Nûçeyên Iraqê

Amerîka dibêje 128,000 Sûrî bi awayekî bêserûber binçavkirî ne

Amerîka Duşemê (30yê Îlonê) ragihand ku nêzî 128,000 kes rastî binçavkirina bêserûber ji hêla rejîma Sûrî ve hatine û bang li serbestberdana wan kir, AFP ragihand.

"Ev kirin nayê pejirandin" Balyoza Amerîkî Kelly Craft ji Encumena Ewlekarîyê ya NY re got di civîna wê ya mehane ya derbarê Sûrîyayê de.

Kelly da zanîn ku "rejîma Esed divê girtîyan serbest berde û bihêle çavdêrên navdewletî derbasî navendên binçavkirinê bibin."

Serokê Sûrîyayê Beşar Esed gelek efû dan girtîyan ji destpêka şer de di 2011an de -- nemaze di 2014, 2018an de, û di nîvê Îlonê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500