Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq tedbîrên ewlekariyê di Remezanê de tundtir dike

Xalid el-Taî

Endamekî hêzên ewlekariya Iraqê li otombîlekê digere li parêzgeha Kerbela. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Endamekî hêzên ewlekariya Iraqê li otombîlekê digere li parêzgeha Kerbela. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Bi destpêka meha Remezanê ya pîroz, Wezareta Berevaniya Iraqê tedbîrên xwe yên ewlekarî tundtir kirin ji bo pêşxistina rewşa ewlekariyê û parastina welatiyan ji êrîşên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Wezaretê zincîrek ji tedbîrên nû eşkere kirin roja 31'ê Gulanê, piştî zêdebûna êrîşên xwekujî yên vê dawiyê li bazar û çayxaneyên navdar li Bexdayê.

Vê yekê tirs zêde kir ji egera êrîşên bêtir di Remezanê de, meha ku bi tevgereke xurt a bazarê û kombûnên mezin ên welatiyan tê naskirin.

Tedbîrên ewlekariyê yên nû

"Li hember pêkanîna van êrîşan, me komeke nû ya tedbîrên ewlekariyê danîn ji bo rûbirûbûna teroristan û rêgirtin li wan bo bikaranîna meha Remezana pîroz ji bo çêkirina metirsiyê li ser selametî û ewlehiya welatiyan," berdevkê wezaretê Nasir el-Nûrî ji Mewtinî re got.

Ew tedbîr pêşxistina karê îstixbaratî bi rêya bicihkirina endamên ewlekariyê bi kincên medenî li taxên akincîbûnê û pêşxistina "ewlekariya li ser bingeha civakê" lixwe digrin, wî got.

Wezaret dê erkan ji hêzên ewlekariyê re destnîşan bike li ser bingeha deverên cografî yên girêdayî bi fermandariya navendî ya operasiyonên serbazî yên hevbeş daku piştrast be ji hevahengiya hewlên ewlekarî, el-Nûrî got.

"Em herwiha dixwazin ku alavên pêşketî yên kifşkirina teqînan û teknolojiya û kamîrayên çavdêriyê deynin," wî got.

Endamên DAIŞ el-Kerma û cihên derdora Felûce li parêzgeha Enbarê ji bo pêkanîna êrîşan li Bexdayê û parêzgehên nanvedî û başûrî bikar tanîn, el-Nûrî got.

"Piştî ku hêzên me vê dawiyê ev dever vegerandin û bingehên DAIŞ li wê derê wêran kirin di dema şerê niha yê 'Şikandina Terorizmê' de ji bo rizgarkirina Felûce, ev serkeftin dê bêguman alîkariyê di kêmkirina metirsiyên terorê de bikin, pêşxistina asta ewlekariya giştî, û derxistina dijmin ji navendên bajaran," wî got jî.

DAIŞ piştî şikestinan berê xwe daye teqînên xwekujî

DAIŞ rastî şikestinên mezin hatiye li parêzgehên Enbar û Selahedînê û karîna xwe ji bo astengkirina pêşketina hêzên ewlekariyê ji dest daye, el-Nûrî got.

Ew girûp hewl dide êrîşên xwe bi rêya xwekujên ku weke "çekdarên înxîmasî" tên naskirin zêde bike, wî got.

DAIŞ armancên asan ku xelk li wan deran e hildibijêre daku bihêle hejmareke mezin ji qurbaniyan bikevin û bala hêzên ewlekariyê ji ser operasiyonên aniha yên rizgarkirinê dûr bixe, wî got jî.

"Ev girûp herwiha dixwaze ku nameyekê ji medyayan re bişîne ku ew hîn xurt e û dikare şer bixe di nav bajarên ewle de," wî got, anî ziman jî ku, "em derfetê nadin van tawanbaran ku metirsiyê li ser jiyana xelkê bêsûc çêke û emê rûbirûyî wan bibin".

"Derbeyên vê dawiyê ku li DAIŞ ketine û ji destdana gelek asêgehan hişt ku karta xwe ya dawî bilîze bi rêya pêkanîna êrîşên xwekujî ji bo bidestxistina destketinên propagandayê û kêmkirina hestê bêhêvîbûnê li cem çekdarên wê," Saed el-Metlebî ji komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Bexdayê got.

"Armanca me îro derxistina DAIŞ ji Felûce û deverên derdora wê ye û lêdana veşargeh û asêgehên wê li deverên derdora Bexdayê," wî ji Mewtinî re got.

Zêdekirina hewlên îstixbaratî

El-Metlebî tekez li ser pêwîstiya tevgerkirina hewlên îstixbaratî kir weke yek ji girîngtirîn tedbîrên ewlekariyê û ya herî bibandor ji bo parastina xelkê, çi di dema Remezanê de û çi di demên din de.

"Divê em sûdê ji endamên xwe yên îstixbaratî yên rahênankirî bibînin ku dikarin bi awayekî veşartî derbasî refên teroristan bibin, şane û pilanên wan eşkere bikin, û êrîşên wan bêbandor bikin berî ku çêbibin," wî got.

"Zêdebûna niha ya operasyonên terorê tenê tektîkeke dijber e ku terorist bikar tînin her dema ku werîsa girêdayî bi stûyên wan ve qayimtir dibe û hêzên wan diherifin," pisporê biwarê girûpên terorist Hîşam el-Haşimî got.

DAIŞ hewl dide vê tektîkê bikar bîne daku hayedariyê ji şikestinên xwe di meydanên şer de biguhere, wî ji Mewtinî re got.

Bi destpêka meha Remezanê, divê hêzên ewlekariyê hemû tedbîrên pêwîst bistînin ji bo parastina welatiyan, wî got.

"Girîng e ku welatî werin handan daku roleke mezintir di berxwedana li hember mêtodên dijmin de bilîzin," wî got. "ev yek bi hewceyî kampanyayeke giştî ye ji bo zêdekirina hişmendiya ewlekariyê di nav endamên civakê de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500