Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî cihekî DAIŞê li Kerkûkê wêran dike

Heft endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin û gelek tunel di êrîşeke asmanî ya hevpeymanîya navdewletî de li parêzgeha Kerkûkê hatin wêrankirin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Sêşemê (8ê Cotmehê) got.

Bi hevahengî bi hevpeymanîyê re, yekîneyek ji Ajansa Dijî Terorîzmê operasyonên berfireh ên ku terorîstên DAIŞê li Daqûqê armanc dikin bi cih anîn, wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê anî ziman ku "heft terorîst hatin kuştin, gelek tunêlên DAIŞê yên binerdê û veşartgehên wan, herwiha teqemenîyên bidesiçêkirî û êlekên teqîner di operasyonê de hatin wêrankirin".

Wê got ku operasyon beşeke ji hevahengîya di navbera hêzên Îraqî û hevpeymanîya navdewletî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500