Nûçeyên Iraqê

Endamekî payebilind ê DAIŞê û 4 alîkarên wî li parêzgeha Selahedînê tên kuştin

Fermandarekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û çar alîkarên wî di operasyoneke artêşê de li herêma Hemrînê li bakurê welat hatin kuştin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Çarşemê (2yê Cotmehê) ragihand.

"Bi hevahengî ligel Fermandarîya Polîsê Selahedînê, hêzên Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî komeke terorîst li çiyayên Hemrînê li parêzgeha Selahedînê girtin," wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

"Kom bi lîdertîya Talib Cerû Îzawî ye, ku terorîstekî xeternak e, yê ku tev çar alîkarên wî di pevçûnan de bi hêzên ewlekarîyê re piştî veşartgeha wan hat dîtin hatin kuştin" daxuyanîyê teqez kir.

Daxuyanîyê got ku balefirên şer ên artêşê veşartgeh wêran kirin "bo nehêlên ku terorîstên din wê bi kar bînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500