Nûçeyên Iraqê

Bajarokekî Enbarê ji mayînên DAIŞê bi piştevanîya hevpeymanîyê tê paqijkirin

Bajarokê Huseyba el-Xerbiya bi temamî ji mayînan hat paqijkirin bi piştevanîya hêzên hevpeymanîya navdewletî, Fermandarîya Badiya û Cezîra Sêşemê (1ê Cotmehê) ragihand.

Hêzên endezyarîya serbazî bêhtir ji 400 mayînên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew li bajarokê çandibûn rakirin, li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re, fermandar lîwa Qasim Muhemedî ji Diyaruna re got.

Muhemedî anî ziman ku her wiha, 300 bombeyên bidestçêkirî yên cihêreng û xefkên teqîner hatin rakirin ku DAIŞê li paş xwe hiştibûn li gelek deverên bajarokê berî ew di 2017an de têk biçin.

Wî daxuyand ku hêzên hevpeymanîyê alavên dîtina teqemenîyên li binê erdê, alavên qutbirînê, alavên parastina kesan û robot pêşkêşî hêzên Îraqî kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500