Nûçeyên Iraqê

Operasyonên serketî veşartgehên terorîstan li Enbarê armanc dikin

Hêzeke asmanî ya Fewcê Komando yê 2yê yê Fermandarîya Operasyonên Enbarê operasyoneke ewlehî ya li ser asteke bilind li Seqerê li rojavayê Enbarê Pêncşemê (26ê Îlonê) pêk anî, Şana Medyaya Ewlehî ya Îraqê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku hêzê heft veşartgeh û şikefteke ku endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew weke stargeh bi kar tanîn dîtin.

"Veşartgehan 360 bombeyên bidestçêkirî, 42 mînên dijî tankan, 200 RPG, 95 mûşekên germahîbar, 575 cebilxaneyên ji celebên cuda, 18 galonên nitrata amoniyum, mînên dijî tankan, teqemenîyên ji celebên C4 û TNT û sûtemenîya tankan hundirandin," daxuyanîyê eşkere kir.

"Operasyona serketî beşeke ji xebatên berdewam ên hêzên Îraqî bo armanckirina paşmahîyên DAIŞê li biyabana rojavayî," daxuyanîyê teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500