Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî û balefirên şer ên Hevpeymanîyê biyabana Enbarê ji paşmahîyên DAIŞê paqij dikin

Hêzên Îraqî bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî operasyoneke sê-rojî bo paqijkirina deverên sînorî yên nêzî sînorê Sûrîyayê ji molgeh, tunêl û embarên çekan ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) qedand, Fermandarîya Cezîra û Badîya ya Artêşa Îraqî Sêşemê (22yê Cotmehê) ragihand.

"Artêşa Îraqî û hêzên Lîwayê 1ê yê Pesîvanîya Sînor 10,000 kîlometrên çargoşeyî ji deverên biyabanî ramaliştin," Fermandar lîwa Qasim Muhemedî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku sê tunêl û komgeheke ku çek, hawen, cebilxaneya ku bi piranî ziyandar e û du kemberên teqîner hatin dtin.

Wî got ku herwiha 50 mayîn û teqemenîyên bidestçêkirî yên ku li zevîyekê hatibûn dîtin hatin pûçkirin, û stargeheke jêrzemînî hat wêrankirin.

"Balefirên şer ên Hevpeymanîyê sergirtina hewayî pêk tanîn ku ew jî wêneyên hewayî û koleçan ji hêzên Îraqî re amade dikirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500