Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî rêyeke stratejîk nêzîkî Mûsilê ewle dikin

Xalid el-Tayî

Hêzên Iraqî çek û teqemeniyên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" nîşan didin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Hêzên Iraqî çek û teqemeniyên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" nîşan didin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Hêzên Iraqî rêyeke sereke li başûrê Mûsilê ji bombeyên bidestçêkirî paqij kirine, rê vekirin ku pêşketina serbazî li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bileztir bibe, berpirsên Iraqî hefteya borî ji Diyaruna re gotin.

Bikaranîna rêya Mexmûr Ewseca ya 30 kîlometrî dê beşek ji erkê rizgarkirina Mûsil ji DAIŞê be, wan gotin.

"Pisporên endazyariya serbazî ji Firqeya 15ê û Lîwaya Piyade ya Zirxkirî ya 37ê yên artêşa Iraqê karîn teqemeniyan ji rêya ku bajarokê Mexmûr bi gundê Ewseca li başûrê navçeya Qeyara ve girê dide paqij bikin," efserê medyayî yê Fermandariya Operasyonên Nînewa Lîwa Fîras Beşar Sebrî got.

Bêtirî 800 bombeyên bidestçêkirî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn çandin hatine pûçkirin, wî ji Diyaruna re got.

"Me hemû bombeyên bidestçêkirî rakirin û niha rê ewle ye, lê erkê me li vir bidawî nayê," wî got. "Em dê bi hewceyî rakirina bombeyên bêtir û pûçkirina malên bombekirî bin di dema ku em ber bi bakur ve berev Mûsilê ve pêş dikevin."

"Take çekê DAIŞê niha tenê çandina teqemeniyan e ji bo astengkirina pêşketina yekîneyên serbazî piştî ku biserneket ku xwe li ber serbazên me bigre û rûbirûyî wan bibe," wî got jî.

"Paqijkirina rê yek ji pêşketinên bikalîte ye di zincîrên serkeftinên ku hêzên me pêk anîne," wî got.

Ev yek rizgarkirina gelek gundan li başûrê Mûsilê li xwe digre, wî got jî, anî ziman jî ku di 19ê Tîrmehê de, hêzên Iraqî Ewseca rizgar kirin "piştî şerekî giran ku têde terorîst rastî ziyanên mezin hatin".

Ev dê operasyona serbazî ber bi Mûsilê ve bihêztir bike, Sebrî got, ji ber ku hêzên Iraqî dê hemû deveran ji derbasbûna bi dizî û metirsiyên DAIŞê bi temamî paqij bikin.

"Hêzên me di kontroleke baş de ne li her devereke ku rizgar dikin û ti derfeta DAIŞê nîne ku tenê yek bostî ji axa rizgarkirî bigre ji ber ku bi temamî şikestiye ji encama binketinên ku rastî wê hatîn li ser destê hêzên me yên mêrxas," wî got.

Ji dema destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê di Adarê de, herî kêm 1,600 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, wî got, û bi sedên wesayit, çek û depoyên teqemeniyan ên dijmin hatine wêrankirin.

Pêşketin ber bi nava Mûsilê ve

Piştî rizgarkirina bingeha asmanî ya Qeyara, hêzên Iraqî berê xwe dane rêya Mexmûr Ewseca ku digihe navçeya Qeyara, endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdul Rehman el-Wekka ji Diyaruna re got.

Rê bi mayînan hatibû çandin û hêzên serbazî rêyeke xwelî weke alternatîv bikar tanîn ji bo pêşketin ber bi deverên di bin destê DAIŞê de, wî got.

"Rê niha ji teqemeniyan hatiye paqijkirin û hatiye nûvekirin weke rêya sereke ji bo yekîneyan," wî got. "Gundên li ser rê, navbera Mexmûr û gundewarên Qeyara, hemû ewle ne û hejmarên baş ji hêzên artêşê û polîsên navxweyî li wir in."

"Em niha kar dikin ku ligel hêzên serbazî û desthilatên hikûmî bikevin têkiliyê ji bo destpêkirina vegerandina xelkê aware bo van gundan," el-Wekka got.

Ev gund ji Mehana, Xerberdan, Kerbrûk û el-Hac Elî li ser berava rojhilatî ya Çemê Dîcle pêk tên, ku niha dûrî çarçoveya fîşekên DAIŞê ne, wî got.

"Hewlên navxweyî tên dayîn ji bo vegerandina av û elektirîkê û xizmetên sereke bo van gundan û em hêvî dikin ku hemû xelkê vegerînin, ku piraniya wan li kampa awareyan a Dîbeka, li navçeya Mexmûr, dimînin," wî got jî.

Operasyonên rizgarkirinê berdewam in li deverên li ser berava rojavayî ya Çemê Dîcle, el-Wekka got, anî ziman jî ku hêzên serbazî niha li wir ketine di şerekî giran de ji bo êrîşî navçeya el-Qeyara ji başûr bikin.

"Divê derfet ji terorîstan re neyê dayîn ku nefesê bistînin û divê em guvaşeke mezin li ser wan ferz bikin," endamê encumena parêzgeha Nînewa Elî Xudeyir ji Diyaruna re got.

"Divê em qelsbûna niha ya endamên DAIŞê îstixlal bikin, êrîşên li ser wan tundtir bikin û karînên wan jinav bibin daku deverên mayî li gundewarê Mûsilê rizgar bikin û ber bi nava bajêr biçin," wî got.

"Îro DAIŞ rastî berxwedana cemawerî li Mûsilê tê û rojên wê kêm mane," Xudeyir got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi dilê min bû. Ew gelekî baş e

BERSIV BIDE