rasterast di navbera girûpên ku li ser bingehatayifî hatine avakirin.
"Çend nîşan hene ku îşaret bi beşdarbûna Îranê di piştevanîkirina hejmarek ji emîrên Qaîde yên ku ji Efxanistanê reviyane Îranê di destpêkê de û piştre çûn Iraqê û ji wir xwe gihandin Sûriyê," wî got.
Xêt got ku hejmarek ji wan Eniya Nusra, şaxê Qaîde li Sûriyê, ava kirin .Hevdem girûpeke din "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) çê kirin.
"Bi van kiryarên ku bitemamî piştgiriya girûpên terorî kirin û bi alozkirna rewşa Sûriyê, Îran gerentî kir ku kirîz ne tenê li Sûriye lê belê li hemû herêmê jî dê berdewam be," wî got.