Terorîzm

Navendek şehadetên rizgarbûyên Êzîdî bibelge dike

Xalid el-Tayî

image

Malbatên Êzîdiyên Iraqê digrîn ji ber ku dîsa liqayî hezkiriyên xwe hatine yên ku karîne ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" birevin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Yezîdiyat el-Mehcer]

Ji dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dest danî ser herêma Şingalê ya parêzgeha Neynewa ya Iraqê di 2014an de, û bi sedên Êzîdiyan kuştin û bi hezaran dîl girtin, Tora Medyayî ya Laliş rewşa wan bibelge dike.

Laliş, ku navendeke civakî ye û alîkariyên mirovî pêşkêşî Êzîdiyan dike, bêtirî 60 saetan ji şehadetên rizgarbûyên ji DAIŞ bibelge kirine, serokê navendê Şêx Şemo got, ku parlementerekî herêma Kurdî ye.

Navend herwiha çalakiyên cuda organîze dike ji bo bilindkirina asta hişmendiyê derbarê tawanên DAIŞ û alîkariya qurbaniyan ji bo bikaribin serpêhatiyên xwe yên trajedîk derbas bikin.

Mewtinî : Tu dikarî dîtineke giştî ya kurt li ser Tora Medyayî ya Laliş bidî me?

Şêx Şemo : Navenda me sala 1993an li herêma Kurdî hat damezirandin ji aliyê grûpek ji nivîskarên ku girîngiyê didin kelepûr û kultûra Êzîdî.

Navend bi awayekî sereke girîngiyê dide belavkirina folklora Êzîdî û dixwaze prensîpên pêkvejiyanê, aştiya sivîl û piştgiriya civakî belav bike û herwiha konsepta demokrasiyê damezirîne.

Niha 40 ofîs û şaxên me hene li nav û derveyî Iraqê ku xizmeta Êzîdiyan dikin her çawa bin.

Mewtinî : Çi ne ew çalakiyên ku navend pêşkêşî Êzîdiyên ku ji destê DAIŞ rizgar bûne dike?

Şemo : Ji roja yekê ya dagîrkirina trajedîk ji bajarê Şingalê re di 3ê Tebaxa 2014an de, me kar dikir ji bo peydakirina alîkariyên bilez ji Êzîdiyên koçberkirî re. Em hîn xwarin û guhdana temam ji malbatên Êzîdî re pêşkêş dikin da ku rewşa jiyana wan baştir bikin.

Çalakiyên me gelek in, Em hertim dixebitin ji bo bidawîkirina derdê xelkê xwe û kêmkirina êş û trajediyayên ku bi serê wan hatîn li ser destê terorîstan bi rêya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û organîzekirina workşop û waneyan ji bo bilindkirina asta hişmendiyê, pêşkêşkirina şêwiriya psîkolojîk û rêkxistina pêşbirkên spor û xwemijûlkirinê ji zarokên koçberkirî re.

Di nav çalakiyên me yên vê dawiyê de xelatkirina 18 xwendekarên koçberkirî yên jêhatî li kampa Şariya [ji bo xelkê koçberkirî], û xwendekarên din li kampên Bêrsîv, Mam Reçan û Kebertû li Duhokê. Me herwiha geştek ji bo kampa Qadiya ji 10 jinên ku ji destê DAIŞ rizgar bûne re organîze kir ji bo rewşa wan a psîkolojîk baştir bibe.

Herwiha, em merasîman di boneyên niştîmanî û olî yên Êzîdî de lidar dixin.

Mewtinî : Ji me re behsa hewlên xwe ji bo qurbaniyên Êzîdî bike.

Şemo : Amarên berdest tekez dikin ku ji destpêka dagîrkirina Şingalê ve heta niha, herî kêm 1,000 Êzîdî ji aliyê DAIŞ ve hatine kuştin, piraniya wan jin û zarok, û di gorên komî de hatine veşartin.

Me heta niha 15 gor dîtine li deverên cuda li Şingalê.

Li gorî amaran, 2,400 Êzîdî hatine rizgarkirin û ji destê DAIŞ hatine derxistin di vê heyamê de, lê nêzîkî 3,600 jin û zarok hîn dîl in.

Derbarê zererên madî, nayên hejmarkirin. Şingal, ku di dawiya sala borî de hat rizgarkirin, hîn bi temamî wêranbûyî ye, û ji aliyê parlementoya Iraqê ve weke "devereke karasatî" hat ragihandin. Heman tişt bi serê bajarokên Başîqa û Behziyan jî hatiye.

Mewtinî : Gelo hûn ti hewldanan dikin ji bo bibelgekirina tawanên DAIŞ?

Şemo : Belê. Navenda me ji destpêkê ve li ser bibelgekirina tundutîjiyên DAIŞ li dijî Êzîdiyan kar dike.

Komîteyên me yên xwebexş hene ku serdana kampên koçberkiriyan dikin û agahî û rastiyan derbarê tawanên terorîstî kom dikin li gorî ku ji wan tê.

Niha 60 saetên şehadetên belgekirî bi deng û wêne yên rizgarbûyên mêr û jin li cem me hene ku têde behsa çîrokên rastî yên ku di dema girtina xwe de li cem DAIŞ dîtine dikin. Ev çîrok bûyerên kuştin û îşkencekirina tund a sivîlên bêsûc lixwe digrin.

Ev tiştên tomarkirî ji Komîsyona Bilind a Lêkolînan derbarê jenosîda Êzîdiyan re li Duhokê hatine pêşkêşkirin.

Mewtinî : Derdê Êzîdiyan çiqasî piştgiriya navdewletî li pey xwe anî?

Şemo : Di naverasta Adarê de, Kongrêsa Amerîkî deng da li ser binavkirina binpêkirinên DAIŞ li dijî kêmîneyên olî li Iraq û Sûriyê, di nav wan de Êzîdî, weke jenosîd.

Biryarên bi heman awayî ji parlementoya Brîtanya û parlementoyên Ewropî yên din hebûn.

Reaksyon û dilşewata navdewletî bi trajediya me gelek e, ev yek me dilrehet dike. Em bang li Dadgeha Tawanan a Navdewletî dikin ku binpêkirinan weke tawanên jenosîdê bihesbîne ji bo vegerandina heqê qurbaniyan.

Mewtinî : Rewşa koçberkiriyên Êzîdî niha çawa ye?

Şemo : Zehmet e. Em çi bikin, em bi hewceyî piştgiriyeke bêtir in da ku deverên wan nûava bikin, krîza koçberkirina wan bidawî bikin û aramiyê vegerînin.

Hejmara Êzîdiyên ku ji Iraqê derdikevin zêde dibe. Nêzîkî 700,000 kes berê li Şingalê akincî bûn.

Niha, em texmîn dikin ku nêzîkî 15% ji wan ji welat reviyane, û gelek ji wan niha li Tirkiye, Yûnanistanê û Almanya dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)