Nûçeyên Iraqê
Medya

Tolhildan û bêdengî: herdu armancên kampanyaya medyayî ya DAIŞê ne

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" rojnamevanê Sûrî Ehmed Ebd el-Qadir îsal du caran kir armanc li bajarokê Riha yê Tirkiyê. [Wêne ji Ebd el-Qadir]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" rojnamevanê Sûrî Ehmed Ebd el-Qadir îsal du caran kir armanc li bajarokê Riha yê Tirkiyê. [Wêne ji Ebd el-Qadir]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berdewam e li ser binpêkirina azadiyên medyayî bi rêya tengavkirina rojnamevan û çalakvanên medyayî di nav û derveyî Sûriyê de, pispor û çalakvanên medyayî ji Diyaruna re gotin.

DAIŞ hewl dide tolê ji çalakvanên medyayî yên ku rastiyê derbarê grûpê û derewên îdiayên wê kifş dikin hilde, wan gotin, anîn ziman jî ku çewisandina mafên rojnamevanan beşek ji hewlên wê ne ji bo îzolekirina deverên di bin kontrola wê de.

Ev tedbîr hatine standin ji bo qedexekirina nûçeyan ji van deveran daku negihin derve û herwiha ji bo rêgirtin li xelkê dorpêçkirî ku bigihin nûçeyan, wan gotin -- bi taybet nûçeyên şerê ku têde grûp bindikeve.

Hin nimûneyên vê dawiyê li ser taktîkên DAIŞê li dijî rojnamevanan vîdyoya 26ê Hezîranê ya bi navê "Îlhamên ji Şeytan" lixwe digre, ku têde DAIŞê pênc çalakvanên medyayî yên Sûrî li Dêr Ezzor bi tometa "kafirbûnê" ji bo belavkirina "nûçeyên derew" derbarê DAIŞê îdam kirin.

Di 13ê Hezîranê de, rojnamevanê Sûrî Ehmed Ebd el-Qadir ji êrîşeke bi kêran rizgar bû li bajarokê Riha yê Tirkiyê piştî wergirtina çend gefan bi rêya medyaya civakî berî êrîşê. Ev cara duyemîn bû di jiyana wî de û di dema sê mehan de. DAIŞê hewla terorkirinê girte sitûyê xwe bi rêya ajansa xwe ya nûçeyan, Amaq.

DAIŞê berî niha berpirsiyariya kuştina birayê Ebd el-Qadir, Îbrahîm, û hevalê wî li kar Faris Hemadî girtibû stûyê xwe, di Cotmeha 2015an de.

Çewisandina nûçeyan

"DAIŞ berdewam e li ser êrîşkirin li ser rojnamevanan û çalakvanên medyayî ji ber du sedeman," karmendê kolêja medyayê di Zanîngeha Qahîre de profesor Hessan Efîfî got.

Ya yekem tolhildan e, wî ji Diyaruna re got, û ya duyem jî ji bo bêdengkirina wan e.

Grûp hewl dide tolê ji rojnamevanan hilde "ji ber ku grûpê dihetikînin û tawanên ku li deverên di bin kontrola wê de li Sûriyê pêk tîne kifş dikin", wî got.

Ev yek îdamkirin, jêkirina endaman û celdkirinê bi hinceta bicihkirina şerîetê lixwe digre, wî got, anî ziman jî ku rojnamevan herwiha xirabiya şertûmercên jiyanê, kêmbûna derfetên kar û bacên ku DAIŞ ferz dike zelal dikin.

Her çalakvanekî medyayî ku li dijî grûpê ye bi rêya terorkirinê tê bêdengkirin, wî got, "hin çalakvanan neçar dikin ku tevgera xwe bisekinînin daku jiyana xwe biparêzin".

Piştî wergirtina gefên mirinê yên rasterast, gelek rojnamevan û çalakvanên medyayî ti bijarde li pêş wan nema ji bilî revîn ji Sûriyê yan jî sekinandina çalakiyên xwe yên medyayî bi temamî, Efîfî got.

DAIŞê dest bi êrîşa li ser rojnamevanan kir her dema ku dest bi ferzkirina kontrola xwe li ser Sûriyê kir, çalakvanê Sûrî Mehmûd Umer got, ku endamê Tora Sûrî bo Mafên Mirov e ku niha li Tirkiyê ye.

Grûpê ew tometbar kirin ku "kafir in û kar ligel bêdînan dikin daku şerê projeya dewleta Îslamî bikin û wê birûxînin", wî ji Diyaruna re got. "Ev yek rojnamevan û çalakvanên medyayî, û heta çalakvanên mirovî jî, dixe di xetera girtin û hemû cureyên cezakirinan de, heta îdamkirinê jî di nav de ye."

Eşkerekirina rastiyê derbarê jiyana di bin DAIŞ de

Bi rêya armancgirtina çalakvanan DAIŞ hewl dide ku wan bisekinîne ku rûbirûyî propagendeya wê bibin, Umer got, ji ber ku karê wan rastiya jiyana di bin desthilata grûpê de eşkere dike.

Vê yekê bi awayekî nerênî bandor li operasyonên çekdarkirinê yên DAIŞê kir, wî got jî, ji ber ku wêneya berûvajî ya temam ku makîneya medyayî ya grûpê hewl dide bi rêya vîdyo û daxuyaniyên xwe nîşan bide eşkere dike.

Sûriye yek ji metirsîdartirîn welatan e ji bo rojnamevanan, wî got, di rêza 177an de ye (ji eslê 180 welatan) li gorî Nimînoka Azadiya Çapemeniya Cîhanî ya 2016an ku ji aliyê Peyamnêrên Bêsînor hatiye belavkirin.

DAIŞ bi taybetî hejmareke mezin ji rojnamevan û çalakvanên navdar dike armanc, di nav wan de rojnamevan Zahir el-Şurqat û Nacî el-Ceref, û çalakvan Îbrahîm Ebd el-Qadir û Faris Hemadî.

"Piraniya çalakvanên medyayî yên ku DAIŞ wan dike armanc çalakvanên medyayî yan jî welatiyên rojnamevan bûn ku piştî destpêka şer di 2011an de navdar bûn," rojnamevanê Sûrî Mihemed el-Ebdulla, ku li Qahîre dimîne got.

Gotar û raporên wan xwedî taybetmendiyeke cemawerî bûn ku bandoreke wan a rasterast û rasteqîn li ser welatiyên Sûriyê û nerîna giştî ya cîhanî hebûn, wî ji Diyaruna re got.

"Wan karîn ku sûda herî zêde ji malper û platformên torên civakî werbigrin bi rêya belavkirina rapor û agahiyên ku ji nav Sûriyê tên, ku vê yekê hişt ku redkirina cemawerî li dijî DAIŞê û bîrokeyên zêde bibe," wî got jî.

Nûçeyên şerên dawî yên grûpê "û binketinên ku rastî hatîn sedemeke din bû ku grûpê han bide ku jinavbirina çalakvanan bileztir bike, ji ber zerera van nûçeyan li ser endamên grûpê", el-Ebdulla got.

Ev nûçe bêhêviyê di rêzên DAIŞê de çêdike û morala sivîlên Sûriyê bilindtir dike, wî got jî, ev yek jî wêneya tirsîner a grûpê dişkîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500