Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şîrovekar: DAIŞ ji qayimkirina hêza xwe bêhêvî bûye ji ber pêşketina hêzên Iraqê

Ala Husên li Bexdayê

Endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" serperiştiya cezakirina zilamekî li Mûsilê dikin di wêneyekê de ku dîroka girtina wê nayê zanîn û bi berfirehî li ser internetê belav bûye.

Endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" serperiştiya cezakirina zilamekî li Mûsilê dikin di wêneyekê de ku dîroka girtina wê nayê zanîn û bi berfirehî li ser internetê belav bûye.

Di dema ku hêzên Iraqî ber bi asêgehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve li Hewîca Kerkûkê, Mûsila Neynewayê û bajarên din ên bin destê DAIŞ li Enbarê de, girûpê zincîrek ji îdamkirinan pêk anî.

Bi van kuştinan, ligel wêneyên bizdêner ên pêre, girûp dixwaze hêza xwe isbat bike û desthilata xwe ya derizdar li deverên ku di bin kontrola wê de mane li bakur û rojavayê Iraqê qayimtir bike, şîrovkar û berpirsên Iraqî ji Mewtinî re gotin.

Li el-Hewîce, DAIŞ pênc xort bi tometên "hevahengiyê ligel hêzên hikûmî" îdam kir û laşên wan parçe kir, dezgehên medyayî roja 9'ê Hezîranê ragihandin.

Piştî çend rojan, di 12'ê Hezîranê de, girûpê hin wêne li ser internetê belav kirin ku yek ji endamên wê birayê xwe û kesekî din îdam dike.

Di 25'ê Hezîranê de, DAIŞ wêneyên çekdarên xwe ku şeş xort li bajarokê el-Qayim ê sînorî li Enbarê bi tometên derketina ji dîn îdam dikin belav kirin. Û di 28'ê Hezîranê de, girûpê hin wêneyên ku îdamkirina pênc zilamên êlan li el-Şirqat nîşan didan belav kir.

DAIŞ ew pênc zilamên êlan, ku ji êlên el-Cemîla û el-Hey el-Eskerî bûn, bi "tûjkirina xelkê ji bo hevahengiyê ligel hêzên rizgarker" tawanbar kiribû, li gorî raportên nûçeyan ên Iraqî.

Ligel van îdamkirinan, DAIŞ li ser ferzkirina cezakirinên hov bi hincetên cuda li ser xelkê deverên di bin kontrola xwe de berdewam e, di nav de kevirbarankirin, celdkirin û jêkirina endaman, şîrovekaran gotin.

Zêdebûna berbiçav di pêkanîna van cezakirinan de hevdem e ligel serkeftinên Iraqî li Enbar û Selahedînê, wan got jî.

Desthilateke bi tundutûjî û tirsê

"Ligel pêla vê dawiyê ya îdamkirinan, DAIŞ hewl dide ku wêneya xwe ya tirskar vegerîne û ji xelkê re nîşan bide ku hîn ew xwedî hêz û desthilat e," şîrovekarê serbazî yê Iraqî Sefaa el-Aasam got.

Wêneyê girûpê hat hejandin dema ku dest bi jidestdana erdê kir û hêzên Iraqê nêzîkî asêgehên wê li Mûsil û el-Hewîce û Enbarê bûn, wî ji Mewtinî re got.

"Rêxistina tundrê dîsan berê xwe da medyayê ji bo belavkirina wêneyên mirina kirêt, ji ber ku ew baş dizane ku medya çekê dawî ye di şerê ligel hêzên Iraqî de," wî got.

Bi belavkirina wêneyên îdamkirinan, DAIŞ dixwaze çekdarên xwe yên vekşiyayî dilrehet bike ku girûp hîn erdê digre û dê mirin cezaya kesên ku wan bişkîne be, el-Aasam got.

Siyaseta tirsandinê ya girûpê herwiha dixwaze ku serhildana cemawerî ya ku li dijî wê berfirehtir dibe û li asêgehên wê jî bihêztir dibe ji nav bibe, wî got.

Ji ber vê yekê gelek kesên îdamkirî bi hevkariyê ligel hêzên ewlekariya Iraqê yanjî Pêşmerge tên tawanbarkirin, wî got jî.

"Ev îdamkirin ne ji bo cara yekê ji aliyê rêxistina terorist ve li deverên di bin desthilata wê de tên pêkanîn, bi taybet li el-Hewîce li parêzgeha Kerkûkê," parlementerê Iraqê Xalid el-Mefrecî ji Mewtinî re got.

Zordarî nîşana nearamiyê ye

Ev tedbîrên zulmdar reaksyonên xwezayî ji girûpeke terorist re ne ku dizane ku xelkê navxweyî li dijî wê ne û li benda derfetekê ne daku li dijî wê serî hildin, el-Mefrecî got.

Ev cureyê çalakiyên dijayetiya cemawerî ligel nêzîkbûna bêtir a hêzên Iraqê zêde bûye, wî got jî, û anî ziman ku wî zaniye ku xelkê el-Hewîce di operasiyonên serbazî yên bin erdê de li dijî DAIŞ beşdar dibin.

Ev yek teqekirin û kuştina endamên DAIŞ, şewitandina ala reş a girûpê û armancgirtina nobedarên wê bi teqemeniyan li xwe digre, wî got, vê yekê jî xezeba girûpê li ser xelkê deverê zêdetir kiriye.

"Siyasetên zordar ên girûpê dihêlin ku xelk jê dûr bikevin," Lîwa Rukin Maen el-Saedî, fermandarê operasiyonên taybet ên 2'ê di ajansa dijeterorê de got.

"Ew niha di bin desthilata DAIŞ de rastî siyaseta çewisandinê tên," wî ji Mewtinî re got, anî ziman jî ku eger heye ku xelk dest bi serhildaneke cemawerî li dijî girûpê li deverên di bin kontrola wê de bikin.

Rihê serhildanê ji ber baweriya cemawerî ya zêde bi hêzên Iraqî yên rizgarker e, el-Saedî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500