ARŞÎVA 2016 2017 2018 2019 2020 2021 2022 2023 2024 Rêbendan Reşemî Adar Avrêl Gulan Pûşper Tîrmeh Tebax Îlon Cotmeh Mijdar Berfanbar SIPARTIN Ewlehî 2020-01-31 Îraq operasyonên hevbeş ên bi hevpeymanîya navdewletî re dewam dike Hevpeymanîya navdewletî ya bi pêşengîya Amerîkayê teqez kir ku wan operasyonên xwe yên yên ligel hêzên Îraqî li dijî şanên razayî yên DAIŞê berdewam kirine. Ewlehî 2020-01-31 Berpirsên QSD ditirsin ku milîsên Rûsî operasyonên li dijî DAIŞê asteng bikin Rûsya milîsan li rojhilatê Çemê Feratê ava dike, dibe ev yek bibe sedema derketina alozîyan û peydabûna astengîyan bo operasyonên li dijî DAIŞê. Perwerde 2020-01-30 Îraq dest bi kampanya nûavakirina 500 dibistanan li Nînewayê dike Berpirs hêvî dikin ku kampanya alîkarî di nehiştina rewşa kêmbûna hejmara dibistanan de bike û asta xwendinê li parêzgehê bilind bike. Ewlehî 2020-01-30 Êrîşên asmanî li Idlibê pêk tên hevdem ligel pêşveçûnên artêşa Sûrîyayê Tevî redkirinên wê, Rûsî bi pêkanîna êrîşên asmanî li bajarokê Erîhayê yê Idlibê tên tawanbarkirin, ku 10 sivîl di wan de hatine kuştin. Aborî 2020-01-29 Çalakîyên bazirganî jîyanê vedigerînin bazarên Bajarê Kevin ê Mûsilê Firoşgeh hêdî hêdî li Sûka Bab el-Serayî tên vejiyandin piştî xebatên nûavakirinê yên dukandaran û hikûmeta parêzgehê. Aborî 2020-01-28 Xebatên nûavakirinê li Kerkûkê bi lez têne pêkanîn Karbidestên parêzgehê bi awayekî çalak projeyên xizmetguzarîyên giştî yên ku dê karan peyda bikin û mercên jîyanê ji bo vegera niştecihan baş bikin berdewam dikin. Ewlehî 2020-01-28 Hêzên rejîma Sûrîyayê dîsan piranîya Maeret Numanê kontrol dikin Piranîya çekdarên opozîsyonê û tundrew vekişîyan piştî ku hêzên rejîmê ji çend enîyan ve îro êrîş birin ser bajarok. Analîz 2020-01-27 Şirovekar: Vekişîna Amerîkayê dê ziyanê bigihîne Îraqê Hîn tirs di nava dilê piranîya Îraqîyan de li welatê ku di nava penceyên Îranê de ye serdest e, li gorî berpirsan û şirovekaran. Terorîzm 2020-01-27 Zanayên olê û Êzidî lanetê li serkirdeyê nû yê DAIŞê dikin Şûngirê Ebû Bekir Bexdadî tundrewekî tirsnak e ku fermana qirkirina Êzidîyên Îraqê rewa kiribû. Aborî 2020-01-24 Vegerandina projeyên xizmetguzarîyê li navçeya Rebîayê berdewam dike Projeyên tendirustî, perwerde û çandinîyê yên li ser destê DAIŞê hatibûn wêrankirin êdî dîsan tên şiyankirin li navçeya Rebîayê ya sînorî li parêzgeha Nînewayê. Ewlehî 2020-01-24 Vegera serbazên berê xebatên Îraqê yên li dijî DAIŞê xurt dike Vegera xebatkarên jikardûrxistî rêkarên Îraqê yên rêgirtin li ber vegera DAIŞê xurt kir û zexma operasyonên serbazî zêde kir. Siyaset 2020-01-24 Yekîtîya Ewropayê êrîşên li ser bakur û rojavayê Sûrîyayê şermezar dike Yekîtîya Ewropayî bang bo "gihiştineke bi lez, bi awayekî ewleh û bê astengî bo rêxistinên mirovî" û herwiha çareserîyeke siyasî ji milmilanîyê re kir. Ewlehî 2020-01-23 Berpirsekî Amerîkî: Vegera DAIŞê gengaz e