Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Armancgirtina DAIŞ ji sivîlên bajarê Qamişlo re hat şermezarkirin

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

Duman ji cihê bûyera teqîna xwekujî ya di 27'ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo yê Sûriyê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ew teqîn girte stûyê xwe bilind dibe. [Wêne ji Ciwan Hiso]

Duman ji cihê bûyera teqîna xwekujî ya di 27'ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo yê Sûriyê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ew teqîn girte stûyê xwe bilind dibe. [Wêne ji Ciwan Hiso]

Xelkê Qamişloya parêzgeha Hesekê li Sûriyê êrîşa xwekujî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku di 27'ê Tîrmehê de li devereke niştecîbûnê ya gelekî qerebalix pêk anîbû û tê de bi dehên sivîlan jiyana xwe jidest da şermezar kir.

DAIŞ bi rêya ajansa xwe ya nûçeyan, Amaq, berpirsyariya xwe ji teqînê ragihand.

"Wî terorîstî kamyona xwe ya [bi teqemeniyan barkirî] li yek ji deverên herî qerebalix li bajêr teqand, û bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmareke mezin ji xelkê," endamê desteya rêvebir a Heyva Sora Kurdî Egîd Îbrahîm got.

Bêtirî 50 kesan di êrîşê de hatin kuştin û 200 birîndar bûn, Îbrahîm ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku berî ku bermahiyên avahiyanneyên rakirin ne gengaz e ku hejmara tam a qurbaniyan bê destnîşankirin.

Îbrahîm, ku ji bo alîkariyê di hewlên hawarçûn û lêgerînê de li Qamişlo bû, got ku gelek ji birîndaran, bi taybet zarok, di rewşeke metirsîdar de bûn.

Kamyon di kolana Munîr Hebîb de li taxa el-Wusta teqiya, û di encamê de avahî, mal, dikan û saziyên giştî wêran bûn, Rêber Nebo, berpirsê tîmeke Asayişê li bajêr, got.

"Ev ne cara yekemîn e ku bajar bi êrîşeke xwekujî tê hedefkirin," wî got. "Ev teqîna şeşem bû îsal, lê ev ya herî bihêz û hov bû."

Weke karvedanekê, wî got jî, hêzên Asayişê otombîlan li deriyên rojhilat û rojavayê bajêr bi rêya alavên ku hejmareke mezin ji otombîlên bombekirî û bombeyên bidestçêkirî di çend mehên borî de dîtine, kontrol dikin.

Ev teqîn dê bibe sedema "zêdebûna îradeya jinavbirina vê girûpa terorîst ku tenê sivîlan dikuje," Nebo got.

Terorîzm êdî tu kesî jiberçav nake

"Çend kêliyên yekemîn ên teqînê ji xelkê re gelekî bizdêner bûn," mamosteyê dibistana lîseyê Ciwan Hiso, ku xelkê Qamişlo ye, got.

"Ti kesî nedizanî teqîn li ku derê çêbûye," wî got, anî ziman jî ku ligel wê xizmeta mobaylan 15 xulekan qut bibû, ji ber vê yekê tevlîhevî zêdetir bû.

Dema ku xelk û hêzên ewlekariyê gihiştin cihê teqînê, ji ber hêza teqînê "dilerawkê belav bû", Hiso got.

Xelkê hewl da ku birîndar û miriyan veguhezin heta tîmên Heyva Sor bigihin, wî got, anî ziman jî ku teqînên butlên gaza xwarinê û pêketina agirên biçûk rewş zehmetir kir.

Tedbîrên ewlekariyê yên tund hatine standin ji tirsa ku DAIŞ êrîşên xwekujî weke tolhildanekê ji binketinên ku ew li Menbic rastî hatiye û kêmbûna deverên di bin kontrola wê de pêk bîne , Hiso got.

Di dema ku ew û kesên din li herêmê dihesibînin ku ew lidijî DAIŞ di şerekî de ne, wî got, "ti kes bawer nedikir ku tawankariya wê li dijî sivîlan bigihe vê astê".

DAIŞ "Kurdan weke kafirên ku divê bên kuştin wesif dike, tevî ku teqîn li pêş yek ji mezintirîn mezgeftên bajêr çêbû", wî got. "Çawa Kurdan weke kafir dihesibîne û gelek mizgeftên wan hene?"

Karên DAIŞ têkiliyên navbera Ereb û Kurdan pêş dixe "ji ber ku terorîzma DAIŞ ti kesî dûr nagire û cudahiyê navbera Kurdekî yan Erebekî yan Aşûriyekî, yan jî navbera Kiristiyan û Misilmanan de nake", wî got.

"Belgeya herî xurt li ser vê rastiyê ew e ku her kes di şînê de ye," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500