Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hêzên Iraqî malbatan ji Felûca derdixin

Xalid el-Ta'î

Malbatên koçberbûyî ji Felûce alîkariyê li kampa Amiriyat el-Felûce dîstînin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

Malbatên koçberbûyî ji Felûce alîkariyê li kampa Amiriyat el-Felûce dîstînin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

Tevî metirsiya nêzîk ji hemû aliyan ve, bi sedên malbatên dorpêçkirî li Felûca karîn ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) birevin û bi selametî xwe gihandin artêşa Iraqî.

Kesên reviyayî ji el-Hasî, ku gundeke li başûrê bajêr e, ji Mewtinî re gotin ku DAIŞ gef li wan dixwarin ku wan sax bişewitîne eger hewl bidin ji malên xwe derkevin.

Ew ji vê çarenivîsê rizgar bûn bi rêya pêşketina hêzên Iraqî û yên Heşda Şaebî, wan got, vê yekê derfetek da xelkê ku xetên agir derbas bikin daku birevin.

"Dema ku me bihîst dengê çekan zêde dibe, me zanî ku artêş nêzîk e, me biryar da ku em birevin bê xwemxwerî ji metirsiyan," Diya Wîdad, ku jineke 53 salî ye, got lê daxwaz kir ku navê wê yê rastî neyê bikaranîn.

"Em li benda dema rast man, piştre ez û hersê keçên xwe ligel malbatên din derketin û me alên spî hilgirtibûn," wê ji Mewtinî re got.

Serbaz zû hatin û ew bi rêya otumbîlên serbazî veguhestin cihekî dûrî meydana şer, wê got, xwarin û vexwarin ji malbatan re peyda kirin.

Kesekî reviyayî yê din, Ehmed Herdan, jiyana di bin destê DAIŞ de bi "karesatî" wesif kir.

"Wan gef dixwarin ku me bişewitînin eger em hewl bidin ku birevin," wî got. "Em li benda gihiştina artêşê bûn, û dema ku gihişt em bi tenê bi rizgarbûnê difikirîn."

Xelk di bin dorpêça DAIŞ de birçî bûn, wî got, madeyên xwarinê yên esasî weke ard û birinc kêm bibûn û bi "bihayên dîn" dihatin firotin.

"Em bêtirî du salan rastî zordariyê û cezayên teroristan dihatin ku xelk dikuştin û nerehmî derheqê ciwan û bitemenan nîşan didan," wî got.

Bi sedên malbatan hatin derxistin

Hêzên Iraqî karîn bi sedên malbatên ku li Felûca asê mabûn rizgar bikin di du heftiyên borî de di demekê de ku şerê derxistina DAIŞ germ dibe, rêveberiya Wezareta Koç û Koçberan li Enbarê got.

"Me heta niha pêşwaziya bêtirî 600 malbatan ji hêzên ewlekariyê kirin piştî ku ji deverên şer ên derdora Felûca reviyan," rêveberê rêveberiyê Mihemed Reşîd roja Duşemê (6ê Hezîranê) ji Mewtinî re got.

"Berî du mehan, me heşt kamp li bajarokê Amiriyet el-Felûca ava kirin ku nêzîkî 2,000 malbatên koçberbûyî ji Felûca û derdora wê dihewînin," wî got.

"Me piraniya van kesên koçberbûyî veguhestin van kampan," wî got jî. "Me dest bi dayîna xwarin û kelûpelên di nav çadiran de kir weke betanî, rayêxek û alavên çêkirina xwarinê, herwiha amadekirina xizmetên bijîşkî yên bilez."

"Kesên rizgarbûyî xuya bû ku di rewşên zehmet de bûn," wî got. "Gelek jiwan nexweş bûn. Em niha li ser tomarkirina wan weke welatiyên koçberbûyî kar dikin daku wan li berçav bigrin di programên me yên ji nûvepêşxistin û alîkariya mirovahî de daku em alîkariyên darayî bidin wan."

Ew texmîn dike ku hejmara kesên koçberbûyî bigihe 10,000 malbatan dema ku şer bigihe navenda Felûca, wî got, anî ziman jî ku "amadekariyên me temam in û em li benda her rewşeke awarte ne".

Alîkariya xelkê koçberbûyî

Amiriyat el-Felûca beşê herî zêde ji enerjiya xwe ji bo xizmetkirina xelkê ku ji Felûca reviyane terxan kiriye, serokê encumena xwecihî Şakir el-Îsawî ji Mewtinî re got.

"Depoyeke me ya baş ji xwarinê heye -- têra bêtirî 5,000 malbatan dike," wî got. "Hejmareke bes ji çadiran heye. Me herwiha, ligel ajansên hikûmî û rêxistinên mirovahî, dest bi bicihkirina tîmên bijîşkî kir ji bo guhdan bi xelkê koçberkirî û peydakirina pêdiviyên wan."

Xelk berdewam in li ser koçberbûnê li mîhwera başûrê Felûca, wî got, û xelk ber bi çarêya el-Selam diçin û piştre ji wê derê diçin Amiriyat el-Felûca.

"Korîdoreke ewle ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye vekirin ji bo reva malbatan ji navenda Felûca li ser vê mîhwerê, em texmîn dikin ku herî kêm 20,000 malbat li wê derê asê mabin," wî got.

Polîsên Iraqî, artêş û hêzên Heşda Şaebî encamên xurt bidest xistine di şerê Felûca de, Muqedem Sebah el-Îsawî, fermandarê ketîbeya sêyemîn a Heşda Şaabî li Amiriyat el-Felûca got.

"Em bi hayedarî tevdigerin ji bo parastina selametiya sivîlan," wî ji Mewtinî re got.

"Di dema pêşketina me de li başûrê Felûca, me karî em nêzîkî 250 malbatên asê biparêzin û me ew veguhestin deverên ewle û me xwarin, vexwarin û alîkariyên destpêkê ji wan re peyda kirin," wî got.

"Endamên DAIŞ dudil nabin ku guleyan berdin her malbateke ku hewl bide bireve," wî got jî. "Em hertim hewl didin ku xwe bighînin malbatên reviyayî berî ku bên armancgirtin."

"Berî çend rojan û di dema êrîşa me û derbasbûna me du kîlometran di nav deverên bin destê DAIŞ de, me pênc term dîtin ku yên sê jin û du zarokan bûn ku kesên koçberbûyî bûn û bi mayînên ku teroristan li ser rê çandibûn ji bo astengkirina pêşketina hêzên me mirin," wî got.

"Em dê di demeke nêzîk de DAIŞ ji nav bibin û em dê tola qurbaniyan hilînin," el-Îsawî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500