Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Artêşa Iraqê: Hemû navên DAIŞê li Mûsilê hatine naskirin

Ala Husên li Bexdayê

Berpirsên artêşa Iraqê li bingeheke serbazî li Iraqê li defterekê dinerin. Di nav tomarên artêşê de lîsteyeke navên çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" yên li Mûsilê heye. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Berpirsên artêşa Iraqê li bingeheke serbazî li Iraqê li defterekê dinerin. Di nav tomarên artêşê de lîsteyeke navên çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" yên li Mûsilê heye. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Artêşa Iraqê databêsek derbarê navên endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di nav Mûsilê de amade kirine, berpirsan ji Diyaruna re got, soz jî dan ku dema bajar rizgar bibe kesek ji wan jî dê ji cezayê nefilite.

Hêzên Iraqî zincîreke serkeftinan li hember DAIŞ di mehên dawî de bidest xistine û niha ji bo rizgarkirina Mûsilê, asêgeha dawî ya girûpê li Iraqê, bi awayekî stratejîk bicih bûne.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Nînewa lîwa Fîras Beşar got ku navên di databêsê de ji gelek ajansên ewlekarî û bi rêya gelek çavkaniyan hatine komkirin û piştraskirin.

Ev databês dê weke bingeha dûvçûn û girtina hemû endamên DAIŞ li Mûsilê bê bikaranîn, wî got, anî ziman jî ku ew ên din an dê di meydana şer de bên kuştin anjî piştî ku bajar bê rizgarkirin dê werin dadgehkirin.

Van agahiyan berî niha alîkariya ajansên ewlekarî kirine di girtina hejmareke mezin ji endamên DAIŞ yên ku hewl dan bi dizî di nav girûpên sivîlan de ji Mûsil û Geyara birevin, wî got.

Dadgehkirina yasayî

Encumena parêzgeha Nînewa parêzgarê Nînewa Nofel Hemadî ji bo serokatiya komîteyeke kargêrî erkdar kir ku ew dê bi navê xelkê parêzgehê dozeke yasayî li dijî DAIŞ radestî dozgeriya Iraqî bike, endamê encumenê Dawûd Cundî got.

Ev doz dê li ser her endamekî DAIŞ bê meşandin, eger ku nasnameya wan diyar be yanjî nediyar be, û ev pîvan dê endamtiya di girûpê de yanjî alîkariya pê re li xwe bigre, wî ji Diyaruna re got.

Endamên DAIŞ li Mûsilê dê mameleyeke bi awayekî tam yasayî bi wan re were kirin bê ti tolhildanên şexsî, û dê li ser hemû tawanên ku di herdu salên borî de kirine di dadgehên Iraqî yên pispor de bên dadgehkirin, wî got.

Girûpê gelek tawan pêk anîne, Cundî got, yên herî hov jî ji wan di derheqê xelkê xwecihî de bûn, di nav de tawanên koçberkirina neçar, tawanên li dijî mirovahiyê, û tawanên jenosaydê li dijî Êzîdiyan.

"Tu cihê wan li Mûsilê tune ye"

Xelkê Mûsilê û lîderên êlan li ser tiştekî girîng li hev kirine: endamên DAIŞ dê rê ji wan re neyê dayîn ku di nav xelkê de bijîn dema ku bajar hat rizgarkirin, Şêx Xalid Sebah Cibûrî, serokê encumena "Serhildana êlan li hember DAIŞ li Nînewa", got.

"Em rê nadin wan kesên ku tawan li dijî xelkê Iraqê pêk anîne, xwîna wan rijandine û destdirêjî li jinan kirine ku di nav xelkê de bijîn; ev pirs ne cihê nîqaş û cudahiyan e," wî ji Diyaruna re got. "Tu cihê wan li bajarê Mûsilê tune ye."

Hemû pirs û meseleyên din dê ji danûstandin û nîqaşa navbera mezin û rihspiyan de bêyî lezkirin û tolhildanê vekirî bin, wî got jî.

Cibûrî got ku hin xelk hewl didin ku hincetan ji tawanên ku wanpêk anîye re bibînin bi hinceta ku DAIŞ ew xapandin û neçar kirin ku tevlî rêzên wê bibin.

Xelkê Mûsilê dê van şirovekirinan qebûl nekin, wî got, anî ziman jî ku her kesê ku berevaniyê li DAIŞ bike bêguman endamekî girûpê ye û divê mameleyeke yekî ji wan pê re were kirin.

Li gorî fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqî, hêzên Iraqî databêsên ewlekarî bikar anîne ji bo şopandina endamên DAIŞ li Selahedîn û Enbarê, û karîne bi sedan bigrin, li gorî agahiyên îstixbaratî yên ji şêniyan hatine wergirtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima tu dibêjî "çekdarên Dewleta Îslamî"? Ew komên çete ne ku karê wan kuştina sivîlên bêrî ye û tu pêwendiya Îslamê bi wan re tune ye.

BERSIV BIDE

Ez serkeftinê ji te re dixwazim.

BERSIV BIDE