Hêzên elwekarîyê yên Îraqî li Selahedînê çar gumanbarên bi terorê girtin, di operasyonên cuda de li parêzgehê.
"Hêzên Îraqî operasyonên cuda li çend deveran li Tekrîtê, Beled û Samerayê pêk anîn û çar endamên 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) girtin," peyvdarê polîsê Selahedînê eqîd Casim Obêdî ji Diyaruna re ragihand.
Wî daxuyand ku du ji girtîyan nasnameyên sexte bi kar tanîn û li ser xalên pişkinînê hatin girtin û her du yên din bi alîkarîya şênîyan hatin girtin.
Wî got ku dest li ser çek û teqemenîyan, yên ku di dest yek ji girtîyan de li avahîyeke niştecihbûnê hatin dîtin, hat danîn.