Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çavê artêşa Iraqî li Mûsil e piştî gihiştina piştevaniyan

Xali el-Taî

Wesayîteke leşkerî lafiteyekê hildide ku dibêje "Mûsil, em di rêya xwe de ne" û wesayît ber bi bingehe leşkerî li Maxmûr, başûrê Mûsilê, pêş dikeve. [Wêne ji rûpela Facebook a Wezareta Berevanî ya Iraqî hatiye wergirtin].

Wesayîteke leşkerî lafiteyekê hildide ku dibêje "Mûsil, em di rêya xwe de ne" û wesayît ber bi bingehe leşkerî li Maxmûr, başûrê Mûsilê, pêş dikeve. [Wêne ji rûpela Facebook a Wezareta Berevanî ya Iraqî hatiye wergirtin].

Pîştî rizgarkirina zincîrek ji gund û bajarokan li başûrê Mûsil ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), hêzên Iraqî piştevaniyan tênin, û dihêlin beşê sereke yê artêşê mijûlê vegerandina duyem mezintirîn bajarê Iraqê bibe.

Nifşê nû ya polîs ku ji sê fewcên emercensî yên taybet pêk tê gihiştiye binkeya leşkerî ya pêşketî li navçeya Mexmûrê li başûrê Mûsilê, Emîd Firas Beşar Sebrî, berpirsê ragihandina fermandariya operasyonên Neynewa got.

Hêz, ku ser bi polîsê parêzgeha Neynewa ve ye, perwerdeke ast bilind di çend mihên dawî de dîtiye û bi çekê pêşketî hatiye çekdarkirin.

"Serketinên bi destê hêzên me hatin bidestxistin ku DAIŞ ji gelek gund û deverên basûrê Mûsilê, ku ya herî dawî rizgarkirina binkeya asmanî ya el-Geyara û pêşveçûnên ji bo rizgarkirina navçeya el-Geyara, ku ew bi tenê 60 kilometran ji navenda Mûsilê dûr bû, hişt ku em hêzên zêdetir bişînin," wî got.

Hêza nû gihiştî dê bi erkê ewlekirina deverên rizgarbûyî rabe, wî got, daku bihêle kû beşê mayî ji artêşê pêşdeçûna xwe dewam bike.

"Hêzên me di pêşdeçûnê de ne û biryara anîna hêzên piştevaniyê yên zêdetir di destê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar [Heyder el-Ebadî] de ye, ku ew dê fermanên şerkirinê bide yekîneyên ku dê beşdariyê di operasyonên rizgarkirinê yên bên de bikin," wî got.

Sebrî got ku moralên DAIŞ "tarûmar bûne" û girûp di bêhêviyê de jiyan dike "piştî ew rastî binketinên tehil hatin".

"Berxwedana teroristan kêm dibe û berê bi şêweyeka sereke didin êrîşên bi otombîlên bombelêbarkirî ku ji aliyên xwekujên bombekirî de tên kirin, çandina teqemeniyan di xaniyan de û cadan de daku pêkketinên me veşêrin," wî got. "lê bawermendiya hêzên me ji pilanên dijmin mezintir in, û divê em wan jinav bibin."

Ewlekirina deverên rizgarbûyî

"Fewcên ku gihiştine binkeya leşkerî ya Mexmûr maka yekem a hêzên polîs e li parêzgeha Neynewa, ku ew dê erkê parastina herêmên rizgarbûyî li ser milê xwe hilbigre," endamê komîteya ewlehî a meclîsa Neynewa Haşim Birîfkanî ji Diyaruna re got.

Hêz piştî daxwaza meclîsa Parêzgeha Neynewa ku polîsê xwecihî roleke girîngtir di rizgarkirina temamî ya Mûsilê de bilîze hat cihgirtin, wî got.

"Kontrolkirina herêmê pêngava duyemîn e piştî rizgarkirinê û ew pêngava herî kompleks û girîng e, herwiha divê fermandar pilan û tedbîrên ewlehî û hewalgiriyê pêşbixin daku deverên rizgarbûyî ji êrîşên dijmin biparêzin, û şêniyên awarebûyî vegerînin, û selametiya wan misoger bikin," wî got.

Ev erkekî komplêks e û hewcedarî hevahengiya astbilind a di navbera hêzên polîs, meclîsa parêzgehê û hikûmeta fedral e, wî got jî.

Birîfkanî ronî kir ku ev yek hewceyî "çekdarkinina hêzên xwecihî bi çekên pêşketî ye ji ber berpirsiyariyên mezin ên ku ew pê hatine erkdarkirin".

"DAIŞ rêxstineke terorîst î hovane ye, û ji bo nehiştina xeteriya wê pêdivî bi çekên kara û kwalîtî bilind heye," wî got.

Hêvî li Mûsilê dipişkive

li gorî agahiyên ku Birîfkanî parve kir, DAIŞ li Mûsilê "rastî kêmbûneke gelek di hejmara çekdarên xwe de tê, û betirê şerkerên wê yan hatine kuştin, an birîndarkirin yanjî reviyane deverên nenaskirî".

"Kontrola wan a li ser bajêr lawaz dibe," wî got.

Hestekî giştî yê razîbûnê di nav xelkê Mûsilê de peyda bûye, wî got, ku dawiya hejmûna DAIŞ nêzîk dibe.

Gihiştina alîkariyên serbazî "pêngaveke erênî ye ku dê alikariya lezkirina rizgarkirina bajêr bike ", li gorî Seîd Memuzînî, berpirsê ragihandia Partiya Dîmokrata Kurdistanê li Mûsilê.

Ev pêşveçûn dê hêviyên şêniyên Mûsilê ku "xewinreşa terorîzmê" dê nêzîk bidawî bibe vejîne, wî got.

"Rewşa DAIŞ roj bi roj xirabtir dibe," Memuzînî got.

"Gelek serkêş û endamên wê ji Musilê reviyane, li tenîşt binketinên wê di eniyên şer de, ew rastî nepejrandina milî û serhildanên li dijî zagon û rêkarên wê yên zordarane ku li ser xelkê hatine ferzkirin tê," wî got jî.

Gelek xelkê qebûl nekir perên parastinê bide, weke mînak, û pêbendî leşkeriya neçar a DAIŞ bibe, Memuzînî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Heşda Şaabî li kû ye?

BERSIV BIDE