Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ çavkaniyeke aborî ya girîng jidest dide piştî şikestina wê li Rutba

Alaa Husên

Yekîneyên artêşa Iraqê li ser dirêjahiya rêya ji Rutba heta deriyê sînorî yê Tirêbîl bicih bûne piştî ku bajarok ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat standin di naverasta Gulanê de [Wêne ji fermandariya operasyonên hevbeş a Iraqî]

Yekîneyên artêşa Iraqê li ser dirêjahiya rêya ji Rutba heta deriyê sînorî yê Tirêbîl bicih bûne piştî ku bajarok ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat standin di naverasta Gulanê de [Wêne ji fermandariya operasyonên hevbeş a Iraqî]

Ligel ku DAIŞ bajarokê Rutba yê Enbarê jidest da di berjewendiya hêzên Iraqê de, grûpê herwiha derbasbûn bo rêyeke navdewletî ya ku digihe deriyekî sînorî yê girîng li ser sînorê bi Urdunê re jidest da, berpirsan ji Mewtinî re gotin.

Ev jidestdan bi milyonên dolaran zererê digihîne qazanca mehane ya DAIŞ, wan got.

Di naverasta Gulanê de, artêşa Iraqî, bi piştgiriya şervanên navxweyî, çekdarên DAIŞ ji bajarokê Rutba derxistin û ew bajarokê, ku dikeve li ser rêya deriyê sînorî yê Tirêbîl, kontrol kirin.

DAIŞ berî du salan dest danîbû ser wî bajarokî û hin deverên din li rojavayê Enbarê.

Ji ber cihê Rutba yê stratejîk li ser rêya navdewletî ku sînorê rojavayê Iraqê bi deverên din ve girê dide, vê yekê çavkaniyeke abûrî ya girîng ji DAIŞ re bû di dema herdu salên borî de, endamê encumena parêzgeha Enbarê Casim el-Helbûsî ji Mewtinî re got.

"DAIŞ cizye li ser kamyon û otombîlên ku kelûpel vediguhestin li ser rêya navdewletî ferz dikir berî ku rê bide wan ku derbasî bajarên din ên welat bibin," wî got.

Cizye piştgiriyek ji xezîneya DAIŞ re bûn

Cizye ji her kesî dihatin standin bê îstisna, heta ji otombîlên biçûk jî, wî got, "vê yekê qasekî mezin ji pereyan ji DAIŞ re peyda dikir ku nikarîbû ji her rêyeke navdewletî ya din ku di bin destê wê de bû peyda bike".

"Komkirina cizyeyê ne operasyoneke li gorî kêfê bû, lê li gorî rêyeke sîstematîk ku kom û şaneyên taybet ên DAIŞ serperiştiya wê dikir, û hemû pere ji xezîneya navendî ya grûpê re dihatin veguhestin," serokê heşda eşayirî Şêx Ebdulla el-Cuxeyfî got.

Grûpê pere ji kamyonan kom dikir beramberî kaxezên taybet ku mora "rêveberiya" DAIŞ a Rutba li ser wan bû, herwiha qasê pereyan, cureyê kamyonê û barê wê li ser kaxezê hebûn, wî ji Mewtinî re got.

DAIŞ $400 ji her kamyonekê distandin, wî got, anî ziman jî "dibe ku grûpê qasekî mezin ji pereyan bi vî awayî qazanc kiribe, bi taybet di mehên berî rizgarkirina bajarên Enbarê, dema tevgera kamyonan li ser rêya navdewletî berdewam bû".

"Ev yek niha bi temamî hatiye guhertin piştî ku hêzên Iraqî Rutba vegerandin û zilamên xwe yên ewlekariyê li ser rêya navdewletî heta ku digihe rojavayê Remadî bicih kirin," wî got jî.

Destkeftên ewlekarî çavkaniyên terorîstan kêm dikin

Destkeftên ewlekarî yên artêşa Iraqê vê dawiyê bi temamî çavkaniyên DAIŞ zuha kirin û çalakiya wê ya aborî sînordar kir, aborînas Basim Cemîl Entiwan ji Mewtinî re got.

Cizyeya ku grûpê ferz dikir "ti sînor jêre nebû lê dihat zêdekirin li gorî gelek faktoran, hin caran digiha $1,000 li ser her kamyonekê", wî got.

Ji ber vê yekê, jidestdana vê çavkaniya dahatê şikestineke darayî ya din ji DAIŞ re pêk tanî, wî got jî, di nav de zeviyên petrolê li bakurê parêzgeha Selahedîn û barên petrolê yên grûpê ku armancên balafirên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî bûn.

Girêka aborî li dora stûyê grûpê hatiye tundkirin, wî got, ev yek dihêle ku ew nikaribe alavên pêwîst ji bo piştgiriya karînên xwe yên şer li hemû bereyan peyda bike.

"Vegerandina rêya navdewletî ku digihe sînoran wê ne tenê guvaşê li ser aboriya DAIŞ deyne, lê wê bazirganiyê li Bexdayê jî vejîne," wî got jî.

Rêya ku digihe deriyê sînorî yê Tirêbîl wê hinardekirin û hawirdekirinê bo û ji Bexdayê asantir bike û wê xerciyan kêm bike, Entiwan got, bi taybet piştî ku bazirganên Iraqî neçar bibûn ku deriyên Besra bikar bînin weke take rê ji bo kelûpelên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500