Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rizgarbûyên Felûce zordariya DAIŞ wesf dikin

Alaa Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî alîkariya xelkê Felûce yên reviyayî dikin da ku jiyana wan biparêzin. [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Hêzên Iraqî alîkariya xelkê Felûce yên reviyayî dikin da ku jiyana wan biparêzin. [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Îsmaîl Hemîd Hesen yek ji hezarên xelkê Felûce ye ku karîn ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) birevin.

Ji Mewtinî re axivî ji kampa Girava el-Kerma li bakurê Felûce, ku wî û malbata wî penagehek dîtin piştî ku ji bajarê xwe reviyan, wî rewşa di nav Felûce de wesf kir, ku ji Çileya 2014an ve di destê DAIŞ de ye.

"Me di çend mehên borî de zehmetiya birçîbûnê dikşand, û DAIŞ nedihişt xwarin û derman bigihin me," wî got.

Di nav bajêr de, grûpê xwarin weke kaxezeke bazarkirinê bikar tanî, wî got jî, nedida xelkê heta qebûl bikin ku kurên xwe bişînin şer di nav rêzên wê de.

"Em di zîndaneke mezin de bûn, û her kesê ku hewl daba ku bireve dibe ku hatiba kuştin," Hesen got, madê wî zer bû û cihên wê di xuyangeke dilêş de bûn.

Weke hewlekê ji bo rêgirtin li revîna xelkê, çekdarên DAIŞ li ser xeta rûbirûbûnê ligel artêşa Iraqî hatine bicihkirin, wî got, "û dudil nabin ku her sivîlekî ku hewl bide ji Felûce bireve bikujin".

"Em matmayî bûn ji rewşa tenduristiya cesteyî û derûnî ya xirab a xelkê koçberkirî ku ji Felûce digihan," Şêx Sebah Ebdulhemîd, efserekî komîteya heşda şaabî ku çavdêriya kampê dike got.

Gelek ji wan, di nav wan de zarok, rastî zuhabûnê hatibûn, wî ji Mewtinî re got, û xuya bû ku şok bibûn ji tişta ku bi serê wan hatî.

"Ew ji bajar bi tena xwe reviyane, mal û otombîlên xwe li pişt xwe hiştine," wî got.

"Hinek ji wan heta bi pêxwasî û bi cihên qetyayî gihan," wî got jî, "Hinek hatin bêyî ku tenê yek dînar jî di berîkên wan de hebin, û xuya bû ku amade ne her tiştî bidin ji bo ji kontrola rêxistina terorîst birevin."

Xelkê Felûce di bin guvaşê de

Xelkê Felûce ku qebûl nekirin li kêleka DAIŞ şer bikin rastî tengavkirineke berdewam ji aliyê grûpê ve hatin, Ebdulhemîd got.

Ew ji mafên xwe yên sereke hatin mehrûmkirin, di nav de mafê xwarin û dermankirinê, wî got.

Hin malbat hatibûn neçarkirin ku li ser xwarinên heywanî bijîn, û hinên din ji wan re zehmet bû ku ti xwarinê bidest bixin, wî got jî, lê belê malbatên çekdarên DAIŞ di rewşeke luks de dijiyan.

Reftara grûpê bi sivîlan re li gorî asta alîgirbûna wan bû, wî got.

Dema şerê rizgarkirina Felûce destpê kir, DAIŞ tenê rê da malbatên çekdarên xwe ku çem bi rêya qeyikan derbas bikin û biçin Amiriyat el-Felûce, piştre yekser rê girt û dest bi kuştina her kesê ku hewl bide bireve kir, wî got.

Di 10ê Hezîranê de, çekdarên DAIŞ fîşek berdan grûpeke sivîlan ku hewl dida bi bajêr bireve, heft kuştin û 16 birîndar kirin, qayimeqamê Felûce Îsa el-Îsawî ji Mewtinî re got.

Laşên qurbaniyan, ku li Çarêya el-Selam hatin kuştin, li erdê man, wî got, lê hejmarek ji birîndaran karîn xwe bigihînin hêzên Iraqî, ku ew birin nexweşxaneyeke meydanî ji bo dermankirinê.

Sivîl weke mertalên zindî tên bikaranîn

Di daxuyaniyeke 27ê Gulanê de, berdevka Komîsyona Bilind a Penaberan a NY Melissa Fleming got ku "raporên dramatîkî derbarê zêdebûna hejmara haletên îdamkirina zilam û kurên ku qebûl nakin li şûna DAIŞ şer bikin" hene.

"Raporên din dibêjin ku hejmarek ji xelkê ku hewl dabûn ji [Felûce] derkevin hatine îdamkirin an celdkirin," wê got.

Sivîlên ku hewl dabûn ji bajêr birevin gotin ku diviyabû bi saetan piyade bi şev meşiyaba, di nav baxçeyan de û xwe di boriyên avdanê yên berdayî veşartiba.

Nêzîkî 15,000 sivîlan karîne ji Felûce birevin, Fadil el-Xerawî, ku di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov kar dike got.

Piraniya wan ji deverên el-Sacir û el-Kerma ne, lê belê hîn 50,000 kes di nav Felûce de asê mane, wî ji Mewtinî re got.

"Piraniya wan kesên ku ji bajêr derketine di rewşeke tenduristiya derûnî û cesteyî ya xirab de ne ji encama karên hovane yên DAIŞ li dijî wan berî ku ji bajêr birevin," wî got.

DAIŞ sivîl weke mertalên zindî bikar anîne, wî got, bi taybet li taxên el-Colan û el-Muelîmîn.

Artêşa Iraqî hewl da xwe dûrî şerê ligel çekdarên DAIŞ bike li van deveran ji ber sivîlên di wan de, wî got, û neçar bû ku ji taxa el-Şuheda derbasî bajêr bibe tevî zehmetiyên di vî korîdorî de.

Hevdem, anî ziman, ku jiyan bi temamî di nav Felûce de rawestiyaye.

Xizmetguzariyên elektirîkê tune ne, ava vexwarinê jî nîne û DAIŞ xizmetguzariyên înternetê û herwiha bikaranîna telefonên zîrek qedexe kiriye, wî got.

Herwiha, wî got, DAIŞ vê dawiyê zarokan li bajêr çekdar dike û wan li şûna xwe dişîne şer.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Serkeftin ji Artêşa Iraqê re û aştî û aramî ji gelê Iraqê re, bi hêviya Xwedê.

BERSIV BIDE