eger Amerîka ji Îraqê derkeve Generalekî Amerîkî duh ragihand ku tevî lawazbûna rêxistinê lê hîn jî gefan çêdike ku belkî careke din bi pêş bikeve eger eger em zextê ji ser wan rakin heya demeke dirêj. Mafên Mirov 2020-01-23 Bi dehan malbat ji Kampa Holê tên derxistin Navbeynkarîya êlên Dêra Zorê heya niha 108 malbat ji٤ kampa Hesekê ya tijexelk serbest berdane. Ewlehî 2020-01-23 Berpirsên Îraqî ditirsin ku kiryarên milîsan dê gefê li alîkarîyên Amerîkî bixwin Êrîşên li ser berjewendîyên Amerîkî ewlekarîya Îraqî kêm dikin û dihêlin ku alîkarîyên mirovî û programên alîkarîyê rastî rîskê werin, berpirs hişyarîyê didin. Terorîzm 2020-01-23 Bi kuştina Sulêmanî, milîsên Îran piştevanîya wan dike li Sûrîyayê lawaz dibin Şirovekar dibêjin ku tora milîsên li Sûrîyayê yên ku ji hêla fermandarê berê yê Pasdaran ve dihatin serpereştîkirin ketine di rewşeke xerab de. Ewlehî 2020-01-23 Fransa destekê dide xebatên Îraqê yên rakirina mayînan Rakirina gefa ku bermahî û teqemenîyên DAIŞê yên li paş xwe hiştine dê bihêle kesên koçber vegerin deverên rizgarkirî yên Îraqê. Ewlehî 2020-01-22 Trump û Berhem Salih li ser ''hevparîyeke ewlehî'' di navbera Amerîka û Îraqê de li hev dikin Di civîna wan de li Davosê li Swêsrayê, her du serok li ser girîngîya berdewamkirina hevparîya ewlehî û aborî ya di navbera Amerîka û Îraqê de li hev kir. Ewlehî 2020-01-22 Êrîşên asmanî yên Îraqî şeş çekdarên DAIŞê dikujin Hêzên Îraqî xebatên xwe yên li dijî terorîzmê zêde kirin hevdem ku DAIŞ hewl dide ku cihê lingên xwe li deverên dûr û paşguhkirî çêke. Terorîzm 2020-01-22 Belgehname: Artêşa Amerîkayê di hakkirina rêzên DAIŞê de ''bi ser ket'' Fermandarîya Ewlehîya Agahîyan (Sayber) a Amerîkî bi awayekî serkeftî DAIŞ di warê agahîyan de têk bir û xebatên wê yên radîkalkirinê û tecnîdkirinê sînordar kirin. Xwepêşandan 2020-01-22 Zilamine çekdar guleyan berdidin çalakgereke Îraqî li Besrayê Zilamine çekdar di otombêleke çar-palder de gule berdan çalakgerekî sivîl ku di koma tenduristîyê ya dermankirina xwepêşanderan de kar dikir. Ewlehî 2020-01-22 Pispor çîroka ku Sulêmanî xwedî mîsyoneke dîplomatîk bû red dikin Şirovekarê herêmî dibêjin ku fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran bi awayekî eşkere ne ji ber mîsyoneke dîplomatîk a misogerkirina aştîyê li Bexdayê bû. Enerjî 2020-01-21 Bank: Îraq dê xaza Îranî radiwestîne eger efûya Amerîkî bi dawî bibe Eger dema efûyeke cezayên Amerîkî bi dawî bibe, banka ku Îraq di rêya wê re pereyên xaza Îranê dide dibêje ku ew dê dayîna van pereyan rawestîne. Ewlehî 2020-01-21 Sivîl ji gundewarê Helebê direvin, ji ber êrîşên asmanî yên dijwar Çalakgerekî teqez kir ku êrîşên asmanî û topbarankirinên dijwar ên Rûsî û Sûrî li gundewarên Helebê, Hema û Idlibê bûn sedema pêleke nû ya bêwarîyê. Xwepêşandan 2020-01-21 Xwepêşanderên Îraqî bo daxwazên xwe çalakîyên xwe zêdetir dikin Gelek kes