Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rojnamevan rastî hemû metirsiyan tên di rûmalkirina şerê li dij DAIŞ de li bakurê Sûriyê

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

Rojnamevan Ekrem Salih li ber deriyê Girê Spî (Tel Ebyed) sekinî ye piştî ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. Ev çar sal in ku rûmala şerê li bakurê Sûriyê dike. [Wêne ji alyên Salih ve]

Rojnamevan Ekrem Salih li ber deriyê Girê Spî (Tel Ebyed) sekinî ye piştî ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. Ev çar sal in ku rûmala şerê li bakurê Sûriyê dike. [Wêne ji alyên Salih ve]

Rojnamevan û pîşegerên medyayî yên ku rûmala operasyonên serbazî li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Sûriyê dikin ji Diyaruna re dibêjin ku ew rastî metirisya berdewam tên dema ku nûçeyan vedughezin, û gelek ji wan di vê piroseyê de jiyana xwe ji dest daye.

DAIŞ rêzê li "qanûna exlaqên şer" nagire, nûçegihanê kenala Kurdistan 24 Ekrem Salih, ku yek ji yekemîn rojnamevanên ku rûmala şerê li dijî DAIŞ li bakurê Sûriyê kirine, got.

Salih destpêkê ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û piştre ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bû, û niha ligel Encumena Serbazî ya Menbic e, şerê Menbic rûmal dike.

De rabarê karê wî di eniyên pêşîn ên şer de, wî ji Diyaruna re got, ew dihesibîne ku "hemû dever metirsîdar in, ji ber egera hebûna şaneyên razayî ku dibe endamên DAIŞ li pey xwe hiştibin û dawîn bikaranîna rokêtên germhiyê".

DAIŞ di gelek haletan de mayînan li deverên ku ji wan derdikeve diçîne, wî got jî, û bikaranîna wê ji otombîlên bombekirî re metirsiyeke rasteqîn ferz dike.

Wî got ku ew dema rûmalkirina şerê Hesekê di destpêka îsal de birîndar bû dema ku wî hewl dida ku xwe dûrî otombîleke bombekirî ku DAIŞ berê wê dabû tîma wî bike.

Ji ber van metirsiyan, Salih got ku ew "hişyariyê, herwiha zanebûn bi coxrafiya deverê û zanîna çaperên DAIŞ datîne pêş".

Hêzên Encumena Leşkerî ya Menbic, weke mînak,ji bo parastina rojnamevanan ji her devereke metirsîdar her tiştê ji wan tê dikin, wî got, û piştî ku operasyonên pûçkirin û rakirina mayînan temam bibin dihêlin ku ew tevbigerin.

"Kenala ku ez jê re kar dikim li ser min ferz dike ku tedbîrên parastinê bistînim, weke lixwekirina kum û êlekê mertalkirî, û em bêtirî carekê hişyar kirine ku nestandina tedbîrên parastinê dê bihêle ku em rastî cezayan werin," wî got.

Rojnamevan li kar hatin kuştin

"Gelek ji kesên ku di warê medyayî de li bakurê Sûriyê dixebitin, û bi taybet li Kobanî û Menbic û gundewarên wan, hatine kuştin dema rûmalkirina şerê niha yê li dijî DAIŞ," çalakvanê medyayî û xelkê Kobanî Salih Muslim Mihemed ji Diyaruna re got.

Di nav wan de "Mezlûm Bagok, ku di 28'ê Îlona 2014'an de jiyana xwe ji dest da, û Rewan Zagors, ku di 21'ê Kanûna 2014'an de jiyana xwe ji dest da, û şehîd Agirî Yilmaz, ku di 13'ê Nîsanê 2015'an de, li gundê Xan Mamid li herêma Kobanî, jiyana xwe ji dest da dema ku rûmala kampanyaya rizgarkirina Kobanî dikir", wî got.

"Arîn Jûdî di 31'ê Çileyê paşîn de di encama teqîna mayînekê de hat kuştin, li devera Hol a Hesekê dema ku li ser kar bû, û Bahoz Horan, yê ku di 1995'an jidayik bûbû, li Kobanî di 1'ê Çileya 2015'an de hat kuştin, dema rûmala şerê li dijî DAIŞ di nav bajarê Kobanî de dikir," wî got jî.

Kesê ku herî dawî hat kuştin Mistefa Mihemed Şukrî bû, ku di dema kampanyaya rizgarkirina Menbic de di 13'ê Tîrmehê de hat birîndarkirin, û piştre li nexweşxaneya Qamişlo di 19'ê Tîrmehê de şehîd bû, Mihemed got.

"DAIŞ bi awayekî rasterast rojnamevanan dike armanc li herêma bakurê Sûriyê, û endamên DAIŞ bi qesd û bi awayekî sîstematîk karên tundutûj pêk tînin, û hemû rêkeftinên navdewletî binpê dikin," Mihemed got.

Dîmeneke medyayî ya kompleks

Profesor di kolêja medyayê de li Zanîngeha Qaghîre Hesen Efîfî ji Diyaruna re got ku du cureyên rojnamevanan hene di dema şer de, rojnamevanê hevrê, û nûçegihanê şer.

Di şerê Sûriyê de, mesele tevlîhevtir e, wî got, û rojnamevanên xort derketine ku ji bo ajansên biyanî yan malper û ajansên lokalî kar dikin, hevdem hinekên din rûmala medyayî dikin weke beşekê ji karê lihawarçûnê weke çalakvan.

Nêzîkatiya ligel rojnamevanan ji aliyê girûpên çekdar ve, di nav de DAIŞ, dûrî hemû standardên pesendkirî yên heyama şer in, wî got, "ji ber ku ev girûp pêbendî ti qanûnên navdewletî nabe û guh nade ti rêkeftinên navdewletî".

"Ji ber vê yekê tu dibînî ku rojnamevan birîndar dibin anjî tên kuştin dema ku rûmala şer dikin, bi rêya armancgirtina rasterast anjî teqînên mayînan," Efîfî got.

Wî bang li enstîtuyên rojnamegeriyê yên li herêmê çalak in kir ku girîngiyê bidin metodên rûmalkirina şerên li dijî DAIŞ û rojnamevanan li ser çawaniya karkirina li bereyên şer rahênan bikin, ligel pêdagiriyê li ser selametiyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê te xelat bike!

BERSIV BIDE