Nûçeyên Iraqê

Aramî li Îraqê vedigere piştî xwepêşandanan

Îraq Sêşemê (8ê Cotmehê) çavên xwe li rojeke aram vekir piştî heftîyekê ji xwepêşandanên li dijî hikumetê ku bûn sedema bi dehan kuştî û derketina qeyranekê ku serokê wê got ew gerekdarî "dîyalogeke niştîmanî" ye, AFP ragihand.

Tevgera çûnûhatina sibehê li hemû deverên bajêr vegerîya rewşa asayî, piranîya taxan hatin vekirin û interneta ku piranîya heftîya borî qutkirî bû dîyar dibe ku vedigere berî civîna parlamanê bi çend saetan.

Di gotareke televîzyonî de, Serokê Îraqê Berhem Salih bang li "zarokên hemanê welatî" kir ku sînorekî ji "pevçûnê" re deynin, ku ev yek ji destpêka xwewpêşandan de berî heftîyekê gur bûye.

Xwepêşandanan bêhtirî 100 kesî kirine qurbanî ji Sêşemê de, ev jî ligel 6,000 birîndar.

Ew li Bexdayê dest pê kirin, ku ciwanan banga rawestandina gendelî û bêkarîyê kir lê belê paşê wan banga guhertineke giştgîr bo sîstema sîyasî kir, û xwepêşandan li başûrê Îraqê jî belav bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500