Îran bi astengkirina Îraqê ji alîyê sîyasî û aborî ve tawanbar dikin, ku dibêjin firehbûna Îranê hişt gendelî belav bibe û xizmetguzarî lawaz bimînin. Ewlehî 2020-01-21 Hêzên Îraqî tedbîrên ewlehî li ser rêya navdewletî ya Enbarê zêde dikin Hêzên Îraqî tedbîrên ewlehî yên behtir didin pêş û xebatên hevbeş pêk tînin bo misogerkirina ewlehîya rêya navdewletî ya ku ji sînorê Îraq û Urdunê diçe Bexdayê, di parêzgeha Enbarê re. Terorîzm 2020-01-21 Raport: Ajansên hewalgirîyê nasnameya serkirdeyê DAIŞê yê nû destnîşan dikin Serkirdeyê nû weke endamekî rêxistinê yê damezrêner hatiye wesifkirin, yê ku serkêşîya kolekirina hindikahîya Êzîdî li Îraqê kir. Mafên Mirov 2020-01-20 Felestînî li Xezayê baca destêwerdana Îranê didin Têkilîyên xurt ên berpirsên payebilind ên Xezayê û rejîma Îranê hiştiye ku Felestînî ji beşekî mezin ji xizmetguzarîyên mirovî yên Ajansa NY ya Hawarçûnê û Bikarxistinê bê par bimînin. Ewlehî 2020-01-17 Gefên DAIŞê malbatan neçar dikin ku careke din ji deverên ewleh koçber bibin Tevî ku tengejîya bêwarîyê li Îraqê bi awayekî giştî bi dawî bûye, bi sedan malbat li Diyalayê neçar bûn ji deverên xwe birevin piştî pêlek ji êrîşên ji hêla paşmahîyên DAIŞê ve. Terorîzm 2020-01-16 Jinên DAIŞê bi şewitandina bi qesd û kuştinên li kampa Holê tên tawanbarkirin Tundrewên ya jê re tê gotin koma hisabyê di pêleke şewitandina bi qesd û kiştinan de li kampa Holê, ya berfireh li biyabanê cih girtine. Aborî 2020-01-16 Bankên Nînewayê daxwaza rêdanê dikin bo berdewamkirina karên xwe Bank û kompanîyên veguhestina diravan dixwazin ku karê xwe bidomînin piştî baştirbûna rewşa ewlehî û kêmbûneke berçav di xeterîya DAIŞê de. Mafên Mirov 2020-01-16 Bi dehan kuştî di demekê de ku Şam operasyona li Idlibê dijwartir dike Rejîma Sûrî bomebaraneke giran li nêzî bajarokê Maeret Numanê pêk anî tevî ragihandina agibesteke nû ji alîyê Rûsyayê. Ewlehî 2020-01-15 Mûşekbarana li ser baregeheke Sûrî 3 çekdarên bi ser Îranê ve dikuje Rewangehê ragihand ku êrîşa bi mûşekan ziyan gihand embareke çekan a Îranê, du otombîlên serbazî û avahîyeke ku hîn tê avakirin. Ewlehî 2020-01-15 Derbasbûna Rûsyayê bo deverên rojhilatî yên Sûrîyayê şerê li dijî DAIŞê asteng dike Berpirs û şirovekaran hişyarî da ku hebûna serbazî ya Rûsî astengîyan ji xebatên Hêzên Sûrya Demokratîk ên di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de çêdike. Ewlehî 2020-01-15 Parêzgeha Enbarê navendên polîsê yên DAIŞê wêran kiribûn dîsan vedike Navendên polîsê dê li ser ewlehî û aramîyê bixebitin û destekê bidin xebatên têkbirina terorê. Ewlehî 2020-01-15 Rewşeke nerehetîyê li Dêra Zorê heye piştî bûyerên kuştina sivîlan Xelkê deverê dibêjin ku ew ji nebûna yasayê û belavbûna tundûtûjîyê nîgeran in piştî qewimîna bûyerên revandinê û kuştinê li gundewaran. Terorîzm 2020-01-14 QSD operasyonên ramaliştinê bo şanên DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê