Nûçeyên Iraqê

Apa medyaya civakî yaTikTok vîdyoyên propagandayî yên DAIŞê reş dike

Apa medyaya civakî ya TikTok hesabên ku vîdyoyên propagandayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) belav dikin qapat kirin, AFP Sêşemê (22yê Cotmehê) ragihand.

TikTok, ku xwedana wê kompanîya Çînî ByteDance e, angaşt kir ku sala par 500 milyon bikarhînerên wê li ser asta cîhanê hebûn, ku ew yek ji apên medyaya civakî yên herî navdar e.

Ew rê dide bikarhîneran ku vîdyoyên 15 çirkeyî çêkin û belav bikin û ew bi taybetî di nava ciwanan de bi nav û deng e.

Karmendekî TikTok ji AFP ragihand ku dora 10 hesabên belavkirina vîdyoyan hatin rawestandin.

"Bi tenê yek ji wan vîdyoyan gihiştibû du kesan berî ew were rakirin," endamê staf, ê ku qebûl nekir navê wî were eşkerekirin, got.

Vîdyoyan laşên li ser erdê û çekdarên DAIŞê tev tifingan der xistin, li gorî Wall Street Journal, ya ku yekemcar Duşemê qala vê raportê kir.

Jornalê got ku post ji dora 20 hesaban hatibûn belavkirin, ku ew ji hêla kompanîya Storyful bo hewalgirîya medyaya civakî hatibûn destnîşankirin.

"Bi yekcarî cihê naveroka ku propagandayê ji rêxistinên terorîst re dike li ser TikTok nîne," kompanîyê di daxuyanîyekê de got.

"Em bi awayekî hemîşeyî hemû hesabên wiha û alavên têkildarî wan bi zûtirîn dem destnîşan dikin, û ew bi berdewamî kontrolan bihêztir dikin bo destnîşankirina çalakîyên gumanbar bi awayekî yekser," daxuyanîya kompanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500