Nûçeyên Iraqê

Îraq fermana girtina 2 efserên ku xwenîşandan kuştine derdixe

Dadgeheke Îraqî Sêşemê (15ê Cotmehê) fermana girtina du efseran, ku bi kuştina xwenîşanderan di dema xwenîşandanên li dijî hikûmetê di destpêka vê mehê de tên tawanbarkriin, derxist.

Di daxuyanîyekê de roj Sêşemê, Encumena Bilind a Dadwerîyê got ku ferman hatin derxistin, piştî ku du dîdvanan şehdebûn da ku her du efseran xwenîşander li bajarê Kûtê gulebaran kirin.

Herî kêm 100 kes hatin kuştin û bêhtir ji 4,000 birîndar bûn li Îraqê di destpêka Cotmehê de.

Lêvegerê olî yê mezin Elî Sîstanî bang bo lêkolînekê di nerazîbûnên Înê de kir, li gorî al-Arabiya.

Wî bang li hikûmetê kir ku "bibîne kîjan elementan ferman daye ku teqeyan li xwenîşanderan bikin, ew bi ser kîjan alî ve bin bila bibin", nûnerekî Sîstanî di gotarekê de li bajarê pîroz ê Kerbelayê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500