Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bexda sîstema muxtariyê vedigerîne ji bo piştgiriya ewlekariyê

Xalid el-Ta'î

Endamekî hêzên ewlekariya Iraqê çavdêriya xaleke kontrolê li Bexdayê dike. [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Bexdayê]

Endamekî hêzên ewlekariya Iraqê çavdêriya xaleke kontrolê li Bexdayê dike. [Wêne ji Fermandariya Operasyonên Bexdayê]

Hikûmeta xwecihî ya Bexdayê roja Sêşemê (7ê Hezîranê) ragihand ku ew sîstema muxtariyê vedigerîne paytextê ji bo piştgiriya hewlên ewlekarî li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Muxtar, ku serokatiya gundekî yan taxekê dikin, dê berpirs bin ji alîkariya ajansên ewlekariyê di çavdêriya çalakiyên gumanlêkirî de yanjî çavdêriya xelkê li deverên wan, berpirsên Iraqî gotin.

"Sîstema muxtariyê sîstemeke ewlekarî ya xwecihî û nêritî ye," cîgirê parêzgarê Bexdayê Casim Buxatî got. "Muxtar, weke ku tê binavkirin, rihspiyeke ku xelkê taxê nas dike û hemû xelkê taxê jî wî nas dikin."

"Ji ber rola bibandor a ku ev rihspî dikarin bilîzin, me biryar da ku wan careke din bikar bînin," wî ji Mewtinî re got.

Muxtarek, ji ber ku pêwendiyên wanî yên xurt bi xelkê re hene, dikare çavdêriya hemû biyaniyên ku tên devera wî bike û dikar ji nasname û cihên akincîbûna wan piştrast bibe, wî got, herwiha ligel çavdêriya her çalakiyeke gumanlêkirî jî.

"Lêkolînan ev yek nîşan dan ku gelek teqînên ku li paytextê çêbûne, ku herî dawî li taxa Bexdad Cedîda û Bajarê Sedir bûn, ji aliyê kesên ji derveyî van deveran pêk hatine ku xanî û apartman li wan deran kirê kiribûn ji bo pilankirin û birêvebirina êrîşên xwe yên teroristiyane," wî got.

Muxtar dê bikaribin li pey akincîbûnên neyasayî bigerin, wî got jî, bi rêya naskirina akinciyên nû, zanîna cihên hatina wan, û dayîna agahiyan ji hêzên ewlekariyê re.

Heta niha, hikûmeta Bexdayê 400 rihspî li deverên akincîbûnê erkdar kirine daku weke muxtar xizmetê bikin, û ew li ser bingeha hêjabûn, destpakî û navûdengiyê hatine bijartin.

Ev qonaxa ceribandinê ye, wî got, anî ziman jî ku dê muxtarên bêtir pêwîst bin ji ber ku Bexda ji 37 yekîneyên rêvebirinê pêk tê ku bo bajarokên biçûk anjî taxan tên cudakirin û bêtirî heşt milyon kes li wan bicih dibin.

Tedbîrên ewlekarî yên zêdetir

Vegerandina sîstema muxtariyê beşek e ji pirojeyên din ji bo başkirina ewlekarî û aramiyê li paytextê, Buxatî got.

Hikûmeta xwecihî di proseya danîna 23,000 kamîreyên nû yên çavdêriyê li kolan û taxên paytextê de cih digre û herwiha derxistina karta nasnameya niştîmanî ya elektironîk, wî got.

Pirojeyeke din, bi navê "Seqir Bexdad", armanca wê tomarkirina hemû otumbîlan e di databaseke ewlekarî de, wî got jî.

Serokên taxan weke xeteke pêwendiyê di navbera xelk û xizmetên ewlekarî de ne, û weke çavkaniyeke îstixbaratî ku dikare çavdêriya çalakiyên gumanlêkirî bike û agahiyên girîng bide, Saed el-Metlebî ji komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Bexdayê got.

Vegerandina sîstema muxtariyê "ji demekê ve yek ji daxwazên encumenê bû ji ber girîngiya wê", wî ji Mewtinî re got, anî ziman jî ku "dê bandoreke wê ya erênî li ser rewşa ewlekarî ya giştî li Bexdayê hebe".

Metlebî herwiha tekez li ser girîngiya bicihkirina "Sûra Bexdayê" kir.

Armanca vê projeyê danîna "heşt deriyan li derdora paytextê, ku dê kamîra û alavên kifşkirina teqemeniyan li wan hebin, herwiha danîna kelemên konkrêt ku alavên sansorkirin û çavdêriyê li cem wan hebin", wî got.

"Heft nahiye li derdora Bexdayê ne, û hemû deverên çandiniyê ne," wî got, anî ziman jî ku ev yek "behişteke ewle ji kesên terorist re" peyda dike.

"Sûra 300 kîlometrî dê sînorên paytextê ji hemû aliyan ve ewle bike û nahêle terorist jiyan û milkên xelkê têxin metirsiyê de," wî got jî.

Şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf sîstema muxtariyê weke "gavekê li ser rêya rast" wesif kir.

Muxtar beşekî sereke ne ji sîstema ewlekariyê, wî got, ji ber ku dikarin agahiyên girêdayî ku nû digihin bidin ajansên ewlekariyê,

"Ev tedbîr dê alîkariya hêzên ewlekariyê bikin ku veşargehên çekdaran nas bikin, bi taybet ew ên hewl didin ku ligel malbatên koçberkirî bi dizî derbas bibin û operasiyonên xwe yên teroiîstiyane li taxên akincîbûnê pêk bînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Qaşo weke Kurdistanê ne.

BERSIV BIDE