Nûçeyên Iraqê

Wezîrê derve yê Fransayê ji bo girtîyên DAIŞê li Sûrîyayê di danûstandinan de ye

Mezintirîn diplomatên Fransî li Bexdayê Pêncşemê (17ê Cotmehê) derbarê veguhastina tundrewên biyanî ji bakurê Sûrîyayê bo Îraqê di nava danûstandinan de bû, AFP ragihand.

Hikumetên Ewropî ji operasyona dewleta Tirk ya ku dê bibe sedema reva 12,000 çekdarên DAIŞê nîgeran in -- di nav de bi hezaran biyanî hene -- ku di destê Kurdên Sûrîyayê de ne.

Ev mijar di serê ajandeyên Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian de bû di danûstandinên wî de ligel hevtayê wî yê Îraqî Mihemed Elî Hekîm, Serok Berhem Salih û Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî.

Le Drian got ku wî bi rêberên Îraqî re nîqaşa "pêkanîna mekanîzmeyeke dadwerî ya guncaw" kiriye da Fransî û çekdarên din jî "di baştirîn rewş de" werin ceza bikin.

Çavkanîyeke diplomasî ya Fransî ragihand ku armanc jê ew e ku çekdarên biyanî di dadgehên Îraqî de werin darizandin ligel pêkanîna rêgezine destnîşankirî yên dadwerî û rêzdarîya mafên mirovan.

Babeta yekemîn ew e ku Îraq hikumê bidarvekirinê bi kar tîne ya li hemû welatên YE qedexe ye.

Belçîka, Brîtanya, Denmark, Fransa, Elmanya, Holanda û Swêd vê hefteyê berpirsine xwe şandine Bexdayê da rewşê binirxînin.

"Danûstandinin di navbera Amerîkî û Brîtanî, Fransî û Îraqîyan de hene derbarê piştevanîya avakirina girtîgehan," pisporekî karûbarên DAIŞê yê Îraqî Hişam Haşimî wiha ji AFP re got.

Le Drian hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê ji "metirsîyên nû yên dê ji destwerdana Turkîyayê di bakur-rojhilatê Sûrî de rû bidin û vegera DAIŞê" haydar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500