pêk tîne Paşmahîyên DAIŞê êrîşine bêserûber û hewldanên kuştinê li parêzgehê ku Hêzên Sûrîya Demokratîk pê dikin armanc pêk tînin. Ewlehî 2020-01-14 Hêzên Îraqî li paşmahîyên DAIŞê yên li Diyalayê digerin Berpirs dibêjin ku encamên girîng di operasyona ewlehî ya li dar li dijî paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê hatine bidestxisitn, operasyona ku li deverên ku çalakîyên terorîstan li wan hene tê pêkanîn. Xwepêşandan 2020-01-14 Rejîma Sûrîyayê kontrola xwe li ser parêzgeha Deraayê ji dest dide Ciwanine çekdar êrîşî xalên pişkinînê yên rejîmê dikin û wan dixine bin destên xwe de li parêzgeha li başûrê welat, hevdem ligel dijberîyeke li hember rejîmê. Ewlehî 2020-01-13 Sivîl li Idlibê ji agirbestê bi guman in Niştecihên Idlibê hêvîyeke kêm bi wajûkirina rêkeftineke agirbestê ya nû, bi serpereştîya Rûsya û Turkîya, tînin ziman, ji ber binpêkirinên berê. Terorîzm 2020-01-13 Hêzên Îraqî êrîşên DAIŞê li Bexadyê têk dibin Hêzên Îraqî rê li ber êrîşeke DAIŞê li nêzî Bexdayê girtin, û wan teqez kir ku tu devera welat dê ji bermahîyên rêxistina terorîst re ne ewleh bin. Ewlehî 2020-01-13 Îran li pişt êrîşên ku milîsên Îraqî pêk anîne radiweste Milîsên ku êrîş birin ser baregehên Îraqî yên mêvandarîya hêzên Amerîkî û yên Hevpeymanîya Navdewletî dikin fermanên xwe ji Îranê werdigirin. Mafên Mirov 2020-01-10 Rejîma Sûrîyayê bi dehên zarokan li gundewarê Şamê digire Hêzên rejîmê 56 zarok li bajarokê Yeldayê girtin ji ber dirandina wêneyên Beşar Esed û nivîsîna diruşman li dijî rejîmê. Ewlehî 2020-01-10 Êrîşeke asmanî 8 çekdarên Îraqî li rojhilatê Sûrîyayê dikuje Sê gund li devera Elbû Kemalê yên tên naskirin ku hêzên dilsozên Tehranê dihewînin bi êrîşên balefirên bê balefirvan ve hatine armanckirin. Penaber 2020-01-10 200 malbat vedigerine melên xwe li Bajarê Kevin ê Mûsilê Hejmara malbatên bêwar kêm bûye li seranserî Îraqê, dema ku 540,000 malbat veidgerine warên xwe di sala 2019an de. Analîz 2020-01-09 Smaîl Qaanî xelefekî dilsoz ji mîrata Sulêmanî ya wêranker re ye Qaanî roleke sereke di gurkirina şer û kirîzên li Rojhilata Navîn de gerandiye. Lê dê zehmet be ku ew teqlîda serkidayetîya ê perî xwe ya balklş bike. Terorîzm 2020-01-09 Hêzên Îraqî îmdadên DAIŞê û çavkanîyên wê yên lojistîkê qut dikin Hêzên Îraqî her herikîna pêdîvîyên lojistîk û piştevanîya paşmahîyên DAIŞê yên li deverên dûrdest veşartî dikin armanc. Ewlehî 2020-01-09 Milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran li Dêra Zorê di rewşa hişyarîyê ya herî bilind de ne Milîsên li rojhilatê Sûrîyayê, li nêzînêz î sînorê bi Îraqê re, kar dikin cihê xwe diguherin û hêzên xwe ji nû ve belav dikin, li gorî Rewangehê. Mafên Mirov 2020-01-08 Rejîma Sûrî dest dideyne ser saman û pereyên xelkê Biryara nû ji rejîmê re hêsantir dike ku dest deyne ser samanên taybet û mal û milkên xelkê û ev yek dê xizmeta plana wê ya guhertina dîmografî bike. Ewlehî 2020-01-08 QSD bi dehan DAIŞîyên Sûrî serbest dike Kesên hatine serbestberdan "tilîya wan di xwînê de tune ye û nehat piştrastkirin ku wan tu tawan kiriye," li gorî berpirsekî Kurd. Ewlehî 2020-01-08 Îran mûşekan diavêje baregehên Îraqî yên ku hêzên hevpeymanîyê û yên Amerîkî dihewînin Hêzên di hundirê Îranê de bi dehan mûşekên balistî avêtin, ku herî kêm du baregeh li Îraqê ku hêzên hevpeymanîyê û yên Amerîkî dihewînin armanc kirin. Ewlehî 2020-01-08 Îraqî dibêjin êrîşên Îranî serwerîya Îraqê bin pê dikin Serokê Îraqî û serokê parleman êrîşên Îranî li ser erdên Îraqî şermezar dikin, ên wan weke "binpêkirina serwerîyê" wesif kir. Ewlehî 2020-01-08 Îraq rêyên li rojavayê Enbarê dîsan vedike piştî başbûna rewşa ewlehî Çar rêyên biyabanî dîsan vekirî ne piştî ku pênc salan girtî man, ji dema ku DAIŞê dest danî ser parêzgehê, berpirsekî ji Diyaruna re ragihand. Ewlehî 2020-01-08 Rêberên cîhanê êrîşên Îranê yên li ser hêzên Amerîkayê li Îraqê şermezar dikin Rêberên Cîhanê êrîşa Îranê li ser bingehên Îraqî yên hezên Amerîkî û yên Hevpeymanîya Navdewletî li wan cih digirin şermezar kirin û banga bidawîkirina girjîyê kirin. Mafên Mirov 2020-01-07 NY dibêje planeke B bo derbaskirina alîkarîyan bo Sûrîyayê tune ye Rêxistinê hêzên navdewletî han da ku pergala gihandina alîkarîyan nû bikin, ku ew tekane rêya gihandina alîkarîyan e bo bi sedhezarên kesan li Sûrîyayê. Terorîzm 2020-01-07 Tehrîr el-Şam bêwaran ji mizgeftên Idlibê der dike Dema ku bakur û rojavayê parêzgehê rastî lêdanan tê ji alîyê rejîma Sûrî û Rûsyayê ve, sivîl li her deverê li penagehekê digerin. Ewlehî 2020-01-07 Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê derketina ji Îraqê red dike Peyama generalekî Amerîkî ya dibêje ku hêzên Amerîkî dê derkevin tenê reşnivîseke newajûkirî bû û mebest jê ew bû ku Amerîka dê hêzên xwe di nava baregehan de veguhêze, ne vekişîne. Terorîzm 2020-01-07 Îraqî ji vegera DAIŞê eger hêzên hevpeymanîyê vekişin ditirsin Şarezayekî serbazî haydarî da ku Îraqê xebatên mezin meşandine û qurbanîyên mezin dane bo rê nede ku tundrew xwe dîsan bi rêxistin bikin û êrîşên xwe berdewam bikin. Ewlehî 2020-01-07 Milîsên Îran piştgirîya wan dike berpirsyar in ji nearamîya li Qaimê Niştecîyên bajarokê sînorî yê Îraqî dibêjin destên milîsên girêdayî Îranê di rewşa nearamîyê de heye. Siyaset 2020-01-06 Îraqî biryara parleman a derxistina hêzên biyanî rexne dikin Şareza û welatîyên Îraqê dibêjin ku gava "cihê daxê" ya bidawîkirina hebûna Amerîkayê guzariştê li vîna gelê Îraqê nake, lê belê vîna Îranê û komên wê bi ser dixe. Ewlehî 2020-01-06 Opozîsyona Sûrîyayêhêsiran li ser Sulêmanî nabarîne Li gelek bajarok, gund û kampên bêwarîyê, niştecîyan şêranî belav kir weke pîrozkirina tiştê ew weke serkeftinekê bi nav dikin. Siyaset 2020-01-05 Şareza: Divê Îran xwe ji tolhildana serbazî li dijî Amerîkayê bi dûr bixe Rejîma Îranî gef kiriye ku tola kuştina Qasim Sulêmanî di lêdaneke bi firokeyeke bêfirokevan ya Amerîkî de bike. Dîplomatîk 2020-01-04 Hûrgirlîyên plangêrîya Sulêmanî ya êrîşkirina li ser hêzên Amerîkî li Îraqê Ev çend meh in ku Feyleqê Qudis ê Pasdaran arsînala çekên milîsên Îraqî yên alîgirê xwe bi mûşekên dûr-meda û çekên pêşketî zêde dike. Ewlehî 2020-01-03 Cîgirê serokê Heşda Şaebî di lêdaneke asmanî ya Amerîkayê de tê kuştin Ebû Mehdî Muhendis milîsa Ketaib Hizbulah damezrandiye û xwedan girêdaneke îdyolojî û û pêwedîyên kesane bi Îranê re bû. Ewlehî 2020-01-03 Pentagon piştrast dike ku Trump fermana kuştina Sulêmanî da Fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdaran Qasim Sulêmanî, ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkê de li Bexdayê hat kuştin, "planin pêş dixistin" daku êrîşî Amerîkîyan bike. Siyaset 2020-01-03 Amerîka û hevalbendên wê 'pêbend in bi kêmkirina tengejîyê ligel Îranê Pêgeh û hêzên cîhanê helwesta xwe ji kuştina fermandarê Hêza Qudis Qasim Sulêmanî di lêdaneke asmanî ya Amerîkî de ku karwanê wî li Bexdayê armanc kir dîyar kir. Siyaset 2020-01-03 Îraqî helwestan derbarê kuştina fermandarekî bilind ê Pasdaran nîşan didin Qasim Sulêmanî berpirsê kuştina bi sedan xwepêşanderên Îraqî bi destê milîsên girêdayî Îranê bû. Aborî 2020-01-02 Nînewa dest bi plana nûavakirina Şengalê dike Plan dê berdestkirin û çaksazkirina xizmetguzarîyan û binesazîyê li navçeyê bigire xwe, navçeya ku li jêr kontrola DAIŞê tûşî ziyaneke mezin bû. Mafên Mirov 2020-01-02 Awarene Sûrî sala xwe di zindaneke terikandî de dest pê dikin Navendeke girtinê ya berê li bajarê Idlibê aniha dora 300 kesan, mezin û zarok, vedihewîne, ku ew ji ber şerê li nêzî bajarokê Maeret Numanê revîyane. Ewlehî 2020-01-02 Êrîşa ser balyozxaneya Amerîkî siyaseta derve ya Îranê ya dijminkarî reflekt dike Pispor dibêjin ku Feyleqê Pasdaran êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê plan kiriye, ev yek jî şêwazekî dijminkarîya Îranê li herêmê reflekt dike. Perwerde 2020-01-02 9 kes tên kuştin di êrîşeke rejîma Sûrîyayê de li ser dibistaneke ku veguherîye kampek Neh sivîl, di nav de pênc zarok, di êrîşeke bi mûşekên erd-erd de li ser avahîya dibistanekê li bajarokê Sermîn yê rojhilatê Idlibê hatin kuştin. Aborî 2020-01-01 Sizayên Amerîkî bikêrhatî bûn di lawazkirina Pasdaran de li Yemenê Sizayên herî dawî li dijî kompanîyên Îranî bikêrhatîya xwe di sînorkirina xebatên têkder ên Pasdaran de isbat kirin, xebatên çekdarkirin û fînanskirina Hûsîyan li Yemenê. Penaber 2020-01-01 Hikûmeta Îraqî avahîyên niştecihbûnê ji bêwaran re ava dike li parêzgeha Selahedînê Hikûmet avahîyên niştecihbûnê ji malbatên bêwar re, yên ziyan ji ber cenga li dijî DAŞê gihiştiye wan, dabîn dike bo çespandina aramîyê û handana kesên li kampan ku vegerin warên xwe û malên xwe dîsan ava bikin.