Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Îsal 173 sivîl li Sûrîyayê bi mayînan hatine kuştin

Herî kêm 173 sivîl li Sûrîyayê hatin kuştin ji ber mayîn û paşmahîyên şer ji destpêka salê de, AFP Pênşemê (3yê Cotmehê) ragihand.

Alîyên şer ên Sûrî mayîn li deverên bajarî û herwiha li deverên gundewarî çandine ji destpêka şer ve di 2011an de.

NY dibêje ku li seranserê Sûrîyayê bêhtirî 10 milyon kes li deverên bi teqemenîyan pîsbûyî dijîn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku "ji destpêka 2019an de, 173 sivîl, di nav de 41 zarok, ji ber mayîn û paşmahîyên şer hatine kuştin."

Rewangehê anî ziman ku ji nav qurbanîyan, bi kêmanî 40 kes di dema lêgerîna kavkulîlkan de jîyana xwe ji dest dan.

"Rojane sivîl jîyana xwe ji dest didin an heya dawîya temenê xwe felc dibin ji ber mayîn û bombeyên neteqandî," Ofîsa NY a Hevahengîkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) got.

OCHA li ser twittera xwe belav kir "li gorî teqdîran du ji sê kesên ji qezayekê rizgarbûyî li Sûrîyayê dê heya dawîya temenê xwe bi kêmendamî bijîn."

Ajansa NY a Karûbarên Mayînan (UNMAS) dibêje ku herimandina ku mayîn çêdikin dibe "asteng" li ber hewldanên rakirina kavilan û çandina zevîyên çandinîyê.

Herwiha UNMAS di Tebaxê de ji AFP re ragihand ku ew metirsîyê li ser zarokan çêdikin û rê li ber vegera koçberên Sûrî digire